
- Di çanda kurdan de lîstik cihekî girîng digirin. Ev lîstik li ser hinek rastiyên civakî û jiyana civakî hatine honandin. Ev lîstik di heman demê de bîr, bawerî û çandekê jî radixîne pêş çavan.
Wekî erdnîgeriyeke giranbiha û dewlemend çanda Gelê Kurd jî gelekî dewlemend e. Li ser esasên vê dewlemendiyê gelek lîstik jî derketine holê. Ev lîstik her wiha dewlemendî û girîngiya zimanê dayikê jî derdixe holê. Em mînakên du lîstikên gelêrî bidin. Ev li herêmên Kurdistanê tên lîstin.
Biranê
Ev lîstikeke parastinê û di heman demê de êrişê ye. Di vê lîstikê de de mirov bi awayekî xwezayî hînî şer û parastinê dibe. Lîstikvan hunera xwe bi kar tînin û ji keviran kelekê çêdikin. Du kom bi hev re dileyizin. Hejmara wan zêde be jî xem nake. Komek jixwe, parastina kelê dikin. Li dor kelê zincireke parastinê jî tê avakirin. Koma din êrişî kelê dike da ku kelê bistîne.
Li vir taybetmendiyek derdikeve holê. Yên êrişê dibin ser kelê wê zincira parastinê divê derbas bike. Gava derbas kirin divê destê xwe li pişta wan kesên di zincira parastinê de bidin. Ev bi xwe lez û bezekê jî derdixe holê. Gava destê xwe lêxist ew kes ji zincîra parastinê derdikeve. Yên di rewşa parastinê de jî dikarin êrişî koma êrişkaran bikin û destê xwe li pişta wan bidin. Dema wiha dibe dikare wan ji lîstikê derbixin.
Koma di rewşa êrişê de dixwaze kelê hilwîşine. Lê gava xwe avêt pişt zincîra parastinê heger piyê xwe li kelê bixe, lîstik diqede. Wê demê heger hîn jî piyê xwe li kelê nexistibe, lîstikvanê koma dinê destê xwe li piştê bixe wê demê ew lîstikvan dişewite.
Pîr pîrkê
Ev jî lîstikeke cuda ye. Di vê lîstikê de tu komên li dij hevdu tune ne. Pîrik li qadê rûdinê her wiha gopalekî digire destê xwe. Di vê lîstikê de taybetiyeke dinê jî hejmara lîstikvanan ne diyar e.
Lîstikvan li dor pîrkê mîna qazekê dimeşin. Heta çongên wan dibetilin wekî qazan hereket dikin. Dawiyê bi gazîkirina pîrê re yek bi yek diherin ber destê pîrê.
Lîstikvan wê demê dibêje ‘Pîrkê pîrkê ez hatim.’ Lîstikvan hêdî hêdî radibin û çongên xwe rast dikin. Ger ku deng ji çongên wan bê pîrkê li wan nade, lê belê heger deng ji çongên wan neyê, pîrkê sê caran bi gopalê xwe li wan dixe.
NAVENDA NÛÇEYAN







