Ketim TA’ya arşîvê…

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 28 Çile 2026 - 00:14

  • Ji lewma ev arşîv biryar didin bê ka ew ê kîjan bûyerên dîrokî werin parastin û kîjan ji wan werin jibîrkirin. Arşîv xwedî hêzên polîtîk ên kûr in. Ew di navbera hafizeya civakî û nivîsandina dîrokê de roleke girîng dilîzin. Bi gotina Derrîda ev arşîv bi rol û misyona xwe mefhumên “notr” nînin!

ARDÎN DÎREN

Derrîda bi pirtûka xwe ya “Mal d’archive/Archive Fever” de girêdayî arşîvê behsa nexweşiyeke ku dişibe “ta”yê dike. Ev nexweşî an jî ta di heman demê de acizbûnekê jî dihewîne di xwe de. Derrîda bi awayekî felsefîk û ramanî bi kûrahiya arşîvan dadikeve û mijûlbûna bi vî karî re ango karê arşîvê jî weke “ta”yê bi nav dike. Derrîda gava behsa mefhûma arşîvê dike weke fenomenekê dibîne û bi felsefeyeke kûr dinirxîne. Yanî ew mefhûma arşîvê tenê weke belgeyên şênber ên li ber dest û çavan nanirxîne. Jê wêdatir diçe û hêla arşîvan a civakî, psîkolojîk û çandî jî dide ber çav. Yanî ew arşîvê tenê weke mefhûmeke ku rabihuriyê vedibêje û diparêze nabîne. Girêdayî vê yekê arşîv teşe didin hafizeya şexsan û civakê. Ev arşîv di heman demê de li ser mekanîzmayên “bibîranîn û jibîrkirinê” jî têra xwe bi bandor in.

Arşîv ne mefhûmeke notr e!

Ji lewma ev arşîv biryar didin bê ka ew ê kîjan bûyerên dîrokî werin parastin û kîjan ji wan werin jibîrkirin. Arşîv xwedî hêzên polîtîk ên kûr in. Ew di navbera hafizeya civakî û nivîsandina dîrokê de roleke girîng dilîzin. Bi gotina Derrîda ev arşîv bi rol û misyona xwe mefhumên “notr” nînin! Ji lewma bi destê van arşîvan biryar tê dayîn bê çi were jibîrkirin û çi were bibîranîn. Ji bo vê yekê Derrîda têgeha “xeyalet” derdixe pêş û bi rêya vê têgehê behsa bûyer û kesên ku li dervayî dîrokê mane, dike. Ew bi vê têgehê balê dibe ser lehengên ku çîroka wan tune hatiye hesibandin û li keviya dîrokê hatine hiştin. Ji lewma dîrok her tim bi destê desthilatdaran hatiye nivîsandin. Bi vî awayî deng û serpêhatiya kesên ji rêzê hatiye jibîrkirin û di dîrokê de kesî cih nedaye wan.

Archon; mala rêvebiran!

Divê cihê van arşîvan tenê weke “depoyên belge”yan neyên dîtin! Peywira van arşîvan ji vî tiştî wêdatir e. Derrîda dide zanîn ku ew tim di bin kontrola “archon”nan (Peyveke Yewnanî ye ku tê maneya ‘mala rêvebiran’ ) de weke amûreke desthilatdariyê hatiye pênasekirin. Derrîda bi têgeha “archon” vê meseleyê baştir dide famkirin. Ji xwe kesên ku biryar didin bê çi li dervayî van arşîvan bimînin û çi jî li hundirê wan ev “archon” bi xwe ne. Yanî di esasê xwe de mekanîzmayên kontrolkirinê ne ev arşîv. Bi vî awayî ev arşîv li gor dem û dewranan tenê teşe nedane hafizeya civakî û şexsî. Her wiha arşîv teşe didin nasnameya netewî û hafizaya çandî jî. 

Arşîv dikarin bi xeyaletên rabihuriyê re biaxivin

Têgeha “xeyalet” weke metaforekê dibin mijara arşîvê jî. Ji lewma arşîvên ku tên avakirin di heman demê de cihwarên girîng in ku dikarin bi “xeyaletên rabuhiriyê” re biaxivin ango têkilî ava bikin. Ji bo rûbirûbûnê û her wiha edaleta civakî ev arşîv dikarin berpirsyariyê hilgirin û bi rêya van arşîvan mirov dikarin berxwedaneke polîtîk ava bikin. Ev cihwarên arşîvê dikarin dikarin bi guman, lêkolîn û pirsên nû dîrokê ji nûve binivisînin. Divê arşîvên bi destê “acrhon”an hatine avakirin werin lêkolînkirin û bi pratîkeke rexneyî werin hilweşandin.

Mal û starek ji bo xeyaletên jibîrçûyî

Tiştê xerîb ewe ku yê me Kurdan arşîveke me ya ku bi destê “desthilatdarên Kurd” hatiye avakirin tine ye! Kurd ti carî nebûne xwedî dewlet û dîroka wan nehatiye nivîsandin. Çi baş û çi jî xerab! Em Kurd li keviya dîrokê bê arşîv û belge ne. Ji ber ku em arşîvan ji nûve ava dikin derfeteke me ya mezin heye. Em dikarin ji destpêkê de ruhê “archon”an ji van arşîvên xwe dûr bigirin. Heger em ji mefhûma arşîvê ya ku Derrîda behs dike baş têbigihîjin û hin xalên wî yên girîng di bîra xwe de bihêlin, em dikarin arşîveke ku “xeyalet”an dûrî xwe nagire ava bikin. Her wiha em dikarin wan “xeyalet”ên xwe yên ku li keviya dîrokê mane bibîrbînin û nedin jibîrkirin.

Bi vî awayî em ê “xeyaletên rabuhiriyê” û “yên din” li arşîva dîrokê ya cîhanê ya ku bi destê “archon”an nehatiye nivîsandin, zêde bikin. Em ê ji xeyaletên xwe re mal û starekê ava bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.