
- Di 55’emîn Fîstîvala Neteweyî ya Hunerên Gelêrî ya Marakeşê de rola jinan a di parastina çanda devkî de derket pêş. Jinan bi hunerên wekî “El-Etiye”, “Ahîdûs” û “Ahwaş” reng dan fîstîvalê û mohra xwe li hunerên gelêrî dan.
Li Marakêşê Fîstîvala Neteweyî ya Hunerên Gelêrî bal kişand ser amadebûna jinan di nava komên folklorî de. Di festîvalê de rola jinan di parastina mîrata devkî û xurtkirina nasnameya çandî de, bi riya pêşandanên hunerî yên cihêreng ên ku dewlemendî û piralîbûna mîrateya Mexribê nîşan didin, derxist pêş.
Di bin dirûşma “Hunerên gelêrî xezîneyên duh û îro” de, bajarê Marakeşê yê Mexribê 55’emîn Fîstîvala Neteweyî ya Hunerên Gelêrî hembêz kir. Ev festîvala ku dê heta 6’ê vê mehê berdewam bike, wekî yek ji girîngtirîn û kevintirîn festîvalên ku li Mexribê tên organîzekirin tê hesibandin.
Jin bi awayekî berbiçav di nava komên folklorî yên ji herêmên cuda yên Mexribê beşdarî festîvalê bûne de cih digrin. Dê li cihên cuda yên bajarê Marakeşê, wekî Qesra El-Bedî ya dîrokî û Dibistana kevnar a Bin Yûsif, pêşangehên hunerî werin lidarxistin. Di van pêşandanan de komên wekî Ahîdûs, Ahwaş, Knawa, Ebdîdat El-Rema, Eyte û hwd. cih digrin. Jin bi cil û bergên xwe yên kevneşopî govendên komî û stranan pêşkêş dikin ku rengdêriya çandî ya Mexribê nîşan didin. Jin bi van pêşandanan şahî, piştgirî û çanda Mexribê ya ku li gorî herêman diguhere û dewlemend e tînin ziman.
Rola jinan di parastina hunerên gelêrî de
Jin di parastina hunerên gelêrî û veguhestina wan ji bo nifşên nû de roleke girîng dilîzin. Ew bi dengê xwe yê çiyayî distrên û bi cil û berg û zêr û zîvên xwe yên kevneşopî tabloyên folklorî pêşkêş dikin. Ev yek kûrahiya girêdana wan bi çanda gelêrî û nasnameya Mexribê ya pirçandî re nîşan dide.
Hebûna jinan di nava komên gelêrî de, asta cihê wan di civaka Mexribê de nîşan dide û alîkariyê dide parastina nasnameya çandî û zindîkirina mîrateyê. Di heman demê de, amadebûna wan di qada hunerî û çandî de li ser asta neteweyî û navneteweyî xurt dike.
Organîzatoran diyar kir ku ev serdema ji aliyê Komeleya Atlasa Mezin ve bi hevkariya Wezareta Çand û Ragihandinê ve tê organîzekirin, îsbat dike ku hunerên gelêrî ne tenê mîrateyeke ji paşerojê ye ku tê zindîkirin e dilê çanda devkî û cihêrengiya muzîkê ye ku zindî ye û şaristanî û mîrateya gelekî nîşan dide nifş bi nifş derbas dibe. Wan bal kişand ser girîngiya vê hevdîtina salane ya ku komên gelêrî yên ji herêmên cuda yên Mexribê tîne cem hev û destnîşan kir ku gel bi çand û şaristaniya xwe dijîn û berdewam dikin.
Organîzatoran bal kişand ser hebûna jinan di çanda gelêrî û devkî de bi riya beşdariya wan a berfireh di komên hunerî yên festîvalê de. Jin di parastina mîrata devkî û xurtkirina nasnameya çandî de roleke bingehîn dilîzin. Hebûna wan di nîşandana cihêrengiya çandî, piştgirîkirina turîzma çandî û danasîna mîrateya gelêrî de dibe alîkar. Her wiha beşdariya wan di çalakî û festîvalan de fersendeke rastî dide wan ji bo bihêzbûna aborî û xurtkirina rola wan di jiyana çandî de.
Marakeş wisa tesadufî festîvalê hembêz nake, ji ber ku qada wê ya navdar “Qada Cema el-Fina” ji hêla UNESCO’yê ve wekî mîrata devkî ya mirovahiyê hatiye pejirandin û ev yek cihê bajêr di parastina mîrata devkî ya ne maddî de xurtir dike.
Pîrozkirina hunera “El-Etiye”
Hunera El-Etiye wekî yek ji hunerên xwedî kok di çanda gelêrî ya Mexribê de tê hesibandin, ji ber ku şahî û pîrozbahiyên Mexribê bêyî vê hunerê temam nabin. Ji ber vê yekê, organîzatoran di vê serdemê de, bi awayekî awarte, biryar dan rêzê li yek ji hunermendên gelêrî yên hunera El-Etiye bigrin ku ew hunermenda navdar a Mexribê Zêna El-Dawdiya ye.
“Hunera El-Etiye” di vê serdemê de bi taybetî balê dikşîne, ji ber ku jin wekî yek ji sembolên herî berbiçav ên vê hunerê tên dîtin. Gelek “şêxat” (stranbêjên jin ên gelêrî) di performansa vê şêwaza stranbêjiyê de ku mijarên neteweyî, civakî û hestiyarî tîne ziman, derketin pêş; di nav wan de ya herî navdar sembola hunera El-Etiye Fatna Bint El-Husên e.
Di heman demê de, komên “Ahîdûs” ên ku li herêmên Atlasa Navîn belav bûne jî beşdarî festîvalê dibin ku tê de jin li gel mêran govendên komî li ber rîtma defê pêşkêş dikin, di dîmenek de ku ruhê aheng û lihevkirinê di nava vê mîrata kevnar a Amazîgî (Berberî) de nîşan dide.
Komên “Ahwaş” ê ji başûrê Mexribê, bi taybetî herêma Sûs pê tê naskirin beşdar dibin. Di van koman de jin bi cil û bergên xwe yên kevneşopî stran û govendên komî pêşkêş dikin û di şahî û dawetan de cih digrin ku ev yek hebûna wan a zindî di nava vê mîrata Amazîgî de nîşan dide. Her wiha koma “El-Deqa El-Marakeşiyê” jî amade ye ku di eslê xwe de hunereke mêranî bû lê salên dawî de derketina komên jinan ku vê şêwaza rîtmî bi serkeftî pêşkêş dikin hat dîtin û ev yek bû sedema berfirehkirina beşdariya jinan di hunerên gelêrî de û derxistina pêş a şiyanên wan di parastina mîrata çandî de.
Astengiyên civakî
Tevî beşdariya berbiçav û hebûna bi hêz a jinan di komên gelêrî de, ev jin hê jî ji ber nêrîna kêmparêz a civakê dikşînin. Bi tenê jinên ku mêrên wan mirine, yên hatine berdan an jî keçên nezewicî dikarin tevlî van komên gelêrî bibin lê belê jinên zewicî bi gelemperî nikarin beşdarî komên gelêrî yên ku mêr û jin tê de tevlihev in bibin.
RECAA XEYRAT-JÎNHA/MEXRÎB







