Hafizeya mirovahiyê parast

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Sibat 2026 - 00:55

  • Sînemavan û helbestvanê Fransî Jean Cocteau ji bo Henrî Langloîs digot; “Ejderhayê me yê ku gencîneyên me parast.” Dema mirov berê xwe dide arşîva sînemayê ya Langloîs mirov wê gavê girîngiya wî ya ji bo welatekî fam dike. Tenê ne ji bo welatekî belkî jî ji bo hemû mirovahiyê.

Henrî Langloîs meraqdarekî baş ê sînemayê bû, wî kopyayên filman ên li ser çopan kom dikir û van filman li malê dikir arşîv. Her wiha wî gelek fimên xerabûyî jî ji nûve bi hev ve dizeliqand û dikir ku xelk li van filman temaşe bikin. Bi vî awayî koleksiyoneke wî ya baş çêbûbû. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de bi zor û bela ev arşîv ji Naziyan parastibû û di sala 1936’an de “Cinémathèque Française”(Sînemateka Fransî) ava kir. Serê ewil cihekî wan ê arizî tinebû, ew û hevalên xwe li salonên sînemayê nîşandanên filman pêk dianîn. Lê di sala 1948’an de êdî saloneke wan ya sînemayê hebû ku kar û barên sînematekê li wir dimeşandin. Ji xwe bi saya Langloîs li dinyayê çanda sînematekan ava bû û li gelek welatî sînematek hatin vekirin.

Destpêkê hin sînemager jî piştgiriyê dan Langloîs û bi wextê re jî bi alîkariya Andre Malraux hikûmetê jî piştgirî da sînematekê. Niha jî qederê 60 hezar film, milyonek fotograf û afîş li sînematekê hene û ev arşîv ji hêla dewletê ve tê parastin. Di sala 1968’an de Andre Malraux ku hingê Wezîrê Çandê ye, dixwaze ji ber“rêgezên Langloîs ên ne qenc û hişk” wî ji karê sînematekê dûr bixe û fona ku dewlet dide wî jî bibirre! Li ser vê nêzîkatiyê sînemagerên Fransî û her wiha ên li welatên din helwêst nîşanî vê biryarê dan û çalakiyên protestoyî lidarxistin. Ji ber van protestoyan“Festîvala Cannesê” jî hate sekinandin. Derhêrhênerên weke Godard û Truffaut jî ji bo Langloîs derketin kolanan û xwestin ev biryar paşve were kişandin. Ji xwe dê paşîkî gelek dîrokzanên sînemayê van protestoyan weke ruhekî nû yê serbixwe şirove bikirana. Bi gotina James Monaco; “Nîqaşeke di derbarê sînemayê de bingeha şoreşa polîtîk hazir kiribû.”

Ejderhayê ku gencîneyê diparêze

Sînemavan û helbestvanê Fransî Jean Cocteau ji bo Henrî Langloîs digot;“Ejderhayê me yê ku gencîneyên me parast.” Dema mirov berê xwe dide arşîva sînemayê ya Langloîs mirov wê gavê girîngiya wî ya ji bo welatekî jî fam dike. Ji lewma kêm kes weke wî hene ku gencîneyên welatê xwe diparêzin û dikin arşîv da ku siberojê xelk jê sûd werbigirin. Ji ber van hêlên wî gelek sînemavanan Langloîs weke bavê xwe didîtin û qîmetê didan hezkirin û hewldana wî ya ji bo sînemayê. Ji xwe kesê ku ji bo “Cahiers du Cinema” malzemeyan peyda dikir û dikir ku ew li ser sînemayê bifikirin jî dîsa ew bi xwe bû. Rexnegirên di vê kovarê de li ser sînemayê nivîsandin bi saya malzemeyên wî (film û arşîv) di sînemayê de nîqaşa etîk û estetîkeke nû dan despêkirin.

Xilaskarê sînemayê

Henri Langlois qet fîlm çênekir, lê belê yek ji kesayetiyên herî girîng ê dîroka sînemayê tê hesibandin. Çawa ku Derrîda jî dibêje ew bi “taya arşîvê” ketibû. Di salên 1930’an de bi awayekî dînane dest bi berhevkirina fîlman kir û heta destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn yek ji mezintirîn komên fîlman ên cîhanê berhev kir. Bandora vê arşîvê li ser dîroka sînemaya Fransî jî gelekî zêde ye.

Langlois di wê serdemê de ku fîlmên bêdeng diguherîn û cihê xwe didin fîlmên bi deng, di salên ciwantiya xwe de ji sînemayê hez kir. Derhênerê fîlman Costa-Gavras, ku serokê Cinémathèque Française bû, dibêje: “Di destpêka salên 1930’an de hemû fîlmên bêdeng dihatin tunekirin. Wî ne tenê ji bo paşerojê, lê belê ji bo nîşandana wan jî dest bi berhevkirina van fîlman kir.” Lotte Eisner, arşîvnas û kûratorê Cinémathèque jî dibêje: “Prensîba Langlois ev bû: Çawa ku mirov divê bimeşin, fîlm jî divê biherikin. Eger hûn wan tenê di sindoqan de bihêlin, ew dimirin.”

‘Her tiştî rizgar bike’

Felsefeya Langlois ev bû: “her tiştî rizgar bike.” Hem berhemên mezin hem fîlmên nenas, hem jî fîlmên faşîst. Lîstikvan Simone Signoret di sala 1941’an de, di nav dagirkeriya Nazî de cara yekem bi Langlois re hevdîtin kir. Wê wiha got: “Langlois nîşandana fîlmên qedexekirî organîze dikir. Me fîlma bêdeng a sala 1925’an “Potemkîna Zirxkirî” li odeya xwarinê ya piçûk a diya wî temaşe kir. Diya wî kekên piçûk ên pembe li me belav dikir.” Signoret got ku ji ber temaşekirina fîlmên qedexe, îhtimal hebû ku hemû jî werin girtin. Costa-Gavras dibêje: “Ez nizanim wî çawa ew kar kir. Di dema dagirkeriyê de fîlma Charlie Chaplîn ê bi navê ‘Dîktator’ (The Great Dictator) nîşan dida. Ev cureyeke berxwedanê bû.”

‘Dema ku kesek tinebû wî nobet digirt’

Gava Almanan Fransayê dagir kir û dest bi sansûrkirin û tunekirina fîlmên Amerîkî û fîlmên derxistina Alman kir, Langlois û komek hevalên wî dest bi veşartina arşîvê li derveyî Parîsê kirin. Kûratorê fîlman Céline Ruivo dibêje: “Langlois neçar ma ku bi hezaran fîlman veşêre û sindoqan biguherîne. Heta niha jî her meh em gelek fîlmên cuda-cuda dibînin.” Derhêner Wim Wenders dibêje: “Di rojekê de dikarî fîlmekî Afrîkî yê bi jêrnivîs, fîlmekî Japonî û fîlmekî Çînî temaşe bikira.” Langlois qet xwe bi nirxandina kalîteya fîlman mijûl nedikir. Wî ji Truffaut re wiha gotibû: “Ez ji te re qet nabêjim ‘Ev baş e, ev xerab e.’ Tu xwe vedibînî. Ez ne mecbûr im ku fêr bikim. Ez tenê xwarinê datînim ser maseyê, hûn jî dixwin. Tenê xwarin, tenê fîlm. Xwarin, xwarin, xwarin, xwarin. Karê min ev e: nîşandana fîlman.”

Di xelatên Akademiyê yên 1974’an de, sê sal berî mirina xwe di sala 1977’an de, Henri Langlois ji ber parastina bêwestan a dîroka sînemayê Xelata Rûmetê wergirt. Serokê MPAA Jack Valenti, Langlois wekî “xilaskarê sînemayê” binav kir û got: “Ev mêrik, dema ku kesekî din tune bû, nobet girt.”

Wim Wenders dibêje: “Langlois nifşekî arşîvnas û derhênerên fîlman perwerde kir. Wî ramana parastina bîranîna mirovahiyê ya di dîroka sînemayê de belav kir.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.