‘Em bi can û mal li gel Rojava ne’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 26 Çile 2026 - 02:00

Jinên Başûrê Kurdistanê bi berdewamî li qadanin û bi çalakiyên cûr bi cûr piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan didin. Her wiha, gelek jinên têkoşer û çalakvanên azadiyê beşdarî Seferberiya Rojava bûn. Xwendevanên Zanîngeha Helebceyê têkildarî mijarê axivîn û gotin; “Em bi can, bi xwîn û bi mal bi Rojavayê Kurdistanê re ne. Em hemû ji bo Rojava yekdeng û hevxemin.”

Xwendevana binavê Xensa Elî, xwendekareke Zanîngeha Helebçeyê, got: “Em hemû yek netewe ne û Kurdistan yek parçe ye û nabe çar parçe. Em dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn. Ev xwepêşandan îspat dikin ku Kurd hemû yekgirtî ne û piştgiriyê didin hev.”

Heri wisa xwendevana binavê Hêlîn Xalid jî bi van gotinan piştgiriya xwe ji gelê Rojavayê Kurdistanê û berxwedana wê re anî ziman; “Em ji xwîşk-bira û xizmên xwe yên Rojavayê Kurdistanê re dibêjin ku hûn ne bi tenê ne. Her sê parçeyên din yên Kurdistanê jî bi her tiştê xwe bi we re ne. Em hemû yekreng, yekdeng û yekxemin. Her wisa bila dijmin û neyarên gelê Kurd û Kurdistanê vê rastiyê baş bizanin ku em qet nakevîn, serkeftin wê tim ya me be.”

Maîde Mîqdad ku ew jî xwendevana Zanîngeha Helebceyê ye balê bir ser salvegera komara Kurdistanê û got; “Em hêvî dikin ku piştî vê şoreşê, komareke din ya mezin a Kurdistanê were damezrandin. Divê Kurd ji cîhanê re îspat bikin ku em yek welatin û kes nikare me parçe bike. Em bi xwîn û milkê xwe li gel Rojavayê Kurdistanê ne. Em ji bo her tiştê ku pêwîst be amade ne.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.