Dengekî nemir; Îbrahîm Xeyat

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Gulan 2026 - 17:00

  • 21 sal li ser koça dawî ya huermendê nemir yê Kurd Îbrahîm Xeyat re derbas dibe ku yek ji dengên resen ên hunera Kurdî bû.

Hunera resen a Kurd li ser bingeheke dengê resen hatiye avakirin. Bi sedan hunermendên deng xweş dest bi avakirina vê bingeha hunerê kiriye. Yek ji van hunermendên deng xweş Îbrahîm Xeyate ku bi hest û sozên Kurdbûnê tevlî parastina dewlemendiya mezin ya Kurdistanê bûye.

21 sal li ser koça dawî ya huermendê nemir yê Kurd Îbrahîm Xeyat re derbas dibe ku yek ji dengên resen ên hunera Kurdî bû.

Îbrahîm Xeyat kî ye?

Îbrahîm Mihemed Mustefa bi nasnav ‘Îbrahîm Xeyet’ sala 1931’an di nava malbateke hejar a Kurdperwer de li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hatiye dinê. Temenê wî 1 sal bû, bavê wî wefat dike û temenê 6 salî de jî dest bi xwendinê dike. Ji ber hejariyê nikare xwendina xwe temam bike û dawî li xwendina xwe tîne.

Di temenê xwe yê zarokatiyê de neçar dibe dest bi karkeriyê bike û debara jiyana malbata xwe dabîn bike. Piştî dawî li xwendina xwe tîne, ji bo fêrbûna karê dirûtinê ‘xeyat’ diçe gel birayê xwe Hosta Tofîq û dibe şagirtê wî. Piştre jî fêrî pîşeyê dirûtinê dibe û weke dirûnvaneke pispor dest bi kar dike.

Hejarî û karkirina berdewam ew ji hunera wî sar nekir, ji bo wê di temenê ciwaniyê de bû endamê Koma Mûzîka Mewlewî û gelek berhem tomar kir.

Roja 14’ê Tîrmeha 1958’an sirûda niştîmanî gotiye û helbest ji bo heskiriya xwe gotiye. Her wiha di heman salê de li Viyanayê hatiye vexwendin. Di vê salê de hemû komên derve hatibû vexwendin. Îbrahîm Xeyat bi dengê xwe yê xweş, hemûyan sersûrman dike û sirûda netewî pêşkêşî mêhvanan dike.

Sala piştî wê dibe endamê Koma Mûzîka Silêmaniyê. Li gel komên din yên Silêmaniyê û bajarên din strand distire. Di sala 1960’an de li Bexda tevlî radyaya Bexda dibe û gelek stranan tomar dike. Ji vana ‘Te çima ez kirim rêncber? Gera Kolonyal, Hîlafî Bexda, Tu ji Gulê Bedewtirî û Pir Ji Te Hez Dikim Welatê Min’ bûn.

Îbrahîm Xeyat li pey xwe malbateke hunerê hişt ku li ser rê û rêbaza wî meşiyan. Her yekê cihê wan di hunera Kurdî de diyarin ku ew jî Goran, Cîhan, Jiyan, Kîjan û Soranin.

Îbrahîm Xeyat zêdetirî 100 stran tomar kiriye û pêşkêşî hunera resen ya gelê Kurd kiriye. Berhema wî ya herî dawî sala 2000’î bi navê ‘Serinc’ tomar kiriye. Dîsa salên borî, du meqam û stranên berê nûjen kiriye ku ew jî ‘Fatîmeya pîroz, Dilê min her ew dilê carane û Bihar’ bûne.

Hunermend Îbrahîm Xeyat di temenê xwe yê 74’ê de roja 4’ê Gulana 2005’an ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dide. Nav û dengê, hunera wî ya resen heta îro jî maye.

ROJNEWS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.