
Di roja 2’emîn ya Şanoya Kolanan a Navneteweyî ya Kerkûkê de li ser Kelha Kerkûkê gelek şano hatin nîşandan.
Duh Festîvala Şanoya Kolanan a Navnetewî ya Kerkukê bi beşdarbûna hunermendên ji bajêr û bajarên din yên çar parçeyên Kurdistan û Iraqê hatibû destpêkirin.
Di roja duyemîn de li ser Kelha Kerkûkê gelek şano hatin nîşandan.
Di roja duyemîn de bi rêzê ve şanoya ‘Zerû’ ji aliyê koma Şanoyê ya Helebce, şanoya ‘lacan’ ji aliyê hevpar ji aliyê şanogerên Fransa û Sûriye, şanoya bi navê ‘Piromte’ ji aliyê koma şanoya Tebrîz ya Rojhilatê Kurdistanê, şanoya ‘Xadîmat’ ji aliyê koma şanoyê ya Urdinê û herî dawî jî şanoya ‘Masî ji se natirse’ ji aliyê koma şanoyê ya Amed ya Bakurê Kurdistanê ve hate nîşandan.
Festîvala şanoya kolanan festîvalek salane ye, gera nehan biryare ku sê rojan bidome. Ev festîval neh salin bênavber tê lidarxistin û hunermendên ji Kurdistan, Iraq û cîhanê beşdar dibin.
ROJNEWS/KERKÛK












