Li Rojava şerê hebûnê tê meşandin
Şemî 24 Çile 2026 - 03:30

Ji bilî çeteyên DAÎŞ-HTŞ, êrîşên dagirkeriyê yên komên çete yên piştgiriya dewleta Tirk li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin û li qada navneteweyî nerazîbûn tên nîşandan. Di vê çarçoveyê de, Partiya Nû ya Antîkapîtalîst a Fransayê (NPA), daxuyaniyek weşand ku êrîşên li ser Rojava şermezar dike û bang li piştgiriya navneteweyî dike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rojava ji bo Kurd û gelên din ezmûneke alternatîf e û ev model di demên dawî de careke din ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Şamê û piştgiriya Tirkiyeyê ve tê hedefgirtin. Hate destnîşankirin ku êrîş di pêvajoyeke ku danûstandin didomin û sozên parastinê tên dayîn de pêk tên; artêşa Sûriyê derbasî rojhilatê Firatê bûye, pevçûn zêde bûne û rewş her ku diçe giran dibe. Hate gotin ku ev êrîş dewama êrîşên berê yên li ser Elewî û Dûrzîyan e. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li hemberî van gefan hemû hêzên siyasî, leşkerî û civakî yên Rojava li berxwe didin; rêveberiya PYD û QSD’ê li hemberî peymanên ku ji aliyê Şamê ve tên ferzkirin ku tê wateya teslîmiyetê red kirine. Hate bibîrxistin ku mirovên ji her çar perçeyên Kurdistanê ji bo parastina Rojava sînor derbas dikin û digihîjin herêmê. Hate destnîşankirin ku ji bo Kurdan parastina Rojava şerê hebûnê ye û wiha hate gotin:’’Konfederalîzma demokratîk a li ser xweserî, demokrasiya herêmî, azadiya jinê û jiyana hevpar a gelan tê hedefgirtin. Parastina Rojava ne tenê parastina şoreşeke di bin êrîşê de ye, parastina mafê gelan ê xwebiryardana çarenûsê ye jî.”
Kobanê temsîla cîhanê ye
Jinên Abya Yalayê li Emerîkaya Latîn jî li hemberî êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşandin. Daxuyaniya bi sernavê "Bangawaziya Jinên Abya Yala ji bo parastina Rojava" bi vî rengî ye:"Piştî bangawaziya seferberiyê ya gelê Rojava, me dît ku li çar aliyên cîhanê piştgiriya gelan û hêza jinê bajar û bajarok dagirtin.
Rojava bûye mînakeke xweseriyê li seranserê cîhanê. Şoreşa jinê, ji bo gelên li çar aliyên cîhanê têkoşînê didin, bûye mînaka berxwedan û domdariyê. Ji bo gelên Abya Yala têkoşîna xwerêvebirin, têkoşîna jinê û têkoşîna axê, dînamîka sereke ya berxwedana gelan e. Piştî bangawaziya gel û jinên Rojava, jinên ji herêmên cuda yên Abya Yalayê dengê xwe dikin yek da ku bigihîjin Rojhilata Navîn! Em piştî êrîşa li Helebê, li hember êrîşên cîhadî yên li ser axa Rojava, wekî jin dengê xwe bilind dikin! Em bang dikin ku êrîşên li ser Rojava bi dawî bibin! Em êrîşên li ser gelê Kurd ên qirkirinê, rejîma demkî ya Sûriyê, dewleta Tirk û çeteyên cîhadî yên HTŞ’ê berpirsyar digirin. Em berxwedana QSD û YPJ’ê silav dikin û xwedî lê derdikevin ku bi gelê rêxistinkirî bajar û gelan diparêze. Kobanê sembola berxwedaneye ku hemû gelên têkoşer ên li ser cîhanê temsîl dike."
Ji Kolektîfa Las Kompas a Mexico City’ê, Mina bang li parastina Rojava kir û got ku ev êrîş ne tenê li dijî Rojava ye, êrîşeke gerdûnî ye li dijî hemû gelên cîhanê. Bang bi banga çalakiyê bi dawî bû.
Inti Barrios, endama Kolektîfa Las Kompas a Meksîkayê got ku piştevaniya gelê Meksîkayê bi berxwedan û cesareta gelê Rojava re bi biryardarî bidome.
Nûnerek ji Civakên Şoreşger ên Baweriyê yên Şîlî bang li piştevaniya parastina Rojava kir û ragihand ku jinên Şîlî bi jinên Rojava re mil bi mil dimeşin.
Valeria Becerra, endama Yaguel Lavkenche li axa Mapuche diyar kir ku êrîşa li ser gelê Kurd êrîşeke li dijî hemû gelên xwecihî yên cîhanê ye.
Myriam Vargas, parêzvaneke Geliyê Cholulteca yê Meksîkayê jî da zanîn, ku ew ji herêmên gundewarî yên Meksîkayê tevlî kampanyaya piştgiriyê û çalakiyê ya ji bo parastina Rojava dibe û got:"Êrîşên li ser Rojava, êrîşên li ser gelên me yên xwe ne. Em bi kampanyaya Women Defend Rojava re dibin yek, em tevlî dengê azadiya jinên Kurd dibin!
Rojava biparêzin, Kobanê biparêzin! Bi hemû piştgirî û hêza xwe!"
NAVENDA NÛÇEYAN











