Ronakbîrekî winda:Hesen Qizilcî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Gulan 2026 - 18:00

  • Hesen Qizilcî, nivîsandinê ji derbirînê wêdetir, veguherandiye celebeke berxwedanê. Bi jiyana xwe ya ji rojnamevaniyê heya sirgûniyê, ji wêjeyê heya siyasetê, yek ji wan ronakbîran e ku şahidî li heyamên dîrokî yên civaka Kurdî kiriye.

Jiyana Hesen Qizilcî, bi livûtevgera siyasî ku bi hilketin û hilweşîna Komara Kurdistanê (Mehabad) dest pê kir, dirûv digire. Ev pêvajo, wî ber bi salên sirgûniyê ve dibe û dû re ji bo wî dîsa heyama vegera li welêt û girtinê dest pê dike. Di vê heyamê de, ew hem wekî rojnamevan hem jî wekî nivîskar beşdarî tevgera ronakbîriya Kurdî dibe. Bi taybetî bi xebata xwe ya di weşanên wekî "Helale" û "Kurdistan" de balê dikişine. Hilberîna wî ya wêjeyî, wekî derbirîna li dijî polîtîkayên zordar û asîmîlasyonê yên serdemê berbiçav dibin. Di vê pêvajoyê de, ew şêwazeke vegotinê ya xurt a li ser bingeha realîzma civakî diafirîne. Qizilcî bi vî rengî, ji nasnameyeke nivîskariyê wêdetir diçe, vediguhere ronakbîrekî ku ezmûna dîrokî ya civaka Kurd vediguhêzîne nivîsandinê û vê bi hişmendiyeke rexnegir berbiçav dike.

Portreya rewşenbîrekî winda

Hesen Qizilcî, nivîskarê pirtûka kurteçîrokan "Pêkenînî Geda/Kenê Parsek" ku bi zaravayê Soranî yê Kurdî hatiye nivîsandin, di sala 1914'an de li gundekî di navbera Bokan û Mahabadê de, tê dinyayê. Ji zarokatiya xwe ve, ew bi bandora malbata xwe û derdorê, perwerdehiyê digire û bi taybetî Farisî û Erebî fêr dibe. Lêbelê, ew perwerdehiya xwe ya medreseya klasîk temam nake. Ev pêvajoya destpêkê ya fêrbûnê şiyana wî ya zimanî û paşxaneya wî ya ronakbîrî pêş dixe û wî ji xeta olî ya kevneşopî wêdetir, ber bi lêgerînên civakî û çandî ve dibe. 

Salên Mehabadê  

Nasnameya Qizilcî ya wêjeyî û siyasî bi veguherînên dîrokî yên li Rojhilatê re dirûv digire. Ew, di pêvajoya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de cih digire. Di serdema Komara Kurdistanê de ku di sala 1946'an de hat ragihandin, ew bi awayekî çalak di rojnamevanî û weşangeriyê de cih digire. Di vê serdemê de, ew dibe sernivîserê kovara Helale ku bi taybetî ji bo keçan dihat weşandin û ji bo rojnameya Kurdistanê gotaran dinivîse. Ev xebat, nîşan didin ku ew ne tenê nivîskarek bûye, di heman demê de beşeke çalak a tevgera ronakbîrî ya Kurdî jî bûye. Ev heyam, nasnameya wî diyar dike; nivîsandin, ji bo wî ne navgîneke hilberînê, dibe qadeke berpirsiyariyê.

Gotina "Xwezî gelekên wiha ji me hebûyana!" a Qazî Mihemed a der barê Hesen Qizilcî û nifşê wî de, bi zelalî bandora vê nifşê û hêviyên ronakbîrî yên wê demê dide der.

Hilweşîna Komara Kurdistanê, bandoreke giran li jiyana Qizilcî dike. Piştî vê qewimînê, ew diçe Başûr û ji bo wî heyameke dirêj a sirgûniyê dest pê dike. Sirgûn, ji bo wî, ne tenê dûrketineke şûnwarî ye, di heman demê de dibe heyama kûrbûna cîhana wî ya ronakbîrî. Piştî Şoreşa Îranê ya 1979'an ew vedigere welêt. Di vê demê de, tev li Partiya Tudehê dibe û dibe yek ji berpirsên rojnameya Nameyê Mardom. Lêbelê, ji ber xebatên xwe yên siyasî, ew di sala 1984'an de tê girtin û piştî vê tu xeber jê nayên girtin. Ev windabûn, jiyana wî dike semboleke xurt a zilm, bêdengî û nediyariya ku ronakbîrên Kurd pê re rû bi rû dimînin. 

Wêje û berxwedan

Wêjeya Qizilcî tenê çîrokan nahilberîne, di heman demê de rastiya civakî jî eşkere dike. Polîtîkayên asîmîlasyonê, bi taybetî yên di serdema Reza Şah de, zexteke giran li ser ziman, çand, cil û berg û pergala civakî ya Kurdî dikin. Di van şert û mercan de, Qizilcî û hevçaxên wî, wêjeyê ne wekî qadeke îfadeyê, wekî celebeke berxwedanê bi kar tînin. Li vir, nivîsandin ji fikareke hunerî wêdetir, vediguhere şahidiyeke hebûnî.

Ên nayên dîtin

Di çîrokên Qizilcî de, beşên curbicûr ên civaka Kurd xuya dibin. Gundiyên belengaz, karker, kedkar, jinên bindest, kesên ku bi îstîsmara olî re rûbirû û axa û beg ne tenê karakter in. Ew beşeke ji pergala civakî ne. Hêza vê vegotinê, ji vegotina bûyeran nayê, ji eşkerekirina cîhana hundurîn a takekesî ya bi zexta civakî tê. Ji ber vê yekê, nivîs tenê çîrokan venabêjin, di heman demê de mirov û civakê bi hev re dadihurînin.

Ev nêzîkatî, wêjeya wî vediguherîne qadeke rexneyê ya domdar. Her çend bûyerên ku hatine vegotin li rabirdûyê mabin jî, lê diyardeyên ku ew nîşan didin girîng in. Kedxwarî, newekhevî, zordarî û neheqî bi awayên cuda ji nû ve derdikevin holê. Ji ber vê yekê, çîrokên Qizilcî ji çarçoveya metnên dîrokî dertên, dibin şahidiyeke civakî ya domdar. Li vir, wêje tenê rabirdûyê venabêje, di heman demê de roja îro jî eşkere dike.

Şahidî û bîr

Di vê çarçoveyê de, Hesen Qizilcî ne tenê wekî nivîskarek, di heman katê de wekî kirdeyeke şahid û mudaxil di wêjeya Kurdî de cih digire. Jiyana wî ku bi sirgûn, girtin û zordariya siyasî ve dirûv girtiye, hilberîna wî tîrtir kiriye. Ew, wekî dengê ku êş û azar, nakokî û têkoşînên civaka xwe berbiçav dike, dimîne. Di vî warî de berhemên Qizilcî, di bîra civaka Kurdî de hem wateyeke çandî hem jî ya siyasî dihewînin. 

RÊDÛR DÎCLE/MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.