Elî Mensûr; ne ji bo demekê lê ji bo dîrokê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Gulan 2026 - 17:30

  • Bengî Agirî di destpêka axaftina xwe de şehîd Elî Mensûr bi bîr anî û bi van gotinan behsa nasîna xwe ya bi Elî Mensûr re kir: “Sala 1983'yan Koma Medya ava bû, piştre navê wê bû Koma Mehabad. Birayê min Derwîş berpirsê komê bû û perwerdeyên xwe li mala apê min Mele Newaf Beşîr didîtin. Wê demê min şehîd Elî Mensûr nas kir. 

Ji bo çilrojiya şehadeta hunermend Elî Mensûr,  hunermend Bengî Agirî ku yek ji hevalên wî ye, axivî û behsa Elî Mensûr kir.

Bengî Agirî di destpêka axaftina xwe de şehîd Elî Mensûr bi bîr anî û bi van gotinan behsa nasîna xwe ya bi Elî Mensûr re kir: “Sala 1983'yan Koma Medya ava bû, piştre navê wê bû Koma Mehabad. Birayê min Derwîş berpirsê komê bû û perwerdeyên xwe li mala apê min Mele Newaf Beşîr didîtin. Wê demê min şehîd Elî Mensûr nas kir. Birayê min Derwîş ez hînî tenbûrê kirim. Elî Mensûr jî pir baş tenbûr dijenand. Ji bo wê jî min pir sûd jê girt di hêla strangotinê û amûrjeniyê de û wisa berdewam kir ta sala 1986'an, me bi hev re Koma Agirî ava kir. Ez heya sala 1997'an di Koma Agirî de bûm, piştre ji Amûdê derketim.”

‘Tevî feqîriya xwe jî pirr merd bû’

Bengî Agirî têkildarî taybetmendiyên Elî Mensûr got: "Afirîner bû. Her dem lêkolîn dikir taybet di aliyê mûzîkê de. Tê bîra min sala 1993'an hîna teknîk pêş neketibû, me bi derfetên kêm kilîbek çêdikir. Me dema xwe bi mûzîkê re derbas dikir. Xwarin, vexwarin û henaseyên wî hemû awaz û stran bûn. Beriya tevgera azadiya Kurdistanê derkeve, stranên şoreşgerî peyda nebûn. Bi derketina tevgera azadiyê û pêngava 15'ê Tebaxê re Elî Mensûr wekî Kurdekî bi hunera xwe di nav de bû. Helbest, awaz û hunera xwe tevahî xist ximzeta tevgera azadiya Kurdistanê. Ji bo parastina çand û hunera kurdî ji pişaftinê her tim di nava hewldanan de bû. Di têkiliyên xwe de mirovekî şermok û hesas bû. Tevî feqîriya xwe pir merd bû. Mirovekî rastgo bû, dilnizim û civakî bû.  Ji aliyê derdorê ve dihat hezkirin. Her çiqasî zext hebana jî bê tirs hunera xwe wekî şêwazê berxwedanê domand."

Ne ji bo demekê lê ji bo dîrokê

Bengî Agirî da zanîn ku hunera Elî Mensûr ne ji bo demekê ye, lê ji bo dîrokê ye û wiha pê de çû: "Hunermend Elî bi huner û helwestê xwe yê neteweyî di nav civaka kurdî de cihê taybet girt. Ne tenê stranbêj bû, di heman demê gelek stran dinivîsandin û saz dikir. Li ser şehîdan, azadî û nasnameya kurdî stran gotin. Êş û hêviyên gelê xwe vedigotin. Dikarim bêjim ku hunermend Elî nêzî gel bû û hunermendê gel bû. Bi doza gelê xwe ve girêdayî bû. Hunera xwe ne ji bo berjewendiyên şexsî, lê wek peyamên neteweyî û şoreşgerî û ji bo xizmeta gelê xwe bi kar dianîn.”

Awaza strana ‘Mezin Apo’ ya Elî Mensûr e

Bengî Agirî ku niha endamekî Koma Berxwedan e, got Elî Mensûr bi dehan awazên stranan çêkirine ku ji aliyê gelek hunermendan ve hatine gotin û wiha domand: “Strana Jiyana Şehîdan, Mezin Apo ya Koma Berxwedan, Apo Can e, Hey Gulê Gulê, Çem Bû Lehî ji ber Xwînê û strana Kuştin, Lêdan û Talan Ev Jiyana Min e.”

Ji Qamişlo heta bi Lûbanê serpêhatiyeke zindî

Bengî Agirî bi bîr xist ku di sala 1991'an de endamên komên hunerê yên Rojava, Heleb û Şamê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan çûbûn herêma Bekau ya Lubnanê û wan kêliyan wiha bi bîr tîne: “Em komên Cizîrê ji Qamişloyê bi trênê çûn Şamê. Dema tirênê deng derdixist me tenbûrên xwe li gorî wê dûzan dikir û dibû nota sol. Em pir kêfxweş dibûm. Wê demê ji Qamişlo ta Şamê 13-15 saetan dirêj dikir. Endamên bê nasnameya Sûriyeyê bi qaçaxî û yên bi nasname fermî derbasî Lubnanê bûn. Em 7 rojan li cem Rêber Apo man.  Hem ji bo moraldayînê, me stran digotin û hem jî nîqaş çêdibûn. Li ser rewşa Kurdên li Sûriyeyê, nakokiyên di navbera partiyan de, her wiha rewşa çandî û hunerê li Sûriyeyê nîqaşên me û Serokatî çêbûn. Rêbertî minasebetên Kurdan ji cewherê xwe yê kurdewarî derketiye û çanda erebî ketiye nav, rexne kir. Ji bo rê li ber vê yekê were girtin jî rêbaz nîşanî me da. Rêber Apo hinek not ji me re nivîsandibûn. Me ew not birin û em vegeriyan Sûriyeyê. Bi rê de leşkerên sînor em girtin. Guman dikirin ku em ji cem Serokatî hatine. Leşkeran nota serokatî bi Elî re dît. Elî hemen ew kaxez xwar. Leşkerên hov bi kulman li wî xist û digotin wê kaxezê derxe. Lê Elî dernexist. Em çend saetan xistin ber lêpirsînê, piştre me xwe xelas kir."

‘Em mîrasa Elî Mensûr biparêzin’

Agirî anî ziman ku çûna Elî Mensûr windahiyeke mezin ji bo hunera kurdî û civaka Kurd e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Elî Mensûr nimûneya hunermendê şoreşger bû. Di mercên ku ziman û nasnameya kurdî qedexe bûn de, huner wekî şêwazê berxwedan û parastinê bi kar dianî. Elî Mensûr mîrate û arşîveke mezin li dû xwe hişt. Hêvîdar im ev mîrate were parastin.”

BÊRÎVAN BEYAR/ ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.