
Li Ranyeyê xwendevan û mamosta ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û bê navber dirûşmeya ‘yek nîştiman û yek netew’ qêriyan. Piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dike. Divê çarçoveyê de îro li bajarokê Ranye bi pêşengiya Rêveberiya Perwereyê ya Raperîn, çalakiyek hate lidarxistin. Tevî hemû dibistanên hikumî, xwendevanên hemû dibistanên taybet jî tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan berxwedanê. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi Rojava re hatin bilindkirin. Mamosta û xwendevanan ragihandin ku divê nifşê nû bi ruhek netewî perwerde bibin û ji cîhanê re bêjin ku êşa Rojava êşa wan hemûyane.
ROJNEWS/RANYE















