Li Kerkûkê Festîvala Zimanê Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Cotmeh 2025 - 00:57

Li Kerkûkê bi amadebûna berpirsên îdarî û perwerdê, her wiha mamosta û xwendekarên zimanê Kurdî festîvala ‘Destkeft û Qonaxa Nû ya ji bo Vegera li Zimanê Dayîkê’ hat lidarxistin. Di festîvalê de li ser giringiya zimanê Kurdî axaftin hatin kirin.

Li salona Bolîvard a Kerkûkê bi amadebûna berpirsên îdarî û perwerdê her wiha mamosta û xwendekaran, festîvala ‘Destkeft û Qonaxa Nû ya ji bo Vegera li Zimanê Dayîkê’ hat lidarxistin.

Festîvalê bi sirûda Ey Reqîb û deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Rêveberê Xwendina Kurdî ya Kerkûkê Mamosta Kameran axaftinek kir û got: “Em bi xwendekarên xwe yên serkeftî û destkeftiyên di warê perwerda Kurdî de serbilindin. Em li vê derê mizgêniyê didin mamostayan ku wê di demek kin de zevî bi wan were dayîn.”

Piştre li ser kar û çalakiyên xwendina Kurdî ya Kerkûkê sînevîzyonek hat nîşandan. Piştre xwendekarên dibistana dayîkê derketin ser dikê û çalakiyek hunerî pêşkêş kirin.

Di çalakiyên di festîvalê de hatin kirin de îşaret bi giringiya zimanê Kurdî hat kirin. Piştre jî du xwendekarên jin derketin ser dikê û helbestên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiya festîvalê de jî ji aliyê rêveberiya perwerda Kurdî ya bajêr ve xelatên rêzgirtinê pêşkêşî hin mamosta û xwendekaran hatin kirin.

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.