Ji Siwêdayê bi hunerê nameya jiyanê!

Nûçeyên Çand/Huner

În 17 Cotmeh 2025 - 00:52

Li salona ‘Rayat Beyt El Een’ a li bajarê Siwêdayê weşeya karê hunera şêweyî bi navê ‘Bayê Başûr’ hate lidarxistin. Hejmareke şêwekarên jin û zilam ên ji herêmê beşdarî werşeyê bûn. Di roja yekem a werşeyê de şêwekaran 4 tablo xêz kirin. Tê payîn ev werşe hefteyekê dewam bike. Tê gotin di encamê de wê tabloyên cuda werin xêzkirin.

Ev werşe di çarçoveya zêdekirina hunerê di bajar de, her wiha wekî hewldana şêwekar û hunermendên herêmê ye ku nêrîna xwe parve bikin û nameya xwe ya ‘Siwêda ji jiyanê hez dike’ bigihînin her kesî ye. Beşdaran got tevî dorpêç û embargoya ji aliyê hikumeta veguhêz li ser Siwêda hatiye ferzkirin, ew nameya xwe digihînin cîhanê.

Şêwekar Nîdal Xiwês der barê werşeya ‘Bayê Başûr’ de hestê xwe wiha derbirî: “Ev zemîneke azad nîşan dide. Şêwekar rewş, dîrok û nasnameya xwe ya resen li Sûriyê nîşan didin. Hunermed û şêwekar beşek ji civak û erdnîgariya xwe ne. tevî zextan nayên guhertin. Berovajî bi israr û bi rengan azadî û ramanên xwe vedijîne.”

Şêwekara bi navê Heyfa Ebid El Heyî li ser werşeyê ev tişt anî ziman: “Ev xebat di demekê de sekn û bê dengî di rewşa Siwêda de heye, pêk tê. Ji bo pêkanîna hêviyê û têkoşîna li dijî xalên neynî huner pêwîstiyek e. Bi hunerê hemû qadên jiyan ji nû ve vedijin.”

Kesên serdana werşeyê dikin, diyar kir ku huner li Siwêda bûye alaveke berxwedanê û ew ê tu carî paşguhkirinê qeûl neke, her wiha riwê civaka başûrê Sûriyeyê bi hunerê ji nû ve xêz dibe.

ANHA/SIWÊDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.