
- Mirina Marjane Satrapi mîna girtina deriyekî serdemekê ye. Lê Persepolis hîn jî dijî – di pirtûkxanan de, li ser ekranan, di destên ciwanan de. Ew ji me re dibêje: Di dema herî tarî de jî mîzah, evîn û rastgotin şêweyekî berxwedanê ne.
Marjane Satrapi di 4’ê Hezîrana 2026’an de (duh) li Parîsê di 56 saliya xwe de konê xwe ji nav me bar kir. Ew ne tenê nivîskar, xêzkar û derhêner bû. Ew dengê nifşekê bû, şahidê koçberiyê û bedewiya berxwedanê bû ku êş û hêviyên xwe li ser kaxezê kişandibû. Wekî ku malbata wê got: “Piştî mirina mêrê xwe û evîna jiyana xwe Mattias Ripa di sala 2025’an de, ew ji ber xemgîniyê çû ser dilovaniya Xwedê.”
Marjane Satrapi di 22’ê Mijdara 1969’an de li Reştê, bakurê rojavayê Îranê hate dinê. Piştî demekê kurt malbata wê koçî Tehranê kir. Ew di malbateke navîn a xwedî çanda rojavayî de mezin bû. Li lîseya fransî dixwend. Li mala wan pirtûkên Marksîst, muzîka klasîk û gotûbêjên siyasî timî hebûn. Kalikê wê yek ji serokwezîrên berê yên Îranê bû. Malbata wê hem zilmên rejîma Şah û hem jî bahoza Şoreşa Îslamî ya 1979’an ji nêz ve jiya.
Persepolîs
Persepolîs ji zarokatiyê çêbû. Romaneke grafîkî ya otbiyografîk e ku bi xêzên reş-spî, hêsan lê pir bi bandor hatiye vegotin. Ew dîroka nûjen a Îranê ji çavên zarokekê vedibêje: coşiya şoreşê, zextên piştî wê, hovîtiya Şerê Îran-Iraqê, mezinbûna di bin siya “polîsên exlaq” de û lêgerîna azadiyê ya keçikekê. Satrapi li hember wêneya Rojava ya ku Îranê bi fundamentalîzm, fanatîzm û terorîzmê didît, çeka xwe ya herî bi hêz bi kar anî: samîmîyet û mîzah.
Di Persepolisê de Marji hem Îranî ye hem jî gerdûnî. Ew bi Xwedê re dipeyive, xeyal dike ku bibe şoreşger, postera Michael Jackson vedişêre, kasêtên Kim Wilde guhdar dike û bi darvekirina mamê xwe Anoosh yekem windahiya mezin a jiyana xwe dijî. Xêzên wê hêsan xuya dikin lê her çarçoveyek tê xwedî maneyên kûr in; serhildana di bin hicabê de, cejna rojbûnê di nav sirên bombeyan de an jî tenêtiya koçberiyê.
Koçberî û lêgerîna nasnameyê
Di 14 saliya xwe de, ji ber ewlehiyê malbata wê ew şand Viyana. Li wir bi tenêtiyê, madeyên hişbir û şoka çandî re rû bi rû ma. Di Persepolis 2 de ev dem tê vegotin: vegera wê ya kurt, zewaca kurt, perwerdeya hunerê û di dawiyê de bi cih bûna li Fransa. Gava fêm kir ku êdî nikare vegere Îranê, Parîs kir welatê xwe yê duyemîn. Lê Îran her tim di dilê wê de bû. Wê got: “Ez her tim Îranî dimînim.” Berhemên wê pirek in di navbera Rojhilat û Rojava de. Persepolîs bi mîlyonan kopya firot, li dibistanan hate xwendin û bû fenomeneke çandî. Sedema vê yekê jî ew bû ku Satrapi siyaseta mezin bi çîrokên kesane vedigot. Têgînên wekî zext, şer û koçberiyê, bi çavên zarokekê, bi serhildana ciwanekê û bi êşa jinekê kirin tiştên zindî.
Fîlmê Persepolîs: ji xêzan ber bi Sînemayê
Di sala 2007’an de bi Vincent Paronnaud re fîlma anîmasyon çêkir. Fîlm bi hostetî ruhê romana grafîkî girt. Estetîka reş-spî, carinan bi derbasbûna reng (dema ji Tehranê diçe an vedigere) bandoreke hestyarî ya kûr çêdike. Chiara Mastroianni dengê Marji û Catherine Deneuve dengê dayika wê didin. Fîlm li Cannesê gelek bala mirovan kişand û bû namzetê Oscara baştirîn anîmasyonê.
Fîlm ji romana grafîkî hîn jî helbestîtir e. Sêwiranên deng, muzîka Îranî û rocka Rojava bi hev re dikin yek. Dîmen bi awayekî herikbar in ku bîranîna mirov nîşan didin. Tiştê herî bi hêz jî gerdûnîbûna wê ye: mezinbûna li Îranê, li her derê zehmetiyên “mezinbûnê” tîne bîra mirov. Temaşevan êş, hêrs û hêviya Marji di jiyana xwe de dibîne.
Persepolis ne tenê belgeya şoreşa Îranê ye; ew çîroka mirov e li qeraxa modernîte, ol, zayend û azadiyê. Satrapi çîroka bindestiya jinan di bin hîcabê de, bêdengkirina ciwanan bi hipnozê, daqurtandina zarokan ji aliyê şer ve vedibêje, lê tu carî dersdar nabe ango naxwaze dersan bide temaşevan. Bi mîzah û îroniya xwe êşê dike tiştekî ku mirov dikare ragire.
Azadiyê di dilê xwe de veşêre
Mirina Marjane Satrapi mîna girtina deriyekî serdemekê ye. Lê Persepolis hîn jî dijî – di pirtûkxanan de, li ser ekranan, di destên ciwanan de. Ew ji me re dibêje: Di dema herî tarî de jî mîzah, evîn û rastgotin şêweyekî berxwedanê ne. Marjane ku gihîştiye Mattias Ripa, belkî niha li wê mala kevn a Tehranê, bi malbata xwe, bi mamê xwe û bi xeyalên Marjiya biçûk re be. Em jî li xêzên ku hiştiye dinêrin û careke din fêm dikin ku azadî çiqas nazik û çiqas bi qîmet e.
“Heger li welatekî azadî tunebe, ew welat nikare bibe warê mirovan. Lê mirov dikare azadiyê di dilê xwe de veşêre.” Belê, xêzên Marjane Satrapi tam vê yekê dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN







