Divê modela Rojava bê parastin
Şemî 31 Çile 2026 - 03:40

Senatorê Fransî Remi Feraud bal kişand ser girîngiya modela Rojava ji bo herêmê û destnîşan kir ku divê statuya xweser a Rojava bê naskirin. Remi Feraud got, "Bêdengî nayê qebûlkirin. Rojava modelek e, ji bo parastina wê divê hewl bê dayin."
Li hemberî êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna li qada navneteweyî dewam dike. Yek ji siyasetmedarên sereke yên Fransayê Senator Remi Feraud axivî.
Senator Remi Feraud anî ziman ku êrişên komên cîhadîst ên bi palpiştiya dewleta Tirk ên li ser Rojava nayên qebûlkirin, her wiha cihê fikaran e û got, "Çapemenî karakterê cîhadîst û Îslamî yê rejîma Sûriyeyê ya nû ji nedîtî ve tê. Min hefteya derbasbûyî li Senatoyê bi pêşnûme pirsekê bang li hikumetê kir. Ji bo Fransa bêdeng nemîne û pêşî li xemsariyê bigirim min hişyarî da. Ev rewş hem nayê qebûlkirin hem jî cihê fikaran bû. Niha xuya ye hin pêşketin heye lê mixabin gelekî dereng ma. Eşkere tê dîtin ku Erdogan û rejîma Sûriyeyê ya nû û cîhadîst ji bala cîhanê ya li ser Gronland, Ûkrayna û Îranê sûd wergirt û li dijî Rojava gav avêt."
Remi Feraud işaret bi êrişên giran ên li ser Kobanê kir û got, "Kobanê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Rojava jî cîhana sembolek e. Di ser têkçûna DAÎŞ'ê ya li pêşberî Kurdan û rizgariya Kobanê re 10 sal derbas bûn. Kobanê hîn jî sembolek e û di nava raya giştî ya Rojava de vê girîngiya xwe dewam dike."
Senator destnîşan kir ku seferberiya Kurdan û civaka Kurd a li Ewropayê bandor li wî kiriye û bi taybetî ji Fransayê xwest, ku di mijara naskirina xweseriya Kurdan a li Sûriyeyê de bi biryar be.
Senator anî ziman ku li pişt êrişên li ser Rojava Tirkiye heye, lewma divê pozîsyoneke bi biryar li hemberî Tirkiyeyê bê nîşandan û got, "Li dijî Tirkiyeyê divê biryardarî hebe; naxwe weke li Qibris, Qerebax û Sûriyeyê bû, wê dubare bibe. Tirkiye welatekî mezin e, endamê NATO'yê ye, xwedî girîngiya jeostratejîk e. Lê belê eger em li ber emperyalîzma Serokkomar Erdogan ranebin, em ê nikaribin Kurdan ji îradeya tinekirinê biparêzin. Ji ber vê jî divê li hemberî Serokkomarê Tirk biryardarî hebe."
Senator Feraud işaret bi girîngiya modela Rojava ji bo herêmê kir, û bi vê bangê xwest, bê parastin: "Li Fransayê ji bo parastina Rojava û modela civakeke demokratîk û wekhev û Kurdan ez ê têbikoşim. Modela Rojava ji bo Kurdan nebe nabe û ji bo tevahiya Rojhilata Navîn hêviyeke rasteqîn e. Li hemberî êrişan ez bi fikar im û xemgîn im; lê belê ez ji seferberiya ji bo Kurdan hate kirin bi bandor bûm."
Li Ewropayê her hefte çalakî têne lidarxistin û bilindkirina dengê raya giştî ji bo hikumet bikevin nava liv û tevgerê diyarker e. Ji bo parastina Rojava divê em bikevin nava liv û tevgerê."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN









