Li dijî nîjadperestiyê Rosa Parks

Nûçeyên Jin

Pêncşem 4 Hezîran 2026 - 17:00

  • Gelek jin hene di dîrokê de bûne xwediyê taybetmendiyeke giranbiha. Di qadên cuda de li berxwe dane. Jina reşik Rosa Parks jî bi têkoşîna xwe ya li dijî nîjadperestiyê derketiye pêş. Ew bû mînakek serhildana li dijî fermana dewletê.

 

Dema ku hin rêwiyên spî li ser piyan man, ajokar ji Rosa Parks û kesên din ên reşik ên li rêza wê rûniştibûn xwest ku ber bi paş ve biçin. Li şûna ku rabe, Rosa li kursiyek li ber pencereyê rûnişt û li çavên ajokar nihêrî. Her kes matmayî ma. Ev serhildanek li dijî fermana dewletê bû. Dema ku karmendê giştî Blake pirsî, "Çima tu ranabî?", Rosa Parks wiha bersiv da, "Ji ber ku ez bawer nakim ku divê ez rabim û kursiya xwe bidim kesekî din."

Ev mînakek berxwedana jinek reşik a li dijî nîjadperestiyeke mezin bû. Wekî jinekê wêrektiya xwe nîşan da. Rosa Parks jineke reşik bû û li Montgomery, Alabama dijîya û wekî dirûnkarekê dixebitî. Yekem çalakiya wê ya dijberiya nijadperestiyê cihê wê di lîsteya kesayetên "nejibîrkirî" yên dîrokê de misoger kir. Ev kesayet ji gelek kesan re jî bû mînak.

Gelek zagon hene. Ev zagon gelek caran ji nîjadperestiyê re rê vedikin. Li gorî zagonekê ku ji sala 1900'î vir ve di meriyetê de bû, rêzên pêş ên otobusan ji bo spîyan û rêzên paşîn jî ji bo reşikan hatibûn veqetandin. Kursîyên di navberê de ji bo reşikan bûn ji bo ku rûnin, heta ku rêzên spî tijî bibin. Ger kesekî spî li ser piyan bûya, ajokar nîşanek "rengîn" ber bi pişta otobusê ve digerand da ku kursîyên spî û reş ji hev veqetîne. Ger li piştê cîh tunebûya, reşik diviyabû rawestin; ger cîh ji bo sekinandinê tunebûya, diviyabû ji otobusê dakevin û li benda ya din bisekinin. Zagonê her wiha qedexe dikir ku rêwiyên reşik û spî li kêleka hev di heman kursiyê de rûnin. Di 1'ê Kanûna 1955'an de, Rosa Parks ev qanûn binpê kir. Wê bi vê helwesta xwe dîrok guhert. Rosa Parks li dijî pergala dewletê serî hilda. Ji ber serî hilda hat girtin.

Rosa Parks, di sala 1992'yan de di bernameyek NPR'ê de wiha got: "Min nexwest ez biçûk bêm xistin. Min nexwest ji kursiya ku min pereyê wê daye bêm dûrxistin. Ez ne hewesdar bûm ku bêm girtin. Jixwe têra min derdê min hebû. Lê gava ez gihîştim wê xaçerêyê, min dudilî nekir ku berxwedanê hilbijêrim. Ji ber ku min hîs kir me têra xwe tehemûl kiriye. Her ku em bêtir tawîzan didin, em bêtir bêdeng dimînin, zilm ewqas zêde dibe."

Ev helwest bû sedem hinek tişt biguherin. Roja yekşemê, 4'ê Kanûnê, li dêrên biçûk ên reşik ên bajêr bangên boykotkirina otobusan hatin kirin. Boykota reşikan zêdetirî salekê dom kir, heta 20'ê Kanûna 1956'an. Ev çalakî wekî yekem xwepêşandana berfireh a li dijî cudakariyê di dîrokê de cih girt. Ev pratîka cudakar a li dijî reşikan a di otobusên bajarê Montgomery de di Kanûna 1956'an de hate betalkirin. Çalakî bi ser ket. Lêbelê, Rosa Parks neçar ma ku ji Montgomeryê dûr bikeve ji ber ku gelek gefên kuştinê lê hatin xwarin û kar nedît. Wê têkoşîna xwe di tevgera mafên sivîl de berdewam kir. Di sala 1999'an de, ji aliyê Kongreya Dewletên Yekbûyî ve madalyaya zêrîn wergirt. Wê di 24'ê Cotmeha 2005'an de koça dawî kir. Bi vê çalakî û têkoşîna xwe di dîrokê de navê xwe bi serhildana li dijî nîjadperestiyê da nivîsandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Siyahların boykotu bir yıldan uzun süre, 20 Aralık 1956 tarihine kadar devam etti. Bu eylem ayrımcılık karşısında ilk geniş kapsamlı eylem olarak tarihe geçti.

 

Montgomery’deki belediye otobüslerinde siyahlara yönelik bu ayrımcı uygulama 1956 yılının Aralık ayında kaldırıldı. Eylem başarıya ulaşmıştı.

 

Rosa Parks ise pek çok ölüm tehdidi aldığı ve iş bulamadığı için Montgomery’den taşınmak zorunda kaldı. Sivil haklar hareketinde mücadelesini hep sürdürdü. 1999 yılında ABD Kongresi tarafından altın madalyayla ödüllendirildi. 24 Ekim 2005’te hayatını kaybetti.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.