Bandora guhertina avhewayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 1 Hezîran 2026 - 16:00

  • Li cîhanê ji ber zihniyeta serdest a kapîtalîst her diçe hevsengiya avhewayê xirab dibe. Ji ber vê yekê jî talûkeyeke mezin li ser gelek zindewarên li cîhanê çêdibe. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin jî pêdivî bi têkoşîneke hevgirtî heye.

 

Şerê di navbera hêzên emperyalist de dibe sedema pevçûn û kaosên mezin.  Ev yek di heman demê de bandorê li ser germbûna kuresel jî dike. Nîv pîle yan jî pîleyek jî germbûna kuresel zêde bibe ev dibe sedem hevsengiya xwezayê xera bibe. Ev jî bi xwe re xeberên ne baş ji bo me û xwezayê tîne. Hinek bandorên din jî hene ku bandoreke neyînî li ser hevsengiya xwezayê dikin. Dema asta behrê bilind bibe, qeşayî (buzul) dema bihelin, okyanus germ bibin ev hem zirarê dide xwezayê hem jî dide mirovan. Ev yek bingeha xelayê jî ava dike. Dibe sedem jêderkên xurek û avê kêm bibin. Jixwe dema ev jêderk kêm bibin jiyana mirovan û hemû zindewaran dikeve binê talûkeyeke mezin. Ji bo dawî li vê qeyranê bê helwesta hevpar a hemû mirovên li cîhanê girîng e. Muzakereyên navneteweyî bû sedem li cîhanê gav bên avêtin lê ev hêvî têr nake. Tedbîr û projeyên hîn mezin divê em pêşkeş bikin. Divê mirov bi hestiyarî tev bigerin û rê bikaribin li ber bidawîbûna cureyên biyolojîk bigirin.

Bandorê li riwekê jî dike

Riwek di binê bandora qeyrana ekolojîk de dimînin.  Mirov oksîjena xwe ji daran digirin. Şênkayî di heman demê de dibe xwarina mirovan jî. Lê belê ji ber şerdên avhewayê yên tên guhertin riwek jî ji vê yekê bandor dibe. Jixwe ev bandorên neyînî wekî zincîrekê bandorê, li ser riwek, mirov, ajal û bi tevahî xwezayê dike. Ji ber ku cîhan wekî zincîrekê bi hev girêdayîye.

Germa behrê zirarê dide

Germ ji her hawî de zirareke mezin dide her tişî. Ji van yek jî behr e. Ji bo resifên mercanên jêderka jiyana behrê ne em merselaya germa 1,5°C bînin ber çavan ji sedî 70 resifên mercanan bi dawî dibin û ger zêdehiya germahiyê derkeve 2°C ew ê di dawiya sedsalê de resîfên mercanan ên li cîhanê hemû winda bibin. Dem ji bo me mirovan têgeheke gelekî girîng e. Di vê mijarê de jî girîngiya demê xwe dide der. Her çiqas jî gelek kes ne di ferqiya girîngiya demê de bin jî em di vir de dibînin ku dem ji bo hemû cîhanê çiqasî ferz e. Li hinek welatan jî kîsoyên behrê pir zû di bin bandora guhertina avhewayê dimînin. Germahiya qûmê zayenda çêlikên ji hêkan derdikevin diyar dikin. Dema germ zêde dibin wê demê jî ji hêkan tenê çêlikên kîsoyan ên mê derdikevin. Dema germ pir zêde be jî wê demê çêlik giş dimirin. Ji bo parastina her cureyên zindewaran divê şerê li cîhanê yên di navbera hêzên emperyalist jî bi dawî bibe. Ji bo vê yekê dîsa girîngiya têkoşîna hevpar lazim e.

Tedbîrên parastinê girîng in

Tedbîrên parastina ji bo xwezayê gelekî girîng in. Lê belê kêm in. Li cîhanê şerê hêzên serdest ên navneteweyî jî dibe astengiyên ji bo girtina tedbîran. Ji bo em pirrengiya bijolojîk biparêzin divê em korîdorên belavbûyina cureyên zîndeweran hêsan dikin jî biparêzin. Divê serîhildana li dijî guhertina avhewayê bê mezinkirin. Loma tedbîrên parastinê gelekî girîg in. Emîsyona gaza serayê ya divê bê kêmkirin jî em ji bîr nekin. Ev jî parçeyekî ji qeyrana li hemberî me ye. Ji bo em pêşî li qeyranên heyî bigirin û parastina ekosîsteman bikin her wiha ji bo parastina cureyên biyolojîk hinek gav divê bên avêtin. Yek jê gavên girîng bidawîanîna bikaranîna ardûyên fosîl in. Dewsa petrol, komir û gaza xwezayî divê jêderkên dikarin bên nûkirin bên bikaranînin. Polîtîkayên avhewayê diparêzin dema bikeve meriyetê wê demê dikare gelek tişt bên guhertin. Di vir de ya girîng di heman demê de hişmendiya mirovan e. Ev hişmendî ger pêş bikeve wê ji bo parastina xwezayê tiştekî gelekî baş be. Divê ev jêneger be.

Girîngiya çalakiyan

Gelek çalakî ji bo parastina ekolojiyê tên kirin lê belê ev yek têrê nakê. Divê hîn zêde bin. Hinek çalakî li dijî sedemên guhertina avhewayê tên kirin. Lê belê têrê nakin. Hinek ciwan di bin navê "boykota avhewayê" de çalakiyan li dar dixin. Ew dixwazin bi taybet balê bikşînin  salên dawî. Ger salên dawî ji bo berdana gaza serayê tedbîrên cidî bên girtin dibe ku germahiya zêde kêm bibe. Divê em bi çavekî biçûk li  1,5 ° an jî 2 °C'yan mêze nekin. Ji ber ku ev gelekî bandorê li ser jiyana mirovan, zîndewerên wekî din û xwazayê dike. Ger tedbîr neyên girtin di dawiya sedsalê de germahiya kuresel dê li gor berî şoreşa sanayiyê dikare hîn zêdetir bibe. Germahiya kuresel jî ji bo jiyanê talûkeyeke gelekî mezin e.

Divê daristan bên parastin

Daristan ji bo hevsengiya xwezayê gelekî girîng in. Her wiha ji bo parsatina cureyên zindewan jî. Loma divê zirarê nebîne. Agirê bi daristanan dikeve zirareke mezin dide xwezayê û zîndeweran. Bi çerxa karbonê karbon bi formên kîmyewî yên cuda di behr, ax, şênkayî, cihên av lê dikeve ser hevdu. Wekî mînak di axê de 2 trîlyon karbona organîk heye. Di nebatên li daristanan û ekosîsteman de 500 milyar ton karbon hatine depokirin. Li gor texmînan tê gotin karbona okyanûs û behran jî 38 trîlyon e. Bi guhertina şerdên avhewayê ev karbon dikare dîsa li atmosferê vegere. Wekî mînak em bidin dema di meha havînê de agir dema bi daristanên Brezîlyayê ket bi milyonan ton CO2 bi hewa ket. Daristanên Baranê yên Amazonan ên ku ji sedî 20 oksîjena cîhanê diafirîne bi hefteyan şewitiye. Dema germ zêde bibe wê demê ew ê hişkayî, şewata li daristanan zêde bibe û ew ê rê li ber xelayê jî vebe. Dema agir bi daristana dikeve karbon jî bi hewa dikeve. Loma li her derê pêşketina hişmendiya ji bo parastina daristanan tiştekî jêneger e.

Girîngiya çerxa avê

Av di cîhanê de jêneger e. Dibe sedema parastina jiyana mirovan.  Lê belê li gor gelek raporan li Bakur û Tirkiyeyê jî heta 25-30 salî tê gotin ji sedî 65 gol ew ê zuha bibin. Jixwe zanyarên avhewayê û lêkolîner gelek caran tînin ziman ku yek ji bandora girîng a guhertina avhewayê "xerabûna çerxa avê ye". Polîtikayên mezinbûnê jî dibe sedem ku hevsengiya ekolojîk zirarê bibîne. Av ji bo hemû zîndewaran girîng e lê belê dema em lê dinêrin av bêtir ber bi xilasbûnê ve diçe û gemarî dibe. Li gor peymanên navneteweyî parastina jêderkên avê, bikaranîna wan a rast, avek paqij mafê her mirovî ye. Li gor rapora avê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2019'an yek ji welatê ku ew ê hişkayî lê rû bide Tirkiye ye. Her wiha hatibû gotin dibe ku di 2025'an de pirsgirêka avê rû bide. Ev mînak ji aqilan ne dûr e. Jixwe di 2025’an de di warê germê de û kêmbûna avê de mirovan zehmetî dîtin.

Talûkeya li ser pircureyên genetîk

Gelek talûkeyên mezin li cîhanê heye lê belê em wekî mirov wan paşguh dikin. Ev jî dibe sedema qeyranên mezin. Xaleke girîng ew e ku ekosîstem û cureyên li xwezayê ji ber qeyrana avhewayê zirarê dibînin. Avhewaya diguhere hejmara ferdên populasyona cureyên li ser rûyê cîhanê kêm dike û bi vê yekê pircureyên genetîk kêm dibin. Li gor pêşketina teknolojiyê lihevhatina bi xweza û jiyanê re jî girîng e. Mirov bi pêşketina teknolojiyê re di warê lihevkirinê pir zehmetiyê nabîne lê ev ji bo cureyên din ne wiha ye. Dema guhertin bi awayekî lezgîn bibe û teknolojî pêş bikeve cureyên zîndewerên din jî di warê lihevhatinê de tengasiyê dibînin û ev gelek carî dibe sedema koçberiyê. Dema guhertin bi lezgînî be ev yek gelek carî ji koçkirinê re jî dibe asteng. Ger cureyên ajalan ji holê rabin hevsengiya xwezayê jî wê xirab bibe. Ji ber xweza di nava hevsengiyeke bêhempa de hatiye afirandin.

Hêvî têkoşîn e

Ger em hêviya xwe winda nekin û têkoşîna xwe pêk bînin encax em bi ser bikevin. Dîsa di Gulana 2019'an de ji aliyê Lijneya Zanistiyê ya Peymana Pircuretiyabiyo  IPBES (Platforma Polîtîka-Zanist, Xizmetên Pircuretiyabiyo û Ekosîstem a di navbera Hukumetan de) raporek hat parvekirin. Li gor wê raporê ger tedbîr neyên girtin ew ê qadên jiyanê yên ji 1,7 milyon cureyên zîndeweran jê yê milyonekê teng bibin û wê bi tunebûnê rû bi rû bimînin. Cureyên êrişkar, guhertina avhewayê, guhertina habîtatê, xerckirina zêde, qirêjî jî dibe sedemên tunebûna cureyên li ser rûyê cîhanê. Ji bo parastina van cureyan jî divê mirov ji bin bandora sîstema kapîtalîst a zirarê dide xwezayê xwe rizgar bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.