Sê lehengên dîrokî: Zîlan, Sema û Gulan...

Nûçeyên Jin

În 3 Tîrmeh 2026 - 18:00

  • Ji Girtîgeha Sîncanê, jinan derbarê têkoşîna Zeynep Kinaci, Sema Yuce û Fîlîz Yerlîkaya de nameyek ji ajansa JINNEWS'ê re şandin û gotin: "Zîlan bi çalakiya xwe bû zimanê gelên bindestan. Sema, di zindanê de li dijî îxanetê bedena xwe kir mertal û Gulan jî di dil û mêjiyê jinan de bû sembola wêrektiyê."

 

Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan, di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dêrsimê çalakiyek pêk anî û bi çalakiya xwe di dîroka Kurdistanê de deng da. Sema Yuce bi nasnav Serhildan, piştî çalakiya ku di 21'ê Adarê de li girtîgehê pêk anî, di 17'ê Hezîrana 1998'an de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Sema Yuce, di aliyê berxwedana zindanan û xeta bîrdoziyê de xwedî girîngiyeke sembolîk bû. Fîlîz Yerlîkaya bi nasnav Gulan jî sekna xwe ya parêzvaniya xeta rêxistinê de di nav têkoşîna azadiyê de dihat nasîn.

Ji Girtîgeha Sîncanê, Selver Îspîr û Fatma Aslan, dêrbarê têkoşîna Zeynep Kinaci, Sema Yuce û Fîlîz Yerlîkaya de hest û ramanên girtiyên jin girtin û wek nameyekê ji ajansa JINNEWS’ê re şandin.

Selver Îspîr û Fatma Aslan di destpêka nameya xwe de wiha bal kişandin ser mijar û girîngiya meha Hezîranê: “Di 1996’an de hat xwestin ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd û Rêberê Azadiyê Birêz Abdullah Ocalan sûîkastek were çêkirin. Şehîd Zîlan 30'ê Hezîranê bi çalakiya xwe ya fedaî bersiv da ew hêzên emperyal. Bi vê çalakiyê Şehîd Zîlan ne tenê ev sûîqast vala derxist, di heman demê de bi çalakiya xwe bû zimanê hemû gelên bindest û serhildana jinên azadîxwaz. Bi vê çalakiya xwe eşkere kir. Şehîd Sema jî di zindanê de li hemberî îxanet û hevkariyê bedena xwe kir mertal û bi agir bû sembola têkoşînê. Heval Gulan a dil û mêjiyê jinan de bû sembola wêrektiyê û têkoşeriyê û gelek jinên leheng."

Ser wate û girîngiya meha Hezîranê, jinên ku di Girtîgeha Sîncanê dimînin hêst û ramanên xwe wiha anîn ziman.

Di demsala jiyana me de belav dibe

Melek Kartal: Ev dem di demsala giyana jiyana me de belav dibe. Bêhna kulîlkên xewna Sema û yên rengrengî. Çirûskek vedide di çavên me de. Zîlanê çûye heta perava tûvê. Baweriya rêhevaltiya Gulanê ye. Bi wêrekiyeke mezin. Bedewiya bahoza giyanê daye li ber xwe. Wan, ew gerdûn bi vîn a bengîtiya azadiyê ve hûnandin. Di rasteqîniya me jinan de bûn dengê yekbûyînê. Di giyana mirovahiyê de bûn hîşmendiya têkoşîneke hevpar... Zîlan, Gulan, Sema…

Wê dil û jiyana me ronî bike

Newroz Bozkurt: Me dizanî ka tunebûn çi ye û mirov çawa tune dibin. Lê me baş nizanî bû ku em ê tunebûnê çawa tune bikin. Zîlan, ji Mûnzûrê, Sema ji Araratê, Gulan jî Qendîlê li ser agir meşiyan û tunebûnê tune kirin... Îro her jin, ji bîrînên Zîlan, Sema û Gulan ê evîna azadiyê dimije, hebûn û xwebûna xwe ya komunal ava dike. Dê ked, fedakarî di nav û şana wan her sê hevalên me yên nemir de hertim dil û jiyana me ronî bike.

Tu caran ji bîr nakin

Ayşe Gokkan: Zîlan… Gulan… Sema...  Di cihê jiyanê de rêbêr, di çem û deryayan de mevzî ne. Ew ala hêzdariyê, li dilê têkoşînê pêçayî ne. Bi van hêst û ramanan, em van bi dilê xwe direşînin tu caran ji bîr nakin û dê ji bîr nebin.

Hêvî, jiyan bi xwe ye

Şukran Aydin: Zîlan, Sema û Gulan... Şansek min a Heval Zîlan û Heval Sema bîbînim çênebû. Lê derfeta min a bi Heval Gulan re bijîm çêbû. Tê zanîn ku di dîroka hemû gelan û şoreşgeran de hin dem, roj, kesayet hene ku qet nayên jîbîrkirin. Civak, hebûna xwe bi van nîrxan ve pênase dikin. Ji ber ku hafizayeke civakî dane avakirin. Ev rasteqînî ji bo dîrok, jiyan û têkoşîna me jî derbasdar e. Hafizeyeke gelek mezin, bi berdelên giranbiha hatiye avakirin û didome jî... Ji bo rastiya şehît, gelemperî tê gotin ku “Ji ber rastiya şehît heye, em hene" ew pênasayek pir rast e. Jiyanî ye, lewra şehîd, wateya jiyanê bi xwe ye. Ez jî hewl didîm ku bi giyana wêrektiyê têkoşerî û bi baweriya van hevalan xwe bîgîhînîm wateya jiyanê. Ji ber ku hêvî, jiyan bi xwe ye, ew jî rastiya şehîdan e.

Diroka tarî ronî bû

Samîre Dîrekçî: Di şexsê Şehîd Sema, Şehîd Zîlan û Şehîd Gulan de ez bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim. Bi bîr tînim û mînetdarê cangoriyên şoreşa azadiyê me. Rêheval Şehîd Sema, Şehîd Zîlan û Şehîd Gulan dîroka kevnar zindî kirin, bi vîna jiyana azad. Tevgera me tevgereke li ser xeta şehîdan hatiye avakirin. Bi berdelên gelek giranbûha hebûna gelê me hat mîsoger kirin. Bi ked û fedakariya şehîdên nemir. Siberoja me şehîdan afirandiye. Bi evîna kurdê azad, jiyana bi rûmet teşe digire li her derê cîhanê. Hemû cureyên gerdûnî, bi felsefa hebûnê ve her tişt jî nû ve tê watekirin. Hest, raman, xeyal û xewnê şevan êdî diherike li ser rûpelên dîroka azadiyê. Aqilê kurd êdî navenda dergeha stargeha xwebûna kurd e. Rêwiyên di rêya rasteqîna jiyana azad sê jinên şoreşger, pêşeng, evîndarên dozê, dildarê gelê xwe, hebûn bi wate kirin di xeta fedaîtiyê de. Bedewî li ser dil û mêjiyên bi awazên azadiyê ve hûnandin, şoreşa kurdî û jinên azad.

Ew teşiya heqîqetê ye

Pinar Tîkît: Li ser teşiya zanistê, sê jin, sê perperokên azadiyê, heqîqet, rastî û bengî ser teşiyekê bi vîna xwe dan risandin. Ew teşiya heqiqetê ye, bi azweriyeke mezin ve dizivire û bûn ava jêderka jinê. Zîlan lêgerîna heqîqetê ye. Sema bengî ye, Gulan giyana rêhevaltiyê ye. Ez wan hevalên bi rihê bengîtiya jiyana komunal bi bîr tînim, dê her tim rêya me ronî bikin.

Reqsa azadiyê

Selver Îspîr: Ger di nav gelekî bindest de mezin bibî, divê ji bo azadiyê û serkeftinê ji herkesî zêdetir tu afirîner, çalak herikbar, fedakar bibî. Ger ku te ji bo wî gelî têkoşîn dabe pêşiya xwe, divê tu di lûtkeyê herî bibind de tim reqsê bikî… Zîlan, Sema û Gulan tim bi reqsa xwe ya têkoşînê di bîra me de ne. Em minetar in ku me çîrokên wan guhdar kirine. Em mînnetar in ku wan çîrokan bi me re ev pirs dane pirsîn; “Gelo ji ber kîjan sedemê mirovek dikare ewqas fedekar bibe. Xwedî li çalakiyek wisa bibe?” Ev pirs bû ku em xistin li pey hewldana “Reqsa Azadiyê” fêm bikin. Ji bo pirsnîşan, avakirin, hinkirina we spas! Lewra ez-em ji reqsê pir hez dikin.

Şerê jiyaneke rast

Melîke Goksu: Rastî, diyardeyeke zindî ye. Gor mirov bi rastiya zindî ve hem çareser nebe nikare tiştên rast jî pêk bîne. Ev her sê jinên kurd di cewhera xwe de gihiştin vê rastiyê. Li hember hemû xerabiyan şerê jiyaneke rast kirin. Bi têkoşîn û raperînên xwe bûn bîngeha têkoşîna xilasiya birdoziya jinê. Bi têkoşîn, raperîn û şahadetên xwe bûn felsefeya jiyana rast û azad. Ew ne tenê wek kesek jiya bûn. Zimanê mîlyonan bûn. Şehadeta Heval Gulan wekî êşek bêdawî her tim dilê mîrovan disojîne. Em ê bi vê êşê her tim bi bîr bînîn.

Nazli Soylîn: Di salek nû de şehîdên me yên hêja; Bê guman her ku sal derbas dibin, salvegera Şehîd Zîlan, Şehîd Sema, Şehîd Gulan û tevahî hevalên din, yekemîn mirov di nava dilê xwe de dixwaze dubare dubare di şexsê wan havalan de jiyana xwe,  xwastekên xwe lepirsîn bike û soza xwe ser jiyana azad nû bike.

Emîne Abîş: Sê jinên azad; Zîlan, Sema, Gulan… Bûn dara jiyanê. Bûn kulîlkên rojê. Bûn hevalên şoreşê. Bûn stêrk û ezman. Bûn hêviya gelê xwe. Sê jinên azad.

Zerrîn Yilmaz: Heval Gulan; Niha li vir bibûya, dengê Rêberê xwe bibihîsta, dê bi destê jinên ciwan re bigirta… Ji ber ku ji wan pir hez dikir. Ewqas ku pêşniyara wê ya dawî bû. Divê bala me li ser jinên ciwan be.

Medya: Zîlan, Gulan û Sema, em bala xwe bidin çîroka jiyana wan. Jana azadiyê kişandine û bi vê janê aj dane. Xwebûn berî her tiştî di mejiyê de pêkan e. Hişmendî di mejî de dixuliqe û bandora xwe li tevahiya beden dike. Di navbera mejî û beden de ev têkiliya xwezayî zor û zehmet e. Bi boneya meha Hêziranê bi yadkirina Zîlan, Gulan û Sema, em hişmendî, giyan û dilê xwe bi hevdû re kargin bikin.

Zîlan Demîr: Sê jinên azad. Dest bi dest. Gulî bi gulî. Dem cuda mekan cuda. Rê yek meş yek. Hewara kurd in. Hewara jinê ye. Gihiştine hev. Sê keçên leheng. Wekî sê kulîlkên por. Li dora Gelê Kurd ba didin. Digihêjin, diherikin, dibiriqin. Û dikin yek kurd.

Nûriye Adet: Kurd, êş û bêdelên giran dan, ev rast e. Pakrewanê wateya xwedîderketinê ve tacîdar kirin ku Gelê Kurd û gelên din ji bi ser bilindahî xwedî vê wateyê mezin derbikevin. Di şexsê pakrewanên meha Hezîranê de hemû milyaketên şoreşê bibîrtînin, ked û destana jiyana wan dê pêşiya me ronî bikin."

Zîlan, Sema û Gulan...

Piştî yek bi yek nêrînên Selver Îspîr û Fatma Aslan a ku amadekariya nameyê kirin, bi nêrineke giştî wiha dawî li nameyê anîn: “Zîlan navê jiyana xwebûyînê, evîna Kurd û jiyanê ye. Jixwe kesayeta Heval Zîlan di hêla fîkrî, zîhnî û çalaktiyê de Rêbertî bi wateyeke berfireh û dîrokî pênase kir û got ku 'Zîlan fermandar e, em ê jî gotinên wê bi cih bînin'. Ev peyama Rêber Apo li her derê derbasdar e. Dîsa kesayetiya çalakiya Heval Sema û di jiyana rêxistinê de sekna Heval Gulan li hemberî tasfiyekaran, komplogerên navxweyî ên ku xizmeta hêzên hegemonîk-dagirker û kujerên hebûna kurd, seknek nîşan dan.

Ev çalakiyên bi bandor ê dîrokî û sekna şoreşgerî li dijî komployên li hember jiyan, fîkir û ramanên Rêber Apo bûn bertekek. Bi fikr û ramanên Rêbertî xwe bigihîne jiyana Kurdistanî û mîrovahiya dinê. Meha Hezîranê, her roj, her meh û her salê, şervanên ku fikrê Rêbertiyê bawer kirine, bi fedayî çalakî kirin. Bi vîn û sekna şervanên şoreşger ên PKK’ê, bi rihê vê fikrê çalakî li dar xistin. Mîrateya berxwedanê dan gelê Kurd. Bi kesên enternasyonal ku li pêy heqîqeta mirovahiyê ne, li hember hêzên tarî bi bertekek mezin têkoşîn dan. Ji bo Roja kurdan tarî nebe û xwe kirin ronahî û Roja Kurdan ronî kirin. Di wateya girîngiya kurd de jiyana azad bi fikrê Rêber Apo, bi can bi xwîn pê re bûyîn mohr kirin.  Xwebûna Kurd, bi fikrê Rêbertiyê dê her hebe û bijî. Wateya jiyana ku çalakiya Heval Zîlan ji xwe peyamek bû ji me re: ‘Xwezî ji canê min bêtir tiştek hebûya ku min bida’. Ev gotin xwedayîna eşqa keda Rêber Apo bû. Ev peyam, daxwaza jiyana kurd rêxistinê bibe, çalak bibe û bikeve govenda kurdê azad. Bi xelek li hev zêde bibe, bibe mertal li dora rojê. Ji bo pêşeroja kurdên azad her hebe, qedîm bibe û serfiraz bibe xwe kirin stargeha fikran. Her wiha hewceyê ku bê parastin. Bi xwedayînê, gazî Gelê Kurd dike ku li dijî qirkirinê bibin yek. Li hember helandina mişexftikirinê bêjin na û ferasetên xwe li dora kurdê azad û şoreşgerê azad, bi fikrê Rêbertiyê, Kurdistanê bi xwe re bikin daristana şîn. Serbilind bibin û afriner bin. Her kesayetek û kurdekî azad divê li dijî dagirkeriyê yên ku çand, feraseta kesayetên kurd tehrîp kirin rawestin.

Têkoşîna jina azad

Her bertekek pakrewanên PKK’ê heyfek ji dîrokê ye, qîrînên sedsala berê ne. Komara Tirk, Gelê Dêrsîm, Zîlan, Agirî, Sason û Koçgirî qir kirin. Berxwedana hebûna kurd hatin tepisandin. Û her pakrewanek navên cihê serhilder hilgirtin. Bi fikr û eşq bi çalakiyên xwe bûn heval ji Rêber Apo re. Jixwe, kurdê azad bi rihê xwedanînê têkoşînê, watedar û xurt kirin. Û îro bi keda van pakrewanan têkoşîna jinên azad derket holê û dîsa pêşengtiya jiyana demokratîk a kombûnê hildan ser milê xwe.”

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.