Em ê jin jiyan azadî berbelav bikin

Duşem 2 Sibat 2026 - 03:49

Êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk yên li dijî Rojava didomin û di encama berxwedana YPJ-YPG û QSD û parastina cewherî a gel de di navbera QSD û hikûmeta Şamê de di 30’ê Çile de lihevkirinek nû hat kirin. Di êrîşên hatin kirin de jin û zarok hedef hatin girtin û êrîşên li ser Kobanê tevî peymanê hîna ranewestiyaye. Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê Genevîeve Garrîgos ku li dijî êrîşên li ser Rojava îmze avêt daxuyaniya çapemeniya hevpar a parlamenterên Eniya Gel a Nû û rêveberiyên herêmî, der barê armanca êrîşan de axivî.

Şer li dijî jinan e 

Genevîeve Garrîgos daxuyakirin ku êrîşên pêk hatine li dijî jinan e û mînak herî şênber birîna porê şervaneke YPJ’ê ye û got:“Ev şer heman demê de şerê li dijî jinan e. Li Sûriyeyê jî tevgerên rastgirt piştgiriyê dibînin. Ev tevger li dijî jinan e. Li dijî wekheviya zayendî ne û li her derê cîhanê li dijî femînîstan şer dikin. Li Rojava ev kes jinan wek kole dibînin û dixwazin rejîma baviksalar ava bikin. Ji ber vê jî jinên şervan hedef digirin. Em vê li her derê cîhanê li Afganistan, Îranê dibînin. Jin hedefa van rejîman e.” Genevîeve Garrîgos bi lêv kir ku wê li dijî zîhniyeta ku jinan dikin kole têkoşîna xwe bidomînin û piştgiriya ji bo jinên li dijî vê zîhniyetê têdikoşin bidomînin. Genevîeve Garrîgos daxuyakirin ku wê tevgera ‘jin jiyan azadî’ ya Tevgera Azadiya Jinan berbelav bikin û got:“Ez xwişkên xwe yên li Kurdistan û Rojava silav dikim. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ji pergala demokratîk ditirsin 

Genevîeve Garrîgos di axaftina xwe de ev tişt anî ziman:’’Dixwazin Kurdan ji van herêman derxin. Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji bo Sûriyeyek  yekbûyî ava dike, Kurdan û kêmaran qetil dike. Niha Kobanê hatiye dorpêçkirin. Ev me dike fikaran. Ji pergala demokratîk ditirsin. Em ji Fransayê dixwazin ku xweseriya Rojava nas bikin.” 

JINNEWS/ROZERÎN GULTEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.