- Sînemavan û wênegir Ferat Kevir bi projeya xwe ya “Bîranînên Deriyên Kevnar” daye pey şopa deriyên kevnar. Gava ku ew wêneyên van deriyan digire deriyên di bîr û bîranînên xwe de jî yek bi yek vedike û dixwaze her kesek bi deriyên ku li ber disekine an jî tê re derbas dibe rû bi rû bimîne.
ARDÎN DÎREN
Gava mirov li ser deriyan û maneyên wan hûr dibe “derî” gelek tiştî tînin bîra mirov. Derî di bîranînên her insanekî de xwedî maneyeke cûda ne. Ji lewma weke mefhûmeke felsefîk jî ew têra xwe balkêş in û mirov dikarin di derbarê van deriyan de gelek tiştî binivisînin, bibêjin û bi awayekî dîtbarî şirove bikin.
Ferat Kevir jî bi pêşangeha xwe ya “Bîranînên Deriyên Kevnar” (DIE ERINNERUNG DER TURENE) deriyên kevn ji xwe re kiriye mijar û mijûlahî. Wî di vê pêşangeha xwe de cih daye 21 deriyên kevnar. Li bin her deriyekê çend hevok rêz kirine ku behsa bîranînên wan deriyan dikin. Ferat Kevir armanca pêşangeha xwe wiha rave dike; “Ez dixwazim pirekê di navbera mirov û bîra wî de ava bikim.” Li ser vê armancê wêneyên deriyan girtiye ku her yek xwedî serpêhatiyeke balkêş e. Lê tiştê balkêştir ewe ku Ferat Kevir deriyekî rast ê kevn jî di ketina pêşangehê de bi cih kiriye! Beriya ku xelk derbasî pêşangehê bibin û li wêneyan binihêrin di vî deriyê re derbas dibin û gava di vî deriyê re derbas dibin li bîra xwe dikolin.
Ferat Kevir ji me re behsa destpêka projeya xwe kir û “derî” di hişê wî de birîn û bîranî n çawa vekirine rave kir. Me pirs kir wî jî deriyê dilê xwe ji me re vekir û pirsên me bersivand.
Ev mijara deriyan ji kur hate bîra te û heger tu bîra xwe bikolî tu yê vê lêgerîna xwe bi çi ve girê bidî?
Ji bo kesekî ku bi hunere re dilebike ‘tişt‘ her car li benda afirandinekê ne! Meseleya derîyan ji min re bi dever-bûyer û dem re hat guhartin! Dikarim bi sê deman û deveran û bûyeran ji te re qala çîroka derîyan bikim!
Dema pêşî diçe berî bi bist salan! Wê demê 20 salî bûm! Ez li Zaningehê bûm û wek xortekî welatparez li pey şopa doza xwe bûm! Weke gelek hevalên xwe Deriye Zindanê ji min re jî vebû! Derîye pêşî ê ku li ser hişê min bandor kir Derîye Zindanê bû! Bê reng bû lê bi deng bû! Ew dengê wê ê zîz dewsa xwe di bîra min da deyna!
Mifteya wî deriyî hebû lê ew mifte ne di destê min de bû! Ne derî ê min bû ne jî mal! Sibehan li ser min vedibû û êvaran dîsa li ser min dihat girtin! Ne tenê deriyek heft derî bûn ê ku li ser min û me dihatin girtin! Wê demê meseleya min û deriyan dest pêkir! Heft Deriyên giran li ser giyana min dihatin girtin, her roj wek sîsîfos min barê heft deriyan radikir û dûbare min li valahiyê belav dikir!
Dema duduyan diçe berî bi deh salan! Vê care dever Amed û Nisêbîn bû! Her dû dever jî qada şer bûn! Dem dema şerekî giran bû! Derî hemû girtî bûn dîsa! Vê car ez li derve bûm lê derîyên ku divê li xweşiyê hatibane vekirin dîsa li rûyê me hatibûn girtin! Ez wek beden li Amedê bûm lê giyana min dîsa girtî bû! Li pişt Bircên Amedê Zarokên Welat hewl didan Deriyên Azadiye vekin, dengê bombeyan barê li ser giyana min girantir dikir! Ne Deriyek hebû tu lê de û vê qiyamê bide sekinandin ne jî Deriyek hebû tu xwe li pişt bilûsî!
Rêya Zindane dîsa ji min re hat vekirin û neçar mam berê xwe bidim mişextiye! Roja ku min berê xwe da Nisêbinê ku xatir ji dê û bavê xwe bixwazim Deriyên Nisêbînê jî girtî bûn! Min xwe bi awayekî avêt mala bav û dêya xwe! Sibeha ku min xatir ji wan xwest Deriyê mala me bû şahide xatirxwestina me! Dema min pişta xwe da wan û ketim rê ez 30 salî bûm ew di 60 saliya xwe de bûn! Ew deriyê ku bû şahide me 30 salî bû! Îro ew derî çil saliye û ez jî! Her dû extiyarên min jî di 70 saliya xwe de ne! Ew hê li ber wî Deriyî ne û çav li rê ne!
Dema sisêyan vêce dever hat guhartin! Bar girantir bû! Min hêlînek li Rojhilatê Almanya çêkir! Di avakiria hêlina xwe de li gelek deveran geriyam! Çi cihê ku diçûmê Derîyek li ber min disekîni, weke ku xwe nîşanî min dide, weke bangkeke li min dike, sinyalekê ji Bîra min re rê dike! Di serî de li ber wan sekinîm û serpêhatiyên xwe bi bîr anîn û min empatiyek di navbera Dem-Dever û Buyerê de kir! Dem û Dever hatibû guhartin lê bûyer wek xwe ma bû! Deriyên girtî, yên vekirî, bûyerê ku li ber wan deriyan qewimîne, yên dikin biqewimin! Mirov herçiqas li deverên cûda bijîn jî di paşxaneya xwe de di Bîra xwe de Mirov e, bûyer heman bûyere û insanî ye!
Îcar min biryar da û min da pey şopa Deriyên Kevnar û min ji bîra xwe çîrokek derxist ji wan re!
Heta niha te çend derî dîtin û wêneyên wan girtin?
Li gelek welatan bi Deriyan re rûbirû mam! Deriyên Yewanan, ên Fransizan, Swediyan, Almanan, Çekan, Polonan, İtalyanan, Avusturiyan! Bi sedan Derîyan xwe nîşanî min dan! Hinek jê çîrokên xwe vegotin û hatin qeyd kirin! Ew jî wek mirovanin, kî çîrokek wî hebe dibe mijara vegotinê!
Tu wêneyê herî deriyê digirî? Ez wisa bibêjim tu van deriyan çawa dineqînî û divê çi bala te bikşîne ji bo tu wêneyê deriyekê bigirî?
Ez hêj jî li pey şopa wan Deriyên Kevnar im! Gund bi gund bajar bi bajar li Deriyan digerim! Ji xwe dema li kolanan digerim û di ber Deriyekî bêhna xwe vedidim, ew derî qala xwe dike û duvre berê kameraya min diçe ser! Sekna wan, rengê wan, kevnariya wan..çBi tayebetî hesta ku li ser min dihêlin dike ku bikevin bergeha min!
Te li pêşangehê deriyekî rasteqîn jî danî û kesên serdana pêşangehê kirin di vî deriyê re derbas bûn. Wan çi hîs kir gava di vî deriyê re derbasî pêşangehê bûn?
Tecrûbekirina tiştekî ji xwendin û temaşekirina tiştkî bi bandortire li gor min! Min 21 Wêneyên Deriyên Kevnar ên xwedî çîrok tomar kirin, çap kirin û çarçove kirin ji bo temaşevanan, lê dûvre min kêmasiyek di vê meseleyê de dît! Tecrûbe! Erê kes wêneyên min dibînin, çîroka wan dixwînin lê tecrûbe kêm e! Duvre hat bîra min ku ez Deriyek Kevn têxim ketina Pêşengehe û kes jî di wî Deriyî re derbas bibin û bi bîrananîke xwe ya bi Deriyan re rûbirû bîminin! Mirov di paşxaneya xwe de di Derîyekî re derbasî jiyanê dibe! Di nava jiyanê de jî di gelek Deriyan re derbas dibe û di dawî de di Deriyekî re xatir ji jiyanê dixwaze! Derî wek Metafor di binhişê mirov de wateya xwe zêdeye! Carna ewlehî ye, carna tirs e, xwe parastine, nêpenî ye, sînorên mirov ên di navbera wî û civakê de ne! Li gor dem û dever û bûyer wate û bandor tê guhartin! Kê çi bandor girtibe dema di wî deriyî re derbas dibe ew bandor xwe di bin hişê wî dide dest, pêre jî bîranîn derdikevin holê! Di bîranînan de jî mirov bi xwe re bûyerên ku di jiyana wî de qewimîne şîrove dike! Deriyê dil vedibe, deriyê mejî vedibe û mirov bêhtir hay ji xwe dibe!
Li ser van deriyên girtî awirên te yên pêşî çi bûn te çi hizir kir?
Ez dibêm heger li holê Deriyek hebe û ew Derî ê te be divê ew Derî girtî be! Ez fotografên Deriyên vekirî nagirim! Tişt bi bitûnîya xwe xweşik in! Li wir sekiniye û xwe nîşanî te dide! Gazî te dike! Gelek caran ev derîyên kevn derîyên avahiyên kavil in! Avahî kavil bûne, li ber wêran bûne ne! Derî li hember vê kavilbûne li berxwe daye û girtiye û bitûniya avahiyê bi sekna xwe, rengê xwe û çîroka xwe temam dike!
Gava tu li van deriyan geriyayî û te wêneyên wan girt qet serpêhatiyên te çêbûn, behsa serpêhatiyeke xwe bike!
Helbet! Zêdetir li gundan digerim! Bandora dema Sovyetan di avahiyan de xwe nîşan dide! Sîh û pênc salên dawî herçiqas ji Sovyetan qut bûbin jî mîmariya wan hê ji wê demê maye! Taybetiyeke Ewropiyan jî eve ku xwe wek feraset zû dikarin bigûherînin lê wek avahî-mîmarî û xweza li ser riknê xwe disekinin û devera xwe zêde nagaharînin! Bêgûman ev jî ji bo girtina wêneyekî tiştekî baş e!
Gundî pir meraqdarin! Ji ber ku ew jî li pişt deriyên xwe ne û ji derve re zêde vekirî nînin! Carna li ber min disekin û tenê temaşe dikin! Carna pirsan dikin; tu çi dikî? Çima fotografan digirî? Piraniyên wan ji extiyarin!
Wê rojê li ber deriyekî sekinîm ku fotografê wê bigirim, zilamek cotkar nêzîkî min bû û pirsa xwe kir: Tu çi dikî? Min go qotografê derî digirim! Got; çima? Min go ez wênegirim! Go binêr ev derî herî kêm 70 salî ye û 41 sal in jî kesî ev derî venekiriye!
Dîsa min deriyek li hewşeke dibistanekê dît! Derî û avahî pir xweşik bû! Min ji gerînende pirsa avabûna dibistane kir! Di zemanê xwe de dibistan zindana bajêr bûye, duvre avahiyek jê kirine avahiya zewacê û niha jî wek dibistana bajêr bikartînin! Avahiya ku min fotografê deriyê wê girt avahiya zewacê bû û wek mîrate tê parastin!