Ew hêza parastina gelên Sûriyeyê ye

Duşem 3 Mijdar 2025 - 03:28

Jinên ji bajarê Qamişloyê ji ajansa me re eşkere kirin ku ew ji dil bi QSD’ê re ne. Hevseroka Yekîtiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Henîfa Mihemed da zanîn ku hêzên QSD’ê ji hemû pêkhateyan hatine avakirin û got:“QSD hêzeke fedakar û parastinê ye, ji ber vê hêza QSD’ê ji hemû pêkhateyan hatiye avakirin. Komên çeteyan ketin gelek bajar û gundan, destdirêjî û talanê li ser gel pêk anîn. Lê bajarên ku QSD ketiyê, parastina wan dike, alîkariya madî û lojîstîk jî ji wan re pêşkêş dike. Ji ber ku QSD hemû pêkhateyan di nava xwe de hembêz dike, gelek hêzên QSD’ê Ereb in, ji ber vê li goristana şehîdan,  şehîdên ji hemû pêkhateyan hene û canê xwe ji bo vî welatî feda kirine. Li gundên Sûriyeyiyan ji aliyê Til Temirê ve êrîş ji aliyê çeteyan ve pêk hatin. Ne ji hêza QSD’ê bûya wê gund bihata talankirin û wêrankirin. QSD hêzeke welatparêz e. Ji gelek neteweyan kes di nava QSD’ê de hene. Ew ax, namûsa me diparêzin. QSD ne wekî komên çeteyan ên ku gel talan dikin, dest dirêjî û qirikirinê li ser wan pêk tînin e, ew gel diparêze. QSD, hêza parastina Sûriyeyê bi tevahî ye, xwe îsbat kiriye, di exlaqê xwe de, di sîstema leşkerî de. Dewletên navneteweyî bawerî bi QSD’ê anîne. QSD ronahiya me ye. Ger ew nebe em jî tune ne. Em weke jinên Qamişloyê ji dil û can bi QSD’ê re ne û biştgiriya QSD’ê dikin.”

Divê QSD di rêveberiyê de be

Endama Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dilîvan Reşîd anî ziman ku QSD li Bendava Tişrînê bi ser ketiye û got:’’Di êrîşên ku li ser Bendava Tişrînê û Helebê hatin kirin de QSD’ê piştgirî da gel û bi ser ket li bendavê. Ji ber ku gel û QSD bûn yek, bi şêwazê şerê şoreşgerî bû. Zêdetir hezkirin, destek, îrade û  hêza gel bi banga QSD’ê re bû. Weke ciwanên PYD’ê dirûşmên me du ne; yek jê ji bo Rêber Apo ye bi hevaltiya komînal bi Rêber Apo re bijîn, ev ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ya din jî ji bo QSD’ê hatiye pêşxistin. Piştgiriya ku hêza QSD’ê di civakê de daye, deng vedaye. Wê ev proje ji nifşekî bighîje nifşeke nû her dem wê deng ji bo QSD’ê bilind bibe. Rêveberiya demkî ji ber ku dibîne QSD hêza herî xurt e, vê qebûl nake. Heta ku em bi banga aştî û civaka demokratîk bijîn, em ê weke jinên ciwan hemû çalakiyên xwe, bi banga QSD’ê û hêza wê xurtir bikin.” Hevseroka Ciwanên Yekîtiya Partiya Demokratîk (PYD) Şeza Hisên anî ziman ku wekî jinên ciwan piştgiriya QSD’ê dikin û got:“QSD roleke girîng di Sûriyeyê de dilîze, bi taybetî di banga aştî û civaka demokratîk de. Em weke ciwanên PYD’ê piştgiriya QSD’ê dikin lewre ciwan, jin û axa vî welatî parast. Ji nû ve DAIŞ dixwaze xwe ava bike lê QSD bi hêz û tevgera xwe li pêşiya wan sekinî. Di hevdîtinên dawî yên ku bi Rêveberiya Sûriyeyê re tên kirin de,  pêwîst e ji bo aramî li Sûriyeyê çêbibe divê QSD cihê xwe di Rêveberiya Sûriyeyê de bigre.”

NÛJINHA/NEXEM ÇAÇAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.