‘Em ê nebêjin Elî Mansûr mir û çû…’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Gulan 2026 - 17:00

  • Jiyan û têkoşîna hunerî ya hunermend Elî Mansûr di bîranîna 40 rojî de li Kolnê hat vegotin. Hevalên wî bal kişandin ser ked û xebata wî ya çanda Kurd û hunera şoreşgerî û gotin, "Elî Mansûr nemiriye; ew ê bi berhemên xwe bijî."

 

Hunermend Elî Mansûr ku yek ji damezrînerên Koma Agirî ya Amûdê bû di 10’ê Nîsana 2026’an de li Qamişloyê jiyana xwe ji dest da. Hunermend Elî di 40 rojiya wefata xwe de li Navenda Çanda Kurd a Koln ê Elmanyayê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Endamên Koma Berxwedan û zarokên Mensûr, Birahîm û Siyamend jî beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.

Hunermend Hekîm Sefkan di bîranînê de axivî, bal kişand ser kesayetiya dilnizm a Elî Mansûr û got, "Wî bi dehan berhem çêkirin, gelek xwendekar perwerde kirin, lê qet xwe dernexist pêş. Zêdetirî 40 salan ji bo têkoşîna şoreşgerî têkoşiya. Mirov bi mîrateya ku li dû xwe dihêle tê bîranîn. Elî Mansûr mîrateyek hişt ku hem malbata wî û hem jî gelê Kurd dikarin pê serbilind bin."

Hunermend Xelîl Xemgîn jî diyar kir ku çanda ku ji hêla Mansûr ve hatî afirandin hîn jî zindî ye û got, "Dema ku gel hunermendek winda dike xemgîn dibe, lê dîroka me çandek cûda derxistiye holê. Zarokên me wê bibêjin, 'Hunermendên me hebûna me ne, wan berhem li dû xwe hiştin, wan dîrok nivîsand.' Ew ê nebêjin Elî Mansûr mir û çû. Ev kaniya têgihîştinê ji Rêber Apo tê."

Di bîranînê de Amele, Şemdîn, Peywan Arjîn, Cewad Merwanî, Kawa jî axivîn. Zarokên Elî Mensûr Birahîm û Siyamend spasiya beşdaran kirin.ANF/KOLN

***

Av jî dinivîse…

Pirtûka helbestan a Şadiya Manap a bi navê ‘Av Jî Dinivîse’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Pirtûka helbestan a ji weşanxaneya Aryen di meha Nîsanê de derketî, ji 135 pelan pêktê. Pirtûk bi helbest, azadî, hevaltî û bûyerên hatî jiyîn dadikeve.

Şadiye Manap ku di sala 1968’an de li gundê Xuşxuşkê yê girêdayî navçeya Curnê Reş a Riha hatî dinê, li navçeya Serêkaniyê û Dîlokê demek dirêj jiyan kir. Di sala 1991’an de beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di sala 1992’an de hate girtin.

Piştî girtina 30 sal û 8 mehan ji girtîgehê hat berdan.

Nimûneyek ji helbestên di pirtûkê de;

cimo dibêje:

“herin

herin hevalno

rûyê we rêwiyê rojê

dilê we yê bêdawîtiyê ye

dibe ku bîsteke din xwîna me biherike vê axê

an jî bedenên me

di pêlên ferêt ên şêt de werin hingavtin

lê zanibin ku

hûn berfînên nûbihara zemheriyê ne

şewata destpêkê ya dil in

ji xwînê dilopa ewil in

tovên ku pekiyane axê yên sifteh

dê li ser şopa we

bi êşa we haveyn bigirin

bi azadiya we re

azad bibe welatê me” NAVENDA NÛÇEYAN

***

Weşanên Şilêr 3 pirtûkên nû çap dike

3 pirtûkên ku “Komkujiya Zîlanê” ya bi navê “Geliyê Zîlan”, Efrînê ya bi navê (Berxwedana Serdemê) û li ser ola Êzîdîtiyê ya bi navê “Qewlên Êzidî” li ber çapê ne.

Weşanên Şilêrê 3 pirtûkên (Qewlên Êzîdî, Geliyê Zîlan û Berxwedana Serdemê) ji çapê re amade kiriye û dê di rojên pêş de çap bike. 

Pirtûka “Qewlên Êzîdî” pirtûka nivîskar Silêman Cefer e. Pirtûk olî ye, ola Êzîdîtiyê û rêûresma wê dike mijara xwe. Pirtûk bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn û ji 400 rûpelî pêk tê.

Pirtûka “Geliyê Zîlan” pirtûka nivîskar Sedat Ulugana ye û ji Tirkî wergerî Erebî hatiye kirin. Mihemed Kemal werger kiriye. Mijara pirtûkê li ser “Komkujiya Zîlanê” ye. Dewleta Tirk di dema Serhildana Agiriyê ya li Bakurê Kurdistanê de, li Geliyê Zîlan ê herêma Serhedê komkujiyek pêk anî. Di dîrokê de weke “Komkujiya Geliyê Zîlan (1930)” tê bîranîn. Pirtûk ji 300 rûpelan pêk tê.

Pirtûka “Berxwedana Serdemê” pirtûka Ebdullah Şikakî ye û bi zimanê Erebî hatiye nivîsîn. Nivîskar berxwedana Efrînê ya 58 rojan û jiyana Efrîniyên ku ji ber êrişan koçberî Şehbayê kirine vedibêje. Pirtûk şahidiya berxwedanê dike. Nivîskar hevdîtin bi kesên bûne şahidê berxwedanê re kiriye û weke belgeyek a berxwedanê hatiye nivîsîn. Pirtûk ji 600 rûpelan pê tê. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.