- Çand, huner û nexasim jî dengbêjî hîmên bingehîn ên hebûna Kurdan in. Egîdê Cimo yê ku weke “mîrê bilûrê” jî dihat nasîn, li ser van hîman hebûna Kurdan qewîtir kir. Wî dixwest piştî bimire ji ev rêûresm bi dawî nebe û hunerê kurdî her zindî be. Va ye, ev daxwaza Egîdê Cimo pêk hat û li Stenbolê Akademiya Muzîkê ya Egîdê Cimo vebû.
OMER ÎBRAHÎMOGLU / MA / STENBOL
Muzîkjen Kemal Yildirim da zanîn ku ji bo çand û muzîka kurdî bi awayekî akademîk bi pêş bikeve, wan Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo vekiriye û ji bo xelk xwe beşên cihê yên li dibistanê qeyd bike, bang kir.
Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ji bo bibîranîna muzîkjenê kurd Egîdê Cimo li Stenbolê hat vekirin. Egîdê Cimo yek ji navên girîng ên Radyoya Erîvanê bû û bi navê Mîrê Bilûrê tê naskirin. Dibistan 28'ê Mijdarê li Navenda Çandê ya Kadikoy Kozyatagiyê hat vekirin. Dibistan serê pêşî wê li ser muzîkê, lê her wiha di gelek warên din ên hunerî de jî perwerde bike. Dibistan qeydên ji bo dersan dane destpêkirin.
Li dibistanê ji bilî perwerdehiya muzîkê ya teorîk, dê perwerdehiya ji bo lêxistina amûrên cur bi cur ên wekî solfejin û piyanoyê û her wiha perwerdehiya deng û rîtmê bê kirin. Kesên ku xwe qeyd bikin wê du salan perwerde bibin. Yên di navbera 7-12 salî û yên di navbera 15-25 salî de dikarin qeydên xwe çêkin.
Kesên ku bi şêwezarên Kurmancî, Kirmnanckî û Soranî dizanin, dê karibin xwe li dibistana ku zimanê perwerdehiyê lê Kurdî ye, qeyd bikin.
Muzîkjen Kemal Yildirim ku di heman demê de yek ji mamosteyên akademiyê ye behsa armanca akademiyê kir.
Bi awayekî akademîk û zanistî
Kemal Yildirim da zanîn ku Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo, ev demeke dirêj e di rojeva wan de bûye û got, “Me ev dibistan wekî cihekî ji bo qederê 5 milyon Kurdên li Stenbolê sêwirand da ku karibin bi awayekî akademîk û zanistî xwe bigihînin çand û zimanê xwe. Em armanc dikin ku muzîka Kurdî bi awayekî akademîk û zanistî bi awayekî nû bi pêş bikeve. Em armanc dikin ku rêûresmên çand û hunerî ku Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Stenbolê qederê 35 salan bi berdêlên mezin derxistiye holê, bi awayekî zanistî û akademîk bi pêşvetir bibin."
Perwerde û girîngiya dengbêjiyê
Kemal Yildirim, destnîşan kir ku dibistan dê bi giranî di warê muzîkê de bixebite û got, “Şagirt dê di her warê muzîkê de xurt perwerde bibin. Ew ê li vir fêrî enstrumanên muzîkê jî bibin. Her wiha li ser dîroka muzîka Kurdî wê perwerde hebe. Ji bo nimûne; dersên wekî dengbêjî çi ye û girîngiya wê çi ye, wê bên dayîn. Herwiha dê perwerdehiya ziman jî hebe."
Yildirim, bal bire ser wê yekê ku divê muzîk û çanda Kurdî bi awayekî akademîk bi pêş bikevin û got, “Helbet li Kurdistan û Tirkiyeyê di vî warî de gelek lêkolîn tên kirin. Serketinek çêbû. Em hewl didin li Stenbolê, meydaneke akademîk ava bikin. Bi vî awayî, ciwanên Kurd yan jî hevalên ku dixwazin muzîka Kurdî bi pêş bikeve, dikarin miracaetî me bikin.”
Daxwaza Egîdê Cimo bi cih anîn
Yildirim sedema hilbijartina navê Egîdê Cimo ya ji bo akademiyê jî rave kir û got; “Pêwîst e behsa keda Egîdê Cimo ya ji bo çand û muzîka Kurdî were kirin. Em ê bi şopandina wî û zêdekirina xebatên wî xebatên xwe bidomînin. Daxwazek wî jî hebû. Gelek caran gotiye, gelo gelê Kurd wê li ser navê min tiştekî bike? Me xwest li ser navê wî dibistaneke muzîkê ava bikin. Ez ji gelê me yê li Stenbolê re dibêjim; em li benda wan kesan in yên ku ji çanda xwe hez dikin û dixwazin zimanê xwe hîn bibin."