Beşer Şahîn li Amedê derket ser dikê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Cotmeh 2025 - 00:30

Li Amedê bi boneya keda jinê were nasîn Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a şaredariya Peyasê Mihrîcana Çand û Parvekirina Keda Jinan Park Ormanê li dar xist. Mihrîcana 3 roja berdewam kir îro dawî bû. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û gelek kes tev li mihrîcanê bûn. Di mihrîcanê de gelek şaredariyên navçeyên Amedê, saziyên jinan û jinên kedkar stand vekirin. Jinên Amedê bi coşek mezin tevlî mihrîcanê bûn. Di roja dawî de hunermend Beser Şahîn derket li ser dike û mihrîcan bi konserê dawî bû.

Beser Şahîn, ji ber zextên dewletê di salê 90î de berê xwe da Ewropayê û piştî 30 salan li Amedê konsera xwe ya yekemîn da. Beser Şahîn di serî de gelê Amedê û gelê Kurd silav kir.

Di roja dawî de gel eleqeyek mezin nişanî standên jinan dan. Çalakiyên werzîşê û Atolyeya Boyaxkirina Keviran hat lidarxistin. Piştî Atolyeya Boyaxkirina Keviran, Beser Şahîn derket li ser dikû. Gel bicoş û kelecaneke mezin Beser Şahîn pêşwazî kir.

Mihrîcan bi stranên Beser Şahîn û gerandina govendê dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.