- Nivîskar Yaşar Eroglu da zanîn wêje qadeke hunera gotinê ye û got: "Hunera wêjeyê karekî ji rêzê nahewîne, berevajî wê ji aliyê hest, fikir, tema û naverokê ve weke rîşiyên tevnekê honandina gotinê li ehlê wêjeyê ferz dike."
ROZA METÎNA/AMED
Nivîskar Yaşar Eroglu yê li gundê Qazî yê Agirîyê ji dayik bûye di heman demê de jî rojnamegerî jî kiriye. Hê jî xebatên ziman, çand, wêje, rojnamegerî, werger û edîtoriyê pêk tîne.
Yaşar Eroglu bal bir ser girîngiya ziman û wêjeya kurdî her wiha naveroka berhemên xwe û têkoşîna li dijî êrişên li ser zimanê Kurdî û got:” Divê êdî qanûnên ziman û wêjeyê jî bikevin dewreyê, xebatkar, pispor û ristiyên van qadan li gorî van esasan riya xwe vekin, li ser rêbaz û metolojiya wan bimeşin.”
Yaşar Eroglu da zanîn wî bi nivîsandina çîrokê dest bi rêwîtiya nivîsandinê kiriye û wiha got:” Wêje qadeke hunera gotinê ye. Gelek kes peyvên weke wêjevan, wêjekar, wêjekarî bi kar tînin li gorî min ev pênasekirineke ne rast e. Wêje ne vanîn e, ne jî karekî ji rêzê ye ku mirov bi van paşgiran pênase bike. Kesekî ku dest bi ristina wêjeyê dike her wiha dest davêje hunerekê. Hunera wêjeyê karekî ji rêzê nahewîne, berevajî wê ji aliyê hest, fikir, tema û naverokê ve weke rîşiyên tevnekê honandina gotinê li ehlê wêjeyê ferz dike. Ehlê wêjeyê helbestê, çîrokê, romanê dirêse, dihone, nikare weke karekî asayî nêzikî hunera gotinê bibe. Ez bixwe nabêjim wêjevan, wêjekar, helbestvan, helbestkar, bi min wêjerist, romanrist, helbestrist ji bo pênasekirina van navlêkirinan çêtir, baştir e. Ji ber vê yeke jî min ji çîrokê dest pê kir. Bi min çîrok dibistana sereta ya qada wêjeyê ye, her çiqas gelek kes bi helbestê dest pê bikin jî. Di destpêkê de hêza min têra çîrokê dikir, min ji wir dest pê kir.”
Naveroka berhemên wî
Yaşar Eroglu qala berhemên xwe, naveroka wan kir û wiha lê zêde kir:”Heta niha şeş berhemên min hatine weşandin. Dudu kurteçîrok in (Nahêlin Em Bigihîjine Bihara Xwe û Hêvî), yek berhevkarî ye(Qewdek Sosretî), sê jî roman in (Çerxa Xedar, Dayik û Bebang). Xwerû çîrokeke min jî li ber çapê ye (Kula Faykeyê Spî), eger astengiyek dernekeve wê di destpêka tîrmehê de di deste xwînerên xwe de be. Mijarên du kurteçîrokên min civakî-siyasî ne. Rewşa zanîn û hişmendiya min dest neda ez bibim temaşevan, min xwest ku bi riya nirxên gerdûnî yên mirovahiyê bibim zimanê ristina vegotin û derbirîna van yekan.”
Ziman behreke bêdawî ye
Yaşar Eroglu li ser girîngiya zimanê kurdî û wêjeya kurdî ev tişt vegot:”Ziman behreke bêdawî ya civakî ye. Avên çem û robaran wê behre geş dikin. Eger çem û robar ji behrê qut bibin bi demê re behr jî ziwa dibe weke gola Aral a li Asyaya Navîn. Em dikarin wêjeyê jî weke keştiyên ser behrê îfade bikin. Keştî bi kedeke bijarte tên çêkirin. Têkiliyên ser behrê û li bejahiyê digihînin hev. Jiyaneke nû û ahengekî nû li ser behrê diafirînin. Ziman zemîn û stûna wêjeyê ye, wêje jî ew hesp e ku ziman li ser pişta xwe dibezîne. Têkiliya ziman û wêjeyê ew çend helezonî ye, hev xwedî dikin, yek bi xwe re ya din radipêçe û dikişîne. Ziman çavkaniya wêjeyê ye, jê ava xwe digire şîn û geş dibe. Şînahî û geşî hem ruh hem çavên mirov têr dikin. Wêje, ziman dibiriqîne, xweşik nîşan dide; ziman, jî wêjeyê bi nav û deng dike. Ji bo gelê kurd ev her du hêma hê zêdetir girîng in, ji ber ku gelê kurd hê nû serdema beyariya wan derbas dike, tî ye û hewceyî bi geşbûna wan heye. Bi rastî ji bo geşkirin û pêşdebirina ziman û wêjeyê şiyan û potansiyeleke mezin di nav dînamîkên kurdan de heye. Divê wêjeristên kurd zend û bendên xwe zêdetir û çalaktir badin.”
Qanûnên ziman divê
Yaşar Eroglu bi lêv kir ku ji bo pêşketina ziman û wêjeyê perwerde divê û wiha dewam kir:”Zimanê kurdî bê dewlet, bê statû ji hezaran salan vir ve wêjeya xwe afirandiye. Ev yek hem tiştekî mirêsdar e hem jî seyr û mûcizewî ye. Şahnameya Firdewsî bi destê şahê Gazneyê hatiye pê lê Mem û Zîn bi gazinên Ehmedê Xanî yên ji mîr û axayên kurdan kirasê xwe li xwe kiriye. Lê îro asêgehên ziman û wêjeya kurdî pir in. Serdema îro serdema asimilasyon û qirkirina spî ye. Ziman û wêjeya kurdî heta merheleyekî hatiye, tevî kêmasiyan riyeke baş ji xwe re vekiriye. Hem ziman hem wêje aliyekî wan bi zanistê re girêdayiye. Zanisteke taybet a ziman û wêjeyê heye. Ji bo pêşketina wan xudristetî (alayli) êdî ne bes e. Perwerdeya ji bo her du qadan jî nebena ye. Divê êdî qanûnên ziman û wêjeyê jî bikevin dewreyê, xebatkar, pispor û ristiyên van qadan li gorî van esasan riya xwe vekin, li ser rêbaz û metolojiya wan bimeşin.”
‘Esas ev mohra wêje û ziman e’
Yaşar Eroglu da zanîn kesên nirxên civakî parastina sembola wê civakê ne û wiha pê de çû:”Bi sedan salan e helbest, gotin û çîrokên Feqiyê Teyran li ser zimanê civaka kurd in. Helbestên Baba Tahirê Ûryan, mewlûda Mela Ehmedê Bateyî, Dîwana Ehmedê Cizîrî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Nûbara Piçûkan, Eqîdeya Îmanê, helbestên Cegerxwîn û gelek wêjeristên kurd di nav civaka kurdan de jiber tên gotin, di medreseyan de weke ders bûne mijarên perwerdeyê. Fîrdewsî, Camî, Şîrazî, Geohte, Shakespearre bûne sembolên civak û çanda xwe. Tiştê ku wan derdixe pêş berhem ango wêjeya wan e. Wêje û çand bi riya ziman dibe nasnameya gelan û civakan. Civak tenê fikir, pîşesazî, teknolojiye pêş nakevin. Çand , ziman û wêje jî mohra xwe li pêşketinên civakan dixe. Kes gundê wî nas neke jî civaka kurd di sedsala bîstan de pirî caran bi navê Cegerxwîn hatiye nasîn. Navên me li jor dan gişt bi wê rolê rabûne, li pêş civakên xwe bûne sembolên pêşketinê. Êdî civak bi navên wan nayê jibîrkirin û her tê nasîn. Esas ev mohra wêje û ziman e.”
Teşwîqkirina zimên divê
Yaşar Eroglu bal bir ser têkoşîna li dijî êrişên li ser ziman û wêjeyê û wiha bi dawî kir:”Ziman û wêje tenê bi serê xwe ziman û wêje nîn in. Ji bo gelên mîna me kurdan ziman û wêje qadeke siyasî ye jî. Em ji serweriya wan mehrûm in. Tenê bi parastin û liberxwedana tazî ya van qadan pêşketin ne pêkan e, wê qels bimîne. Qada herî berfireh û bi derfetên parastina û bidestxistinê siyaset e. Divê di serî de siyaset rola xwe bilize. Divê siyaset mafê statû û perwerdeyê bi her amûran pêk bîne. Êrîş bi dehan salan e hene hebûn wê hebin jî. Ji qedexekirina ziman a di nav malan de û kuştinên ji bo stranekî vir em hatine roja îro. Ji bilî van hewldanên takekesî, axaftina bi kurdî ya di malan, saziyan, têkiliyan de, teşwîqkirin û danhezkirina ziman, wêjeyê wê li dijî êrîşan bibe bersiveke di cih de. Her wiha bi giştî xalên me li jor diyar kirin tev ji bo parastin, berxwedan, pêşdebirin û geşkirina ziman û çanda kurdî wê bibin rêvekir.”