
- Pinpinîkekê xwe li ser çavên wê yên bi şîlaq girtibû û ji nişka ve hişyar bûbû. Roj bejnekê hilatibû lê wê sibehê bi dengê dîkê qoqo hişyar nebûbû. Bêdengiyekê xwe li belengoşka guhê sibehê danîbû. Dema çavên xwe vekiribû wekî her carê dîsa ziq li qewlikê vala û li nivişta dîwêr a li hinda qewlikê vala dardekirî bû nihêrtibû. Badilhewa be jî piştre berê xwe wekî her demê dabû hermela li dîwêr a bi morîkeke şîn hatibû xemilandin û li ser xewna şeva berê dîtibû, ponijîbû.
Hîn ji bin bandora xewna bi tirs derneketibû dengê hahogaziyekê hat. Bi vê hahogaziyê ji nava livînên xwe çeng bû û reviya ber deriyê ku gelek caran di dilê wê de birîneke kûr ava kiribû. Loma hinekî li ber derî sekinî û di destpêkê de newêribû destên xwe bide derî û veke. Hêsir jixweber ji çavên li dora xwe heyirî mabûn, herikîn. Bi gotina, “Sîdem zû derî veke!” veciniqî û destên xwe da ziqarteya deriyê bi rengê şîn hatibû boyaxkirin. Di wê kêliyê de xewna şeva berê dîtibû hat bîra wê û wekî şûjineke tûj di kezebê de rabe, pûç bû. Di wê navberê de dengê hahogaziyê her diçû zêde dibû. Dengê bîska berê dîsa hat.
“Keçê Sîdemê, porkurê ez dibêjim derî veke!”
Bi dengê cara duyem bilind bû re, vê carê destekî dinê Sîdemê ji ber derî wê de kir û xwe avêt ziqarteyê.
Sîdemê hîn nû li xwe mikur hat û pêxwas xwe avêt derve. Bi gurpegurpa dil û xwîna keliyayî ya di damarên wê de diherikî qîriya û got:
“Çi bi serê bavê min hat?”
Dayika Sîdemê ya şerpeze ku qasek berê destên xwe avêtibû ziqarteya derî û vekiribû, bi dengekî bi hêl got:
“Keçê ma ew ê çi bi serê Welat bê? Keçê Xatê bêje ev çi gazî ye?”
Xatê ji aliyekî ve dikir hahogazî, ji aliyekî ve jî rûyê xwe diqelaşt. Dinya li ser serê wê hatibû hev. Bi dengekî bilind dîsa qîriya û got:
“Welat bi dû wesayîtekê vekirine û kaş dikin.”
Taya mirinê ya sar û hahogaziyê dewsa bêdengiya serê sibehê girtibû. Şirîtekê xwe li dora stûyê aramiyê badabû. Zarokên bîskek berê bi lîstika gogê şad dibûn bi tirsa xwe li rûyê wan girtibû sar sekinîbûn. Xatêya ku tiştek ji qêrîn û gaziya xwe kêm nekiribû bi dengekî hêl
got:
“Li ser rêya Xerzikê Evdo ye.”
Li ser gotina Xatê, Sîdem û Xecê yên ronî di çavên wan de nemabûn ber bi rêya Xerzikê Evdo ve reviyan. Pêxwas bûn lê êşa qirşik û striyên di nigê wan de radibûn hîs nedikirin. Te digot qey hemû tiştên ruhber li wan hatibûn xezebê. Tew nedîtin çawa gihîştine ser rêya Xerzikê Evdo. Dema gihîştin wir, dîtin hemû gundî li wir kom bûne. Zarok digirîn, jin û mêr bi hev re dikin qîrîn. Di wê kêliya mîna mehşerê de çavên wan ketin ser fermandar û Xecê vê gavê ji wan re got:
“Ka Welat, we çi pê kir?”
Fermandarê wekî serfiraziyek bi dest xistibe dikeniya, vê carê bi qîrîna Xecê hêrs bû û got:
“Bi zimanê ez jê fêm dikim biaxive!”
Bi vê helwestê dîsa rûyê gundiyan û Xecê qulipîbû û êşa zilm û penabertiya li ser axa xwe dîsa ji kezebê hîs kirin. Wek ku dîsa jiyanê fena xwe li wan kiribe, keribîn. Xecê tu tiştek ji helwest û sekna xwe winda nekir û ji fermandar re got:
“Jixwe tenê canekî min heye, hûn vî canê min bistînin jî ez ji ya xwe danakevim. Ez ji we re dibêjim ka Welat?”
Dema Xecê dîsa ev gotin kir, gundiyên li wir kom bûbûn bi xemgîniyeke mezin serê xwe bera ber xwe dabûn. Fermandar wekî gayê tu berdî çolê dîsa hol bû û xwe xarî ser çavên Xecê kir. Di nava wê gengeşiyê de dengê wesayîtekê hat. Bala her kesî bi carekê re ket ser
aliyê deng jê dihat. Kesên di hundirê wesayîtê de mîna kelehek feth kiribin dirûşm berz dikirin û ji aliyekî din ve jî dengê muzîka ji dê û bavên Xatê, Xecê û Sîdemê dizîbûn bilind dikirin. Xecê û Sîdemê dema dîtin kesek bi paş wesayîtê ve girêdayî ye û li erdê tê kaşkirin reviyan ber wesayîtê. Xecê û Sîdemê bi dengê bilind qîriyan û gotin.
“Hey hûn ji kezebê binalin. Hey kezeba we ji devê we ve bê.”
Dema nêzî wesayîtê bûn, dîtin ku Welatê tu kes heta niha ji roniya çavên wî neêşiyaye li paş wesayîtê kaş dibe. Xecê dema bû şahida wê kêliyê, ciwantiya Welat a jixwebawer hat pêş çavan. Dawiyê morîka şîn, hermela dîwarê mala wan xemilandibû hat ber çavên wê. Welat dema nû ew nas kiribû morîka şîn xistibû nava kefa destên wê. Morîka şîn a xemla hermela; her sibeh Sîdemê dema hişyar dibû berê li wê temaşe dikir. Gundiyan jî dema dengê wesayîtê bihîstibûn reviyabûn ber wesayîtê. Lê wesayît bi lezeke mezin dihat ajotin û dîsa ji ber çavên gundiyan winda bû. Kesî fêm nekir ku wesayîta laşê Welat li dû xwe kaş dikir bi ku de çû. Piştî wesayît winda bû, dûmaneke reş bi ser gund ve ket. Zarokekî ji jêr ber bi qelebalixê ve dihat bi dilekî şerpeze hem direviya hem digot:
“Dayê, bavo axurê me dişewite! Mirîşk û çêleka me jî di hundir de ne! Min nikaribû derî vekira û ew xelas bikirina.”
Li ser gotina zarok, dê û bavê wî ber bi mala xwe ve reviyan. Ji aliyekî ve jî agir bi Xerzikê Evdo hatibû xistin û silorî di ezmanan de derdiket. Gundiyên ku bi tatêla can û malên xwe ketibûn rahiştin metere û bîdonan û reviyan ser kaniyê da ku agirê bi mal, axur, rez, daristanên wan ketine vemirînin. Lê ji ber ku agir gelekî zêde bû, pê negihîştin. Fermandar û leşkeran jî toz û dûman bi kenekî mîna tola xwe hilgirtibin li dû xwe hiştin û gotina xwe ya dawî kirin:
“An hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê gund vala bikin!”
Di ser windakirina laşê Welat û şewata gund de gelek dem derbas bûbû; dema ku emrê mirovan ji kîsê wan dibir. Xecê ya bi hesreta gundê xwe dinaliya tenê qewliqê vala û hermela bi morîka şîn hatibû xemilandin ango diyariya Welat, rizgar kiribû. Qewlikê vala û morîka şîn ên birîna wê derman dikirin di paxila xwe de veşartibû. Bêriya Welat, Sîdemê, gund, lawê xwe Azad, dikir. Dinaliya û digot:
“Welat, Azad hûn hêviyên mezin ên têkoşîna li dijî zilimkaran e. Sîdema min, delala li ber dilê min tu xelata serfiraziyên mezin ên berê wan li rojê ne.”
Welat û Azad bi koça dawî bêhna porê Xatê li dû xwe hiştibûn. Sîdemê jî ji zû de hêsirên dayika xwe yên pîroz li dû xwe hiştibûn û xwe spartibû çiyayên bi heybet. Dema Sîdemê pala xwe dabû çiyayên berz, nivişta birayê xwe ya Azad ê kolber bû û hatibû qetilkirin di
paxila xwe de veşartibû. Fîşeka birayê wê Azad pê hatibû kuştin di hundirê niviştê de hatibû veşartin. Fîşeka Azad pê hatibû kuştin û bi ser de jî pereyê wê ji malbata wî hatibû xwestin.
ROZA METÎNA / JI PIRTÛKA GULIYÊN JI BÊHNA ŞIMAMOKAN







