
Roja yekem a Festîvala Şanoya Kolanan a Navnetewî ya Kerkûkê bi beşdarbûna hunermendên ji bajêr û bajarên din yên çar parçeyên Kurdistan û Iraqê destpê kir.
Starta festîvalê ji taxa Şorjê heta Navenda Çandî ya Kerkûkê meşiyan û bi karnavalek girseyî û çend performansên şanoyî hatin pêşkêşkirin. Roja yekem a Festîvala Şanoya Kolanan a Navnetewî ya Kerkûkê îro li Navenda Çandî ya Kerkûkê destpê kir.
Festîval bi karnavaleke mezin ji taxa Şoreş heta navenda çandî ya bajêr destpê kir û çend performansên şanoyê, stran û govend hatin pêşkêşkirin. Di nav wan de şanoya “Hezar” jî hebû, ku ji aliyê hunermendên şanoyê yên bajarê Koyê ve hate pêşkêşkirin.
Paşê karnaval bi şêweyê meşê berdewam kir. Di meşê de, performansek reqs hate pêşkêşkirin, ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatibû amadekirin. Piştre, ji bo temaşevanan performansek stran û reqsê hate pêşkêşkirin, ku ji aliyê Koma Hunerê ya Netewî ya Silêmaniyê ve hatibû amadekirin.
Paşê lîstikeke din ji bajarê Kut yê Iraqê hatibû amadekirin, hate pêşkeşkirin. Di dawiya karnavalê de, li Navenda Çandî ya Kerkukê leyîstineke şanoyê ya reqsê hate pêşkêşkirin, ku bi hevkariya Belçîka û Peymangeha Hunerên Bedew ya Silêmaniyê hatibû amadekirin.
Festîvala şanoya kolanan festîvalek salane ye, gera nehan biryare ku sê rojan bidome. Ev festîval neh salin bênavber tê lidarxistin û hunermendên ji Kurdistan, Iraq û cîhanê beşdar dibin.
ROJNEWS/KERKÛK













