Li saziyan hişmendiya netew-dewletê
În 17 Cotmeh 2025 - 03:40
Koleja TED’ê ya li Amedê, di çarçoveya “26’ê Îlonê Cejna Zimanê Tirkî” de çalakiyek li dar xist. Çalakî, ji bo zarokên temenê wan di navbera 7 û 13 salî de hat lidarxistin. Di çalakiyê de dovîzên pesnê Tirkî didin bi zarokan dan hilgirtin. Di çalakiyê de fermana Karamanoglû Mehmet Beg ê Tirkî ferz dikir û ji bilî Tirkî hemû zimanên din qedexe dikir bi zarokekî dan xwendin. Di fermana Karamanoglû Mehmet Begê de wiha tê gotin:“Ji vir û şûnde li dîwanê, li dergahê, li çargahê û li Meclis û meydanan ji bilî Tirkî wê bi tu zimanan neyê axaftin.” Rêveberiya kolejê ev çalakî li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal parve kirin û piştî nerazîbûnan jî rakir. Bi vê bernameya nijadperest careke din, polîtîkayên li ser zimanê kurdî ên nijadperest hat rojevê. Derbarê mijarê de mamosteya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Sevîşoglu û Hevseroka Şaxa 2'yemîn a Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Amedê, Duygu Ozbay ji ajansa mere axivîn. Dîlan Sevîşoglu, bal kişand ser neqebûlkirina zimanê Kurdî û got:“100 sal zedetir e li Tirkiyê tê xwestin ku zimanê Kurdî bê tunekirin. Tunehesibandina zimanê Kurdî tê wateya tunehesibandina gelê Kurd. Li gel vê jî dewleta Tirk li hin platforman dibêje ‘zimanê Kurdî ne qedexe ye. Lê rastî ne wisa ye. Heger behsa aştiyê tê kirin, divê di serî de zimanê Kurdî bê qebûlkirin û li hemû qadan bi awayê fermî bê bikaranîn. Divê di alî xurtkirina saziyên ziman de herkes erka xwe bi cih bîne û xwe berpirsiyar bibîne. Divê zarokên kurd li hemû dibistanan bi awayekî fermî bi zimanê xwe bên perwerdekirin."
Em alternatîfan pêşkêş dikin
Duygu Ozbay jî bal kişand ser erîşen li hember zimanê Kurdî û got:“Di bingeha erişen nijarperest de hişmendiya netew dewletê heye. Netew dewlet li ser zîhnîyeta tekakesî xwe dide ava kirin. Li tevahî cîhanê li dora 7 hezar ziman hene. Lê belê li hemberî vê li dora 200 netew dewlet jî hene. Li hemberî 7 hezar ziman 200 netew dewlet ne mimkûn e. Netew dewlet di hişmendiya xwe ya serdest de yek ziman derdixe peş û hemû zimanên din tune dihesibîne. Dewlet dibeje alternatîf ji bo sîstema ku me ji bo perwedeyê amade kiriye tune ye. Le belê ne wisa ye, em sîstemeke demokratîk a di perwedeyê de nîşanî wan didin. Di perwerdeyê de demokratîkbûyîn bi dayîna perwerdeya bi zimanê dayikê tê avakirin. Polîtikayên ku li ser newekheviyê hatine pêşxistin divê bên guhertin. Sîstema kû niha li dibistanan heye zimanê şer û nefretê pêşve dibe. Qadên perwedeyê qadên îdeolojîk in û dema em niha dinêrin netew dewlet xwe li van qadan dide jiyîn. Her ku diçe neo-liberalîzm li qadên perwerdeyê pêşve diçe.”
JINNEWS/DERYA REN