
- Dema zarok tê dinyayê bi zimanê dê û bav- zikmakî na, bi zimanê serwer pêre tê axaftin û tê hînkirin, wê demê ew zimanê serwer – ê malê hîn dibe. Ev zimanê serwer, dema li malê bi pêş dikeve û çend nifş wisa derbas dibe, wê demê zimanê malê ji zarok re dibe zimanê zikmakî.
AHMET YALÇINKAYA
Zimanê zikmakî çi ye?
Dema zarok tê dinyayê, cara yekem zimanê ku dibihîse, têkilî pêre tê dayin (esil, di zikê dayîkê de ku zimanê dibihîsî ye) ji malbat û derdorê hîn dibe, fikir û raman pê çê dibe, bi jiyanê têkilî datîne, zimanê zikmakî ye. Herwiha mirov bi ziman û çanda xwe tê nasîn û cihêbûna gelan jî ya ji hev cuda dikin ya sereke ziman e. Ev cihêbûn jî dewlemendiyek a rengê jiyana mirovan-mirovahîyê ye.
Gîhandina bi zimanê zikmakî; di dibistanan de di hemû qadên jiyanê de serkeftin, aramiya şexsî û civakê tîne, xurt dike. Jixwebawerîyê çêdike. Serkeftina akademîk mezin dike. Mirov zû hîn dibe. Mirov xwe bi qedir û qîmet hîs dike. Nasname û çanda xwe nas dike û dikare ragihîne pêşerojê. Têkîliya bi civakê re xurt dike.
Kesên ku zimanê zikmakî winda kirine, di fêrbûna zimanekî din zahmetiyê dikişîne. Dema kes bi zimanekî din dest bi dibistanê dikin, gelek zahmetiyan dikişînin û gelek kes ji wan dest ji dibistanê berdidin (me bi lêdanan dibistan xwend û tirkî hîn bûn-tenê hinek tirkî hînbûn-!)
Zimanê malê!?
Dema zarok tê dinyayê bi zimanê dê û bav- zikmakî na, bi zimanê serwer pêre tê axaftin û tê hînkirin, wê demê ew zimanê serwer – ê malê hîn dibe. Ev zimanê serwer, dema li malê bi pêş dikeve û çend nifş wisa derbas dibe, wê demê zimanê malê ji zarok re dibe zimanê zikmakî, her çiqas ji destpêkê lê hatibe ferzkirin jî rewş wisa dibe. Heke, hay ji zimanê dê û bav jî çêbibe, dê bi awayekî lawaz be. Wek me Kurdan! Em, rêjeyek zêde ji me bûne êdî li mal, bazar, siyaset, huner, di her qadan de, ji zanistiyê bigirin heta nava gundan, kal û pîr bi zimanê serwer - malê - Tirkî kar û barên xwe dikin.
Me rehetî zimanê biyani qebûl nekiriye!
Hilbet, me kurdan wisa bi rehetî zimanê biyanî nepejirandiye, bi zilm û zorê bûye! Ji bo me kurdan, sed sal e polîtîkayên asîmîlasyonê li ser me bi awayekî dijwar tên meşandin. Ev tiştên wek mecbûrî ku em dibînin (bi zimanê serwer jîyîn, tenê bi zimanê serwer perwwerdehî dîtin, dibistan, siyaset…) sedema van polîtakayan in. Ev polîtîka bi awayekî bi proje hatine kirin û heta radeyek zêde jî bi ser ketine. A niha, em bi encama van polîtîkayan ketine rewşa otoasîmîlasyonê! Zimanê malê! bi awayekî dijwar li her malê, li her derê serdest dibe û em asa dibînin!
Zimanê malê çawa çê dibe?
-Serweriya civakê-dewletê – dibistan!
-Polîtîkayên dagirkerî!
-Bi koçberiyê; mecbûrî yan jî bi xwe. Dema koçberîyê, divê bi zimanê wî welatî –gelî hîn bibin. Ji bo me Kurdan; em ne koçber in, li welatê xwe ne! (helbet hatine koçberkirin bi hêla Enedolê ve…bi qanûnên îskanê!)
-Pêkûtiyên li ser ziman, qedexe, ceza, biçûkxistin, heqaret, (li sûkan dema yek bi kurdî bipeyiviya cezayê pere lê dihat birîn, li meclîsê, li leşkeriyê, li girtîgehê, li dibistanan… ji hêla medya rêzefilm, fîlman; qarekterên biçûkxistin, kêmxistin, nebaşîyê bi tîpên kurdan didan -didin.
-Di nûçeyan de tiştên li herderê dinyê diqewimin, dema li nav kurdan tê qewimandin bi awayêki awarte nûçeyan dibêjin;ş er û pevçûn, nezanî, dizî,… (ji ber van pêkanan, çare bi zimanê desthilatan û şibandina wek wan tê dîtin-helbet şaşî ye!?)
-Bêderfetî, bêstatu, bêdewletî, (heke derfetên te tunebin, karek li ciyekî pê neyê kirin…)
-Bila li dibistanê serkeftî be! (malbat wisa dibêjin …lê zanist dibêjin: zarok heta 6 zimanan dikarin bi hevre hîn bibin)
-Dema zimanê serwer tê hînkirin, kes nama bi xwe bawer dibe ku bi zimanê dayîkê bipeyive (ji ber bêderfetbûn, bêstatuyê, cûreyên asîmîlasyonê…) her diçe jixwebawerî lawaz dibe. Paşê, dibe qatilê zimanê xwe! (ev di kargehan de xwe nîşan dide. Li nav civakê jî xwe nîşan dide. Mînak: ez fêm dikim bes, nikarim biaxivim…)
-Qismek kes, civak, ji bo berjewendî û rehetiya jiyana xwe ya rojane xwe bi zimanê serwer girê dide!
Encama zimanê serwer-malê!
-Êdî zarokên ku ne bi zimanê dê û bavê xwe, bi zimanê malê/serwer dipeyive, dijî; bi demê re zimanê serwer dibe zimanê wan ê zikmakî!
-Ku li der û dorê zimanê zikmakî bihîstibin jî dê ne bi kêr be û nikaribe pê bijî û ragihîne!
-Dê çand, dîrok, wêje û hemû mîrateyên dê û bav negihêjin zarokan. Hestên nav malbatê zeîftir dibe.
-Dîsa, bi vî awayî ku bigihêje wan jî dê ew nikaribin bigîhînin nifşên nû!!!
-Ku kes an civakek zimanekî din ji xwe re bike zimanê jiyanê, asîmîle bibe, di kesayet û ruhiyetan wan de kêmanî çê dibe. Kesayetek zeîf; her riyê ji xwe re mubah, rast dibîne. Ji hêla kesên niyetxirab bikaranîna wan hêsan dibe. Ji xefikan re guncav in (mafyawarî, tiryakî, nerastî-delavêre, fuhuş…)
-Heke çend nifş; çand, ziman dîrok, folklor, adet û kevneşopiyên xwe wisa nikaribin bigihînin nifşên nû dê ev mîrate biqedin, winda bibin û ziman bimire. UNESCO dibêje, rewşa zazakî di vê rewşê de ye!)
Ji bo vê yekê em dikarin çi bikin?
Li hember bêderfetî û pêkûtiyan, mirov dikare di mala xwe de bi zarokên xwe re bi zimanê dayîkê biaxive. (zanist dibêjin zarok di heman demê de karin 6 zimanan hîn bibin. Em berovajî wê, zimanê zikmakî ji wan re asteng dibînin!)
- Dibistan mecburî ye! Li gel wê divê parastin û pêşvebirina zimanê dayîkê bê kirin.
- Di kargehan de ziman bê hînkirin.
- Çapkirina pirtûkan, rojname, kovaran.
- Xwendina pirtûk, kovar, rojname, çîrok, stranan.
- Weşanên tv. Radyo.
- Şano, sînema, panel.
- Bi lîstikan…
- Di qad û xizmetên civakî de (şaredarî, komele, dezge û bazaran…) kar û bar bi zimanê dayîkê bê kirin! Derfet ji ziman re bê avakirin!
- Divê em di axaftina bi zimanê dayîkê bi israr, bi biryar bin! Bi zarokan bi israr bi kurdî bipeyivin, heke bersivê nedin jî dê ji wan re hafizayek çê bibe! (ku ji zarok re derfet çê bibe dê karibe bi rehetî bi pêş bikeve)
- Hilbet, ne tenê çend peyv fêrkirin û fahmkirin e! Ev ji zimanê xwe hezkirin e! Hezkirina jiyanê bi zimanê xwe îfadekirin e! (lê mixabin em niha di vê rewşê de ne ku em dibêjin hema bila bipeyive!)
- Ziman, ji bo zarokan tenê ne mîrate ye, di heman demê de wateya jiyanê, lêdana dil e!
Em çima napeyivin?
- Ji ber tirsa dewletê!
- Nenasiya zimanê zikmakî-Kurdî!
- Tu bi kurdî bipeyivî dê li dibistanê paş de bimînî!
- Bêderfetiya ziman!
- Ji ziman fedîkirin!
- Ji xwe fedîkirin!
- Xwe kêm dîtin!
- Tênegîhiştina giringîya zimanê dayîkê!
- Bêstatuya ziman!
- Tirsa, “ez nikarim xwe îfade bikim.”
- Fahm dikim bes nizanim bipeyivim!
- Ma dê û bavê me bi me re nepeyivîne!
- Derûniya bindestiyê!
- Herkes bi Tirkî dipeyive loma, ez jî!
- Terorîzekirin! Û êdî kes an malbat-civak xwe bi xwe terorîze dike!
- Xala gundîtî û bajartîyê; gundî: “paşdemayî” bajarî: “Pêşketî, medenî, zana,”
- Otoasîmîlasyon/xwepişaftin!………
Encam
Zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye, bi mirov re, bi hatina dinyê re tê! Peywira me: heke em dixwazin ku zarokên me li ser axa xwe bi rûmet, bi nasname û azad bijî, divê bi zimanê dayîkê bi wan re biaxifin û wek gel jiyana xwe bi zimanê xwe bijîn û heta perwerdehiyek wek a her gelî çê bibe di ber xwe de bide. Dibistan û perwerdehî divê!
Di sedsala 21’an de tenê axaftin û nivîsandin ji bo zimanekî herî kevn, dewlemend û xwedî gelekî bi deh milyonan; kêmanî ye, şerm e!
Zimanê xwe biparêze!
Ziman hebûna gel e!
Ziman beden e, nasname ye!










