
Peywendiya di navbera jin û pirtûkan de peywendiyeke kûr û bi hêze. Pirtûk ji bo jinan ne tenê çavkaniyeke agahdariyê ye, belê deriyeke ji bo fêrbûn, hişyarî û pêşxistina kesayetiyê. Bi rêya xwendina pirtûkan, jin dikarin fikirandina xwe berfireh bikin û ji ezmûn û ramanên kesên cuda fêr bibin.
Ji ber vê yekê, peywendiya jin û pirtûkan peywendiyeke zanistî, rewşenbîrî û mirovî ye, peywendiyeke wisa ye ku dikare ferd û civakê ber bi pêş bibe û paşerojeke çêtir ava bike.
Bêxal Mihemed, yek ji wan jinane ku bi şêwazên cuda tevlî festîval û çalakiyên çandî dibe. Ew bi pirtûkfiroşiyê hewl dide çanda xwendinê belav bike û divê mijarê de rola xwe bileyize. Bêxal li ser mijarê axivî û got; “Hêviya min her pirtûk û xwendin bû. Ji zarokatiya xwe ve daxwaza min li ser pirtûkan hebû û min her dem hez ji xwendinê dikir. Pirtûk her dem hevala jiyana min bû.”
Bêxal got ku ji ber vê heskirina xwendina pirtûkan, wê biryar daye ku pîşeya xwe bike pirtûkfiroşî. Niha ew xwediyê pirtûkxaneyeke biçûke û tevlî pêşangeh û festîvalên cuda yên pirtûkan dibe. Bêxal Mihemed di pêşangeh û festîvalan de her cûre pirtûkan ji bo xwendevanan amade dike, ji pirtûkên olî, siyasî û hunerî bigire heta yên rewşenbîrî, roman, helbest, çîrokên zarokan, felsefe û derûnasiyê.
Pirtûkfiroşî derfeteke ji bo fêrbûnê
Li gorî gotinên Bêxal, armanca wê ya sereke ne tenê firotina pirtûkane, belê teşfîqkirina mirovan ya ji bo xwendinê ye. Bêxal di wê baweriyê de ye ku pirtûk dikare ramana mirov biguherîne û fikirandina mirov berfirehtir bike. Bêxal Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de got ku karkirina di warê pirtûkfiroşiyê de ji bo wê ne tenê pîşeyeke, belê derfeteke ji bo fêrbûnê û dibêje; “Gelek caran xwendevan pirsiyara pirtûkên wisa ji min dikin ku min berê navê wan nebihîstiye. Ev yek dihêle ku ez li pey wan bigerim û zanyariyên zêdetir li ser wan bi dest bixim. Bi vî şêwazî, ne tenê xwendevan jê sûd werdigirin, belê ez bi xwe jî her dem fêr dibim.”
Bêxal herî dawî bang li ciwanan dike û dibêje; “Pirtûk çavkaniya zanist û huner û roleke girîng di avakirina kesayetiya mirov de heye. Xwendin dikare rêya serkeftinê di hemû warên jiyanê de xweş bike.” ROJNEWS/ŞAREZOR
***
Ji Ehmed Sedef pirtûka ‘Mem-Alan Kurdî’
Nivîskar Ehmedê Sedef bi pirtûka xwe ya bi navê "Mem-Alan Kurdî" balê dikişîne ser zor û zehmetiyên avabûna nirx û sembolên civakî kir.
Pirtûka "Mem - Alan Kurdî" ya nivîskar Ehmedê Sedef ji Weşanxaneya Na hate weşandin.
Nivîskarên ku beriya niha bi 3 bergan pirtûk romanên li ser Hişê Çêkirî nivîsî, vê carê qala avabûna nirx û sembolên civaka Kurd dike.
Di pirtûka bi navê "Mem - Alan Kurdî" de nivîskar ji nasname û pênaseyên zayendî heta bi fikir û baweriyên dijwar, bi wêrekî li hember sînorên civakî radiweste. ANF








