Divê dewlet xizmeta Kurdî jî bike

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 17 Cotmeh 2025 - 00:50

  • Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” di roja duyemîn de didome. Di rûniştina pêncemîn de “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Ekolojî, Perwerde û Qadên Din Ên Kedê” hat nîqaşkirin.

BAZÎD EVREN-ONDER AKBÛLÛT / AW / WAN

Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ku ji aliyê Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ve li Wanê tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Di rûniştina pêncemîn de Abbas Bîngol, Lokman Babat, Muhyettîn Aksîn, Hasan Erzî û Esma Gumuş mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Ekolojî, Perwerde û Qadên Din Ên Kedê” pêşkêş kir.

Endamê Egîtîm-Senê Lokman Babat, anî ziman ku Kurdan ji bo maf, çand û zimanê xwe berxwedaneke gelek mezin daye û da zanîn ku di salên 1990î de jî gundên Kurdan hatin valakirin. Lokman Babat, diyar kir ku bi derketina ji gundan re bişaftinê dest pê kir û got: “Me zimanê xwe ji bîr kir û me texteke gelek biqîmet ji bo Tirkî çêkir. Lê bi saya tevgerê û cangoriyên xwe em hişyar bûn û dîsa li zimanê xwe xwedî derketin. Zimanê zarokan zimanê pêşerojê ye. Mixabin niha zarokên me ne tenê li dibistanan, li mal û sûkê jî bi Tirkî diaxivin. Ziman, ji aliyê derûnî heta aliyê akademîk, ji aliyê baweriyê heta perwerdehiyê bandoreke gelek mezin dike. Tenê bi çend şexs û saziyan em nikarin zimanê xwe ji xetereyê xelas bikin. Divê dewlet çawa xizmeta Tirkî dike, wisa xizmeta Kurdî jî bike. Divê zimanê me bibe zimanê jiyanê, divê rêveberên me yên hemû saziyan Kurdî biaxivin. Divê em bi Kurdî danûstandinên xwe yên rojane bikin.”

‘Divê zimanê tendirûstî û xizmetgûzariyê bibe Kurdî’

Li ser navê qada tendirûstiyê Abbas Bîngol mafê axaftinê hilgirt û da zanîn ku ziman ji bo civakê çand, huner, civak û hebûn e. Abbas Bîngol, diyar kir ku dixwazin Kurdan ji zimanê wan dûr bixin û got: “Ev yek bi sîstema modernîteya kapîtalîst tê kirin. Pergal, jiyanê li gor berjewendiyên xwe organîze dike û dixwazin Kurdan bihelîne. Di dîroka mirovahiyê de tendirûstî cihekî gelek taybet digire. Mixabin polîtîkayeke me ya tendirûstiyê nîne. Polîtîkayên tendirûstî û xizmetgûzariyê divê nebe polîtîkayên bişaftinê. Divê herkes bi zimanê xwe xizmeta tendirûstiyê bigire. Divê zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, divê ji bo kedkarên tendirûstiyê dersên Kurdî bên dayîn. Lê mixabin hînkerên me yên Kurdî yên qada tendirûstiyê gelek kêm in û divê em hînkerên tendirûstiyê derxin. Her wiha divê ferhenga termînolojiya tendirûstiyê bê derxistin.”

‘Parastina ziman parastina xwezayê ye’

Aktivîstê Ekolojiyê Muhyettîn Aksîn jî anî ziman ku jiyana mirovan bi xwezayê re girêdayî ye û anî ziman ku lewma heke civakek xwecihî nebe nikare zimanê xwe biparêze. Muhyettîn Aksîn da zanîn ku parastina ziman bi parastina xweza û ekolojiyê re girêdayî ye û got: “Polîtîkayên serdestên me, em ji gundan derxistin û ji xwezayê dûr xistin. Bi deh hezaran cangoriyan canê xwe dan ji bo ku em bijîn, lewma divê em bes gotin bikin, dest bi patinê bikin.”

‘Koçberiyê zimanê me bişaftî ye’

Li ser navê qada koçberiyê Hasan Erzî jî bal kişand ser polîtîkayên koçberiyê û destnîşan kir ku Kurdan koçî ku derê kiribe, bûne ji wan neteweyan. Hasan Erzî da zanîn ku Kurd dest ji welatê xwe berdidin û diçin dîasporayê. Hasan Erzî bi lêv kir ku divê li hember bişaftina li dîasporayê qada siyasetê polîtîkayan pêşbixe û wiha berdewam kir: “Bila her Kurdek berê xwe bide Kurdistanê. Lazim e em bikevin nava liv û tevgerekê ku ciwanên me neçin dîasporayê.”

‘Em li benda gavên şênber in’

Berhevkara Folklora Kurdî Bêrîvan Matyarê diyar kir ku armanca wan ew e ku li ser axa xwe bi zimanê xwe hebin û da zanîn ku ew dixwazin bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin, hilberînin, şano û festîvalan çêbikin. Bêrîvan Matyarê anî ziman ku ev salek e ew heya astekê vê yekê pêk tînin lê ev ne bes e û got: “Em li benda gavên şênbertir in; li benda gavên fermî ne, li benda gavên qanûnî ne. Belê di warê êrişan de sistbûnek heye lê hê jî rîsk û tehlûke hene li ser zimanê Kurdî.” Di berdewamiyê de Bêrîvan Matyarê destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî di dibistanan de bibe zimanekî bingehîn yê perwerdehiyê û ev tişt got: “Em di vê mijarê de li benda gavên şênber in. Heta niha xebatên ji bo Kurdî li ser saziyên sivîl tên meşandin lê ev jî têrê nake. Divê em wekî siyaset, şaredarî xwe bêtir rêxistin bikin. Komxebatên weke vê komxebata îro gelek girîng in. Lê divê xebatên bi vî awayî berdewam bikin.”

‘Em ê bi yek helwestî pêşniyaran pêşkeş bikin’

Rêveberê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê (ARÎ-DER) Nûh Bozkûr, bal kişand ser giringiya komxebatê û got: “Ev komxebatên bi vî rengî dê di aliyê fermî de, di aliye sekin û helwestê de bibe alîkar ku sazî û dezgehên Kurdî partiyên Kurdan bi yek helwestî pêşniyar û daxwazên xwe pêşkêşî dewletê bikin. Ya din jî em dizanin ku şert û mercên parastin û pêşvebirina zimanekî bêyî statu, bêyî derfetên perwerdehiyê çênabin. Ev komxebat dê bibe destpêka daxwazên şênber yên sazî û dezgehên Kurdî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.