
- Li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di pêngaveke ku pabendbûna xwe ya ji bo avakirina nifşeke hişmend, afirîner û vejandina jiyana zanîngehê wekî cihekî ji bo zanist, çand û hunerê nîşan dide, çaremîn Festîvala Biharê duh dest pê kir. Festîvalê du rojan berdewam kir û di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
Xwendekarên zanîngehê, karmendên rêveberiyê û kesayetên çandî û civakî beşdarî festîvalê bûn. Armanca festîvalê ew e ku derfetek bide xwendekaran da ku jêhatiyên xwe nîşan bidin her wiha van jêhatiyên xwe di warên curbecur de baştir bikin û atmosfereke înteraktîf biafirînin ku bibe alîkar têkiliyên civakî di navbera xwendekaran de xurt bike, zextên akademîk sivik bike û nirxên xebata daîmî û aydiyeta saziya perwerdeyê xurt bike.
Hawirdorek zindîtir û înteraktîf
Beşdaran tekezî bi girîngiya vê çalakiyê ku di piştgiriya jêhatiyên xwendekaran û pêşxistina şiyanên wan ên afirîner di warên curbecur de û di pêşxistina giyanê hevkariyê û xebata daîmî di navbera xwendekaran de ku dibe alîkar ku hawirdorek zanîngehê ya zindîtir û înteraktîftir biafirîne.
Festîvala ku îro di roja xwe ya duyemîn de hatibû li darxistin, bi gelek rêzeçalakiyên hunerî, çandî, werzîşî û kêf û xweşiyê dihewîne, berdewam kir. Her wiha van rêzeçalakiyên cihêreng de pêşbirkên cûrbecûr, pêşangehên hunerî yên ji hêla xwendekaran ve hatine amadekirin, performansên muzîk û helbestî, pêşangehên mîratî û çalakiyên ciwanan hebûn. Ev yek cihêrengiya çandî û zindîtiya xwendekarên zanîngehê nîşan da.
Festîvala Biharê ya 4’emîn a Zanîngeha Rojava bi xelatkirina beşdaran û gerandina govendên gelêrî bi dawî bû.
JÎNHA/QAMIŞLO
* * *
Di ruhê Rûsyayê de çanda Kurdî
Li peytexta Federasyona Rûsyayê, Moskowê li avahiya “Gostîny Dvor” 2’ê Gulanê festîvala navneteweyî ya hunerê bi navê “Ruhê Rûsyayê” destpê kir. Festîvala ku çanda Kurdî nîşan dide, wê heya 8’ê Gulanê bidome.
Festîval her sal bi armanca pêşxistina diyaloga çandî tê lidarxistin.
Festîval bernameyek dewlemend pêşkêş dike ku di nav de pêşangeh, pêşbirk, pêşandanên modayê û kincên dîrokî hene. Îsal di festîvalê de herî zêde balê tê kişandina li ser Kurdistanê. Bernameya çanda Kurdî di 2, 4 û 6’ê Gulanê de tê lidarxistin. Di çalakiyan de govendên kevneşopî, stranên neteweyî û çand û adetên daweta Kurdî têne nîşandan.
Di pêşangehan de jî berhemên hunera gelêrî û kincên neteweyî yên ji Kurdistanê têne nîşandan. Her wiha di çerçoveya festîvalê de şano jî têne lîstin.
Festîvala “Ruhê Rûsyayê” wek platformek diyaloga çandî di navbera gelan de tê lidarxistin û beşdariya çanda Kurdî di vê salê de bala gelek kesan kişandiye. ANF







