
- Li Swîsreyê Akademiya Kurd vebû
- Her Mal Dibistanek li Enqere hat nîşandan
- Konsera ‘Berlîn ji bo Rojav’ tê lidarxistin
Kovara Vîn bi hejmara xwe ya yekemîn li pêşberî xwîneran e. Di kovarê de berhemên Kirmanckî, Kurmancî û Soranî hene û alfabeya kovarê Latînî ye. Gulê Şadkam, Îbrahîm Şêxşerefî, Jiyar Homer, Lorîn Demîrel, Netîce Altun Demîr, Rojîn Şêx Hemo û Selîm Temo endamên lijneya weşanê ya kovarê ne.
Vîn ku kovareke dijîtal e, di hejmara xwe ya yekem de bi kadroyeka xurt derketiye pêşberî xwîneran. Di vê hejmarê de îmzeyên gelek navan li ser berhem, hevpeyvîn û wergeran hene ku ev in: Aydin Ekîn, Azad Dilwar, Azad Kaysadu, Bawer Aydin, Berken Bereh, Buhişt Issa, Dîbar Çelîk, Dîlan Yasak, Enes Yildiz, Fatma Savci, Ferhadê Mihemed, Furkan Îşlen, Haden Oz, Hebûn Elbakî, Îbrahîm Şêxşerefî, Jan Alî Yekta, Jiyar Homer, Kawa Nemir, Kenan Ogur, Lorîn Demîrel, Luqman Ehmed, Netîce Altun Demîr, Ozlem Guntaş, Rojîn Şêx Hemo, Sebahattîn Sumelî, Sedat Ulugana, Selîm Temo, Seyîdxan Kurij, Siya Jandar, Sîbel Akman, Şênê Mihemed û Xelef Wanî.
Kovara Vîn di beşa ‘Vîndank’ê de Ehmed Huseynî, Mehmet Emîn Bozarslan û Refîq Sabîr bibîr aniye. Di beşa ‘HevpeyVîn’ê de Fatma Savci bûye mêvana kovarê. Di beşa ‘Belge’yê de kovarê belavokeka dewleta Tirkan weşandiye ku bi Kurdî (Kurmancî) ye û Serhildana 1925an reş dike.
Di kovarê de ji Almanî, Fransî, Îngilîzî û Spanyolî werger hatine kirin. Berhemên Alana Marie Levinson-LaBrosse, Alfonsina Storni, Alphonse Daudet, Arthur Rimbaud, Berthold Brecht, Charles Bukowski, James Finn Garner, Kate Chopin, Rafael Alberti, Rita Mae Brown û Tracy Fuad mêvanê biyanî yên Vînê ne.
Vîn dê hemû hejmarên xwe li ser www.kovaravin.com belav bike. Xwîner dikarin kovarê li ser malperê daxînin û bixwînin. Navnîşana info@kovaravin.com jî ji bo şandina berheman e. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Li Swîsreyê Akademiya Kurd vebû
Kurdên li Swîsreyê di 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de damezrandina ‘Akademiya Kurd’ ragihandin.
Akademiya Kurd diyar kir ku têkoşîna nîv sedsala dawî ya gelê Kurd ne tenê siyasî, di heman demê de pêvajoya jinûve avakirina çandî û civakî ye. Hate destnîşankirin ku danheviya civakî, çandî û îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşî li karên nû vekiriye.
Berdevkê Akademiya Kurd Îsmaîl Kardaş anî ziman ku proje piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê kar û xebatên damezrandinê hatine lezandin.
Kardaş diyar kir ku bingeha akademiyê xwe dispêre karê du salan ê komîsyona perwerdeyê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S). Kardaş anî ziman ku pêwîstiya perwerdeyê ya komîn û meclîsên li Swîsreyê di vê pêvajoyê de xwedî roleke girîng bû û hate destnîşankirin ku armanc ew e ku bi akademiyê re bersiva pêwîstiyê ya heyî were dayîn.
Hate ragihandin ku di pêvajoya avabûna akademiyê de li gorî qanûnên Swîsreyê rêziknameyeke guncaw hate amadekirin û mufredata wê hate afirandin. Hate gotin, mufredat wê li gorî pêwîstiyên demê bê nûkirin.
Kardaş destnîşan kir ew ê perwerdeyê bi zaravayên cuda yên Kurdî bidin. SWÎSRE
***
Her Mal Dibistanek li Enqere hat nîşandan
Komeleya Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatolyayê, têkildarî rêzê bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê belgefîlma “Her malek dibistanek” ku ji aliyê derhêner Ardîn Dîren ve hatibû kişandin hat pêşandan. Gelek kes tevlî bernameyê bûn. Piştî pêşandana belgefîlmê bi derhenêr Ardîn Dîren re gotûbêj hat lidarxistin. Derhenêr Omer Leventoglu jî moderatoriya gotûbêjê kir.
Belgefîlma “Her malek dibistanek” qala girtina dibistana Ferzad Kemanger dike. Dibistana Ferzad Kemanger ku di 15ê îlona 2014an de hatibû avakirin di 9ê cotmeha 2016an de bi KHKê re hatibû girtin. Dibistan, navê xwe ji mamoste Ferzad Kemanger ku li Rojhilatê Kurdistanê perwerdehiya Kurdî dida zarokan û ji aliyê rêjîma Îranê vê hat darvekirin digire. Di belgefîlmê de beşek ji jiyan û helbetên Ferzad Kemanger re hatiye vwqetandin. Belgefîlm li ser hevpeyvîna zarokên li dibistana Ferzad Kemanger dixwendin û malbatên wan re ye. Zarok di hevpeyvînê de qala xweşbûna dibistana Ferzad Kemanger dikin û bertek nîşanî girtina dibistanê didin. Piştî dibistana Ferzad Kemanger hat girtin xebatên perwerdehiyê ji aliyê mamosteyan ve li malên zarokan hat dayîn. Belgefîlm jî vê mijarê digire dest.
Piştî temaşekirina belgefîlmê bername bi gotûbêja bi derhenêr Ardîn Dîren re bi dawî bû. Di gotûbêjê de Ardîn Dîren pirsên beşdaran ên derbarê belgefilmê de bersivand. AW/ENQERE
***
Konsera ‘Berlîn ji bo Rojav’ tê lidarxistin
Bi dirûşma "Berlîn ji bo Rojava" wê di 1'ê Hezîranê de li Columbiahalle ya li Berlînê ji bo gelê Rojava konsereke mezin a alîkariyê bê lidarxistin. Ji qada muzîkê ya Elman gelek kesayetên naskirî wê ji bo piştgiriyê û peyama mirovahî û aştiyê derkevin ser dikê.
Di bernameya konserê de li gel K.I.Z, Pashanim, Paula Hartmann, Kurdo, AK Ausserkontrolle wê Koma Berxwedan, Lune û Ceren hebin. Konser wê saet di 20:00 de destpê bike, lê mêvan wê karibin ji saet 18:30 û pê ve derbasî salonê bibin.
Alîkarî û hatiney konserê wê pêşkêşî projeyên alîkariya mirovî yên li Rojava bêne kirin. Di nava van projeyan de bi taybetî xizmetên tenduristiyê û piştgiriya ji bo binesaziya sivîl hene.
Amadekar ddibêjin, bi vê hewldanê dixwazin bi rêya muzîkê têkiliya piştevaniyê xurt bikin û di heman demê de li dijî zext û cihêkariyê peyameke xurt bidin.
Tê payin ku bi hezaran kes beşdarî konserê bibin. Bilêtên konsera alîkariyê jî ji niha ve têne firotin. Yên ku bala wan dikişînin dikarin li ser vê navnîşanê bilêtên konsera alîkariyê bikirin: https://tickets.loft.de/event/berlin-fur-rojava-tauixc ANF







