Di çanda kurdan de dankutan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 2 Hezîran 2026 - 15:45

  • Di dîroka Gelê Kurd de gelek kevneşopî hene. Ev kevneşopî her wiha wekî rêbazeke têkoşîna jiyanî jî em dikarin bigirin dest. Yek ji van kevneşopîna dankutan e. Di vir de kedeke kolektîf û berxwedaneke ji bo jiyanê jî heye.

 

Kevneşopiyên çandî di dîroka Gelê Kurd de zêde ne. Wateyên wê yên jiyanî jî hene. Li dora kedeke kolektîf hatine honandin. Ji vana yek jî dankutan e. Dankutan jî kevneşopiyeke çandî ye. Her wiha ev hunekerekê jî di xwe de dihewîne. Wexta dan bi mîrkut dihat kutandin di heman demê de jî stran jî pê re dihatin gotin. Mîrkut ji bo lêdana dan dihat bikaranîn û bi qîmet bû. Zemanê berê kortek dihat çêkirin û genim bera wê kortê didan. Bi mîrkutan, bi klaman, bi hevkariyekê ew genim dihat kutandin û piştre jî ard û savar dihatin çêkirin.

Di kevnaşopiya dankutanê de rola jinan jî girîng e. Di çarçoveya keda kolektîf de jin pêşendiyekê dikin û kedeke giranbiha didin. Li ser esasên pêdiviyeke civakî jî jin dîsa rola xwe dilîze û pêşengiyê dike.

Em dikarin kevneşopiya çandî dankutanê bi qasî aliyê hunerî ji aliyê sosyolojîk jî binirxînin. Çiqasî kevneşopiyeke balkêş be ewqas jî rastiyeke civakî jî di nava xwe de dihewîne. Dema ew dan dihat kutan xwêdana mirovan jî ji eniya wan dihat xwarê û wekî nîşaneya kedê di dîrokê de cihê xwe digire. Dankutan di gelek civatên Rojhilata Navîn de tê dîtin û ji bo dîroka wê baş bê zanîn lêkolîneke baş divê.

Me got stran jî di dema dankutanê de dihatin gotin. Lê belê li gor herêmên li Kurdistanê ev stran cuda ne. Ev stran jî bi dorê dihatin gotin. Yek mînak ev e:

"Danê danê

Danê keşkê

Tê kutanê

Danê me ye"

Her wiha straneke dankutanê ya Şivan Perwer ya bi navê Mîrkut li ser dankutanê hatiye nivîsandin.

Şivan Perwer - Mîrkut

"Ehlê Narik ehlê nar in

Mirkut bînin vî ali, zend û bendan vê malî

Doxê bigirin û rakin, bila dangoh binalî

Him dano, him xwarino, him jiyano

Kesê nekin bê îmano, kesê bikin jîn û jîyano

Hey ne li mal e ne li mal e, lawik hate pêş mal e

Ber bira te bê hal e, ji kerba keçikê dinale

 

Xwêda ava bike vê malê, keçikê bike li bermalî

Danê me ye, pel kuteye

Ew xwêdana, eniya me ye

Axa nexwe, xatûn nexwe

Ev ji keda, destê me ye.

Lawno rabin dan lêdan in, tev lê bidin nan û dan in

Zar û zêçên me birçî bûn, li payiz û zivistan in

Spas ji xwêdayê xwe bikin, daye me ev nan û dan e

Bila emrê me wiha neçe bê azadi bê îman e."

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.