Nagîhan Akarsel hêviya jiyanê bû

Nûçeyên Jin —

Yekşem 4 Cotmeh 2026 - 15:00

  • Oyku Dîlara Keskîn ku rojnameger û kedkara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel vegot, da zanîn ku wê di salên DÎHA’yê de Nagîhan nas kiriye û got: “Nagîhan bi kêf, berxwedêrî û felsefeya xwe rê da ber nûçegîhaniya jinê. Hevala Nagîhan tenê nûçe çênedikir. Mîlîtanî nîşanê me da. Mezinkirina mîrateya Jineolojiyê ya hiştiye berpirsyariya me hemûyan e.”

 

Nagîhan Akarsel di 24’ê Hezîrana 1997’an de li gundê Golyazi yê Cîhanbeylî yê Konayayê hat dinê û piştî dibistana amadehiyê Beşa Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Gazî ya Enqereyê qezenc kir. Nagîhan ku di temenê biçûk de tevli têkoşîna jinê bû di 2001’ê de hat binçavkirin û hat girtin. 5 salan girtî ma û piştî vê xebatên xwe yên akademîk meşand.

Nagîhan Akarsel di 2008’an de di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de (DÎHA) dest bi xebatê kir. Nagîhan Akarsel di 2013’yan de xebatên xwe li Rojava berdewam kir û di Beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava de xebat meşand. Piştre derbasî Silêmaniyê bû û xebatên xwe li wir domand. Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Piştî bi hevkariya jinan proje û xebatên Nagîhan Akarsel ketin jiyanê.

Oyku Dîlara Keskîn ku di dema DÎHA’yê de Nagîhan Akarsel nas kir der barê wê de axivî.

Oyku Dîlara Keskîn da zanîn ku di salên 2011-2012’yan de Nagîhan li buroya DÎHA’yê ya Stenbolê nas kiriye û got: “Nagîhan wê demê li buroya ajansê ya Enqereyê bû. Beriya ez wê bibînim behsa wê dihat kirin. Xebata wê dîsîplîna wê, dihat vegotin. Mînak dihat nîşandan. Di 2011’an de operasyona KCK’ê pêk hat. Gelek hevalên me hatin girtin. Nagîhan hat Stenbolê.”

Oyku Dîlara Keskîn daxuyakirin ku Nagîhanê hem edîtorî hem nûçegîhanî dikir û got: “Wê demê me hev nas kir. Tevî ez nûçegîhana çend mehan bûm, Nagîhanê hevaltiyek baş dikir. Wisa dest dida me em ji nûve heyî dikirin. Gelek hevalên jin hebûn. Gelek hatibûn girtin. Ew ji bo piştgiriyê hatibû. Em hemû nû bûn. Me nikaribû nûçe binivîsiya. Hevala Nagîhan got îro em yek naxebitin em diçin Parka Yildiz.”

Oyku Dîlara Keskîn da zanîn ku wê rojê li parkê demên ji dil derbas kirine û li ser nûçegîhanî û pîşeyî axivîne. Oyku Dîlara Keskîn got Nagîhan Akarsel bi sekn û rehberiya xwe rêhevaltî çawa ye nîşanê wan daye û ev tişt vegot: “Me behsa jiyanên xwe kir. Em ji çi hez dikin ji çi hez nakin. Hevala Nagîhan rêhevaltî nîşanê me da. Nagîhan mîlîtanek bi kêf bû. Hevala Nagîhan her tim berxwedan û hêvî mezin dikir.  Mîlîtaniya wê di asta herî jor de bû. Nagîhan ji bo min têkoşîn bû.”

Oyku Dîlara Keskîn daxuyakirin ku dema agahiya qetilkirina Nagîhan Akarsel girtiye êşek ji kûrahî hîs kiriye û wiha dawî lê anî: “Hevala Nagîhan mîrateyek mezin ji me re hişt. Divê em mirateya wê mezin bikin. Ew ronahî jiyana nû bû. Afrînera jiyana nû bû. Divê em mîrateya wê ya jîneolojiyê mezin bikin. Divê em bibin bersiva têkoşîna wê.”

JINNEWS/STENBOL/ELFAZÎ TORAL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.