
- Dîroka têkoşîna jinan li Başûrê Kurdistanê xwedî dîrokeke geşbîn û têkoşîneke berdewam e. Di roja îro de tevî destkeftiyên yasayî jî, hê jî li dijî tundî û sînordarkirina statûya xwe di nava têkoşînê de ne.
Em ê li ser dîroka têkoşîna jinên Başûrê Kurdistanê ya li dijî sîstema dewletê û pêşengiya jinan a di têkoşîna ji bo wekhevî, azadiyê û têkbirina çanda baviksalar de bisekinin.
Dîroka têkoşîna jinan a li Kurdistanê xwedî rengekî giştî ye û vedigere dîrokeke kevnar. Kesayetên mîna Daîfe Xatûn, Xanzadî Soran, Hepsxan Neqîb û Adîle Xanim bûne sembola têkoşîn û berxwedanê ku ji bo parastina mafê jinan û neteweyî.
Hespexan Neqîb di sala 1930’î de yekem saziya jinan bi navê Yekitiya Jinên Kurd ava kir. Piştre jî kesayetiyên weke Margaret George û Leyla Qasim bûne sembola berxwedan û qurbaniyên têkoşîna rewa. Her wiha jinên pêşmerge jî di çeperên şer de tevlî têkoşînê bûne û qurbanî dane.
Piştî Raperîna sala 1991’ê û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo jinan qonaxeke nû ya têkoşîna siyasî û civakî destpê kir.
Di yasaya hilbijartin û Destûra Bingehîn ya Herêma Kurdistanê de, bingeha hevsengî ya jin û mêr di hinek mafan de hate bicihanîn ku mafê herdu rêgezan heye ku dengê xwe bikar bîne û bikare xwe bike namzet. Li gel vê jî, li şûna yeksaniya temam bê parastin, sîstema kota ya rêjeya ji sedî 30 ji bo jinan hate derxistin. Li gorî wê sîstemê nêzîkî 33 kursî ji 100 kursiyên Parlamentoyê ji bo jinan hatiye veqetandin.
Sala 1992’yan yekem hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk hat. Ji dema yekem heta dema şeşan bi giştî 160 jin bûne Parlamenterên Herêma Kurdistanê.
Jin di qonaxa 6 deman de tenê du caran gihiştiye pileya herî bilind a desthilata yasadanînê. Wate Seroka Parlamentoyê carek Lava Ferîd û Rêwas Fayîq hatiye erkdarkirin.
Di nava desteya pêkanînê de jî jin gihiştiye hindek wezaretan. Lê hê jî pileyên hestyar negirtiye.
Tundiya li ser jinan li Başûrê Kurdistanê bi rengekî ber bi çav zêde bûye. Li gorî daneyên ji aliyê Ajansa Rojnewsê hatî komkirin, tenê ji serê salê ve heta niha 23 jin hatine qetilkirin an jî bi rengekî bi gumanber jiyana xwe ji dest dane. Her wiha li gorî daneyên meha Çile, Sibat, Nîsanê nîşan dide ku serê her 5 rojan jinek bûye qurbaniyê tundiyê.
Li gorî rapora Saziya Yasayî ya Alîkariya Jinan tenê di sala 2025’an de 15 hezar û 826 bûyerên tundiya malbatê li Herêma Kurdistanê hatiye qeydkirin.
Di çarçoveya sûcê rejîma Baasê ya Sedam Huseyîn ya dijî gelê Kurd, bi deh hezaran jin hatin qetilkirin, revandin û girtin.
Di heman demê de, jinên Êzîdî di 3’yê Tebaxa 2014'an de, piştî êrîşa DAIŞ’ê li ser Şengalê, yek ji qurbaniyên herî mezin yên tawanên DAIŞ’ê bûn. Bi hezaran welatiyên Êzîdî hatin qetilkirin û nêzîkî 7 hezar jinên Êzidî hatin revandin. Gelek ji wan wek koleyan li bazarên DAIŞ’ê hatin firotin û destdirêjiya zayendî li wan hat kirin. Çarenûsa nêzîkî 3 hezar jinên Êzîdî hîn jî ne diyar e.
Di dawiya sala 2024’an de, li gorî biryareke hevbeş a di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hinek rêxistin û saziyên çalakvanên jinan li Silêmaniyê hatin girtin. Çalakiyên Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK), Rêxistina Merziye û Şîrketa Gizingî Berbeyan, ku bername ji bo JIN TV'yê çêdikirin, hatin girtin û dawî li çalakiyên wan anîn.
Rêxistinên jinan piştî serhildana 1991’ê hatin damezrandin û zêdetirî 400 rêxistinên jinan û parêzvanên mafên jinan hene. Yên herî berbiçav Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Tora 8’ê Adarê ne.
Di sala 1996’an de, jinan ji bo rawestandina şerê navxweyî yê di navbera PDK û YNK'ê de meşiyan. Wan pêşniyarek pêşkêşî Komîteya Bilind a Nivîsandina Destûra Iraqê kirin da ku demokrasî û mafê çarenûsî ji bo gelê Kurd, mafên mirovan û bi taybetî jinan bidest bixin.
Her wiha yasa pêşniyarî Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin ku di nav wan de Yasaya Destdirêjiya Zayendî, Sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî, Sererastkirina Yasaya Ceza ya Iraqê, Yasaya Jiholêrakirina Laşfiroşiyê (fihûşê), balkişandin û pêşniyarên li ser sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya sala 2008’an û pêşniyarên li ser proje yasaya hevdîtina zarokan.
Her wisa di sala 2007’an de, rêxistinên jinan ji bo têkoşîna li dijî tundiya navmalê pêşnûmeyek pêşkêşî parlementoyê kirin û di sala 2011’an de hat pesendkirin. Piştre, di bin zexta rêxistin û çalakvanên jinan de, Sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê, Sinetkirin û Pirjiniyê li Parlementoya Herêma Kurdistanê hate pejirandin.
Di sala 2007’an de, Rêveberiya Li Dijî Tundûtîjiyê hate damezrandin û stargehên ji bo qurbaniyên tundûtîjiyê hatin avakirin.
Piştgiriya jinên li Başûrê Kurdistanê ji bo têkoşîna jinan li ya Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê beşek girîng ya hevgirtin û yekîtîya jinan li seranserê Kurdistanê pêk tîne. Ev piştgirî bi çalakiyên sivîl yên hevpar, civîn û konferansên hevbeş, kampanyayên piştgiriyê, danûstandina ezmûn û agahiyan di navbera çalakvan û rêxistinên jinan de xwe nîşan daye.
ROJNEWS/BEFRÎN NÛSRET







