
- Jinên Sûriyeyê di sedeyekê de li nava guherînên yasayî, têkoşîna civakî û şerê navxwe rêyeke pir xedar û dijwar derbas kiriye. Bi avakirina saziyên jinan ve, heta tevlîbûna siyasî û leşkerî berxwedaneke pir mezin kiriye, qurbanî dane. Bê navber ew di jêr bandora siyaset, kevneşopî û şer de ne.
Di van rêze dosyayê xwe de Rojnews balê dikişîne ser berxwedan û têkoşîna jinên cîhanê, di vê beşê de balê dikişîne ser dîroka têkoşîna jinan ya li Sûriyeyê li hemberî siyaseta dewletê û pêşengtiya jinan a li nava têkoşîna yeksanî, azadî û berxwedana çandî ya li dijî mêrsalarî.
Dîroka têkoşîn û xebatê ya jinan li Sûriyeyê digihêje serê sedsala 20’an. Dema saziyên jinan sala 1919’an dest bi çalakiyan kirin, Nazok Ebdî yekem saziya jinan li Şamê damezrand. Heman demê bû yekem jina ku parastina mafê jinan bike. Piştre sala 1967’an Yekitiya Giştî ya Jinan a Sûriye hate avakirin. Bû gavek ji bo rêxistinkirina jinan.
Li aliyê din Ezîze Zeynedîn yekem car Qurana Pîroz bi awayeke têgihiştina femînîstî şîrove kir û li dijî sînordarkirina jinan û bi taybet li dijî pêçana bi darê zorê derket.
Sala 2011’an bi destpêkirina Şoreş û şerê navxwe ya li Sûriyeyê re, jinan di bin sêwana xebatên jinan a Rojava de li bendên herî pêş ên şer de weke leşker cihê xwe girtin û bi rola xwe rabûn.
Destkeftiyên girîng ên jinan a li Sûriyeyê di warê perwerdeyê de tevlîbûna nava siyasetê ye. Di sala 1953’an jinan mafê dengdanê bi dest xistin. Sala 2012’an tevlîbûna jinan gihişte asta ji sedî 12’an. Heta gihişte erkên bilind ên di nava hikûmetê de. Dîsa asta xwendina jinan gihişte ji sedî 74’an.
Sala 2006’an Necah Etar bû alîkara Serokkomarê Sûriye û sala 2017’an Hadiye Xelef Ebas bû yekem jin serokatiya Parlamentoya Sûriyeyê bike.
Di dema desthilata rejîma Esad û Hikûmeta Demkî ya Ehmed Şera de, jinên çalakvan û saziyên jinan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeran ve bê navber rastî êriş, revandin, binçavkirin, îkşekencedan û hatine qetilkirin.
Di dawiya sala 2024’an de ji ber domandina şer û nearamiyê rêjeya binpêkirina mafê jinan zêdetir bûne. Bi taybet mijara revandin, hevjîniya bi darê zorê, zewaca di temenê biçûk de, tundiya malbat û qetilkirina jinan ya di serî de li Idlib, Heleb, Reqa, Dêrazor, Hesekê pir zêdetir bûne. Herî zêde binpêkirin li hember jinên Kurd, Elewî û Dûrzî hatine kirin.
Li gorî raporên saziyên mafê jirovan a li Sûriyeyê, salane zêdetir 500 jin bi şerê çeteyan, bombebaran û tundiya navxwe tên qetilkirin.
Têkoşîn û xebata jinan ya li Sûriyeyê li gorî nasnameya netewî, bawerî û erdnîgariyê ji hev cuda ne. Vê cudahiyê kiriye ku rol û derfeta jinan ya di nava civakê de ne hevseng bin. Li gorî rewşa herêmê bên guherîn.
Jinên Kurd li Rojava, bi taybet sala 2005’an bi avakirina Kongra Star hewl dan ku mafê jinan bi dest bixin û dengê jinan di siyasetê de xurt bike. Piştre sala 2013’an bi avakirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) rola jinan di warê leşkerî û siyasî de gihande asteke pir xurt û berbiçav.
Li hemberî vê jinên Ereb, bi taybet li herêmên eşîr serwer û gundan, pirê caran ji ber kevneşopiyên heyî û sîstema mêrserwer nekarîne di nava xebatên civakî û karê siyasetê de cih bigirin li Sûriyeyê.
Li aliyê din jinên Asûrî, Sûryan, Dûrzî û Elewî li gorî herêmên lê dijîn û rewşa civakî parastina nasnameya xwe kirine û ji bo bi destxistina mafê jinan têkoşîn kirine.
Li Sûriyeyê hejmara saziyên jinan ne diyar in. Ji ber ku sazî di rewşên cuda de û li herêmên cuda hatine avakirin û bi rengekî pir berfireh kar dikin.
Piştî rûxandina rejîma Esad dawiya sala 2024’an û hatina ser hikûm a Ehmed Şera, rewşa mafê jinan a li Sûriyeyê kete jêr bandoreke kûr ya yasayî ya ol û sîstema nû. Her wiha li aliyê din tevlîbûna jinan ya nava karê hikûmetê pir kêm kiriye. Tevlîbûna jinan ya karê Parlamentoyê tenê ji sedî 5’e.
Li aliyê din çalakvanên mafê jinan ji azadiya jinan a di siberoja Sûriyeyê de bi fikar in.
ROJNEWS/BERFÎN NÛSRET







