László Krasznahorkai Xelata Nobelê wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Cotmeh 2025 - 17:00

  • Akademiya Swêd daxuyanî da û diyar kir ku nivîskarê Macar László Krasznahorkai ji ber berhemên wî yên “bandorker û vîzyoner” û “li hola terora qiyametwarî hêza hunerê jinûve derxist holê” Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 2025’an wergirt.

Krasznahorkai ku bi vegotina xwe ya helbestî û atmosfera qiyametî tê naskirin, ev demek dirêje weke yek ji nivîskarên herî xemgîn ê Ewropayê dihat nîşandan. Nivîskarê ku sala 1954’an ji dayik bû, li zanîngehên Szeged û Budapeşte perwerdeya wêjeyê wergirt.

Krasznahorkai di sala 1977’an metnên xwe yên destpêkê di rojnameyan de weşand, romana wî ya destpêkê “Tangoya Şeytan” (Sátántangó) ku di sala 1985’an de nivîsand, di nava cîhana wêjeyê de deng veda. Ev berhem sala 2000’an bi navê “Tango de Satan” wergerî Fransî hate kirin û derhêner Béla Tarr derxist sînemayê.

Nivîskar ku ji salên 1990’an û şûnde ket qonaxeke afirêner, bi gelek berhemên xwe yên mîna “Melankoliya Berxwedanê” (La Mélancolie de la résistance), “Şer û Şer” (Guerre et guerre), “Seiobo daket ser rûyê erdê”, “Baron Wenckheim Vegeriya” hate naskirin. NAVENDA NÛÇEYAN

 

* * *

Li Barcelonayê pêşangeha jinên YPJ’yî

 

 

Li Qesra Palau Robert a navdar a li bajarê Bercelonayê yê Spanyayê pêşangeha "Jinên di navbera şeran de" hat vekirin. Ev pêşangehê balê dikişîne ser lehengiyên jinên ji Rojavayê Kurdistanê, Bakur û rojhilatê Sûriyeyê û ezmûnên wan ên li dijî şer û jinûve avakirina aştiyê û civakê.

Di pêşangehê de bi awayekî taybet têkoşîna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), rola wan di berxwedana dijî "terorê" de, parastina azadî û wekheviyêû hewlên wan ên jinûve avakirina jiyana piştî şer hat pêşkêşkirin.

Biryar e piştî pêşangeh li gelek bajarên din ên Spanyayê û gelek welatên cîhanê ve biçe bê vekirin, da ku dengê jinên têkoşer bi peyamekê bigihîne cîhanê.

Heta 30ˊê Cotmehê li Qesra Palau Robert a Bercelonayê ya Spanyayê pêşangeh didome. BERCELONA

 

* * *

‘Derwêş û Edûlê’ bi şiroveya Koma Hevra

 

 

Koma Hevra ku beriya heft salan ava bû û karên xwe bê navber dewam dike. Koma Hevra bi vê berhema xwe re ku qala çîroka eşqê ya destanî dike, dixwaze hem têkiliyeke muzîkal hem jî ya çandî ava bike.

Endamên komê li ser karê xwe daxuyaniyek dan û gotin, "Destana Dewrêşê Evdî û Edûlê ji aliyê dîrok, çand û sosyolojiya Kurdan ve xwedî cihekî gelekî girîng e. Birêz Ocalan jî li ser vê destanê nirxandinên sosyolojîk ên kûr kir. Bi gotina, 'Eşqa Kurd tenê dema bi heqîqeta welêt û civakî re bû yek dikare bi wate bibe û bi ser bikeve' ev rewş di şexsê eşqa Dewrêşê Evdî û Edûlê de şênber kir. Me ev berhema ku destaneke Kurd-Êzidî ye, jinûve şîrove kir. Piştî kedeke dirêj û bi wate em kêfxweş in ku 'Dewrêş û Edûlê' pêşkêşî we guhdaran bikin."

Klîba berhemê ku gotin û muzîk bi temamî ya Hevra ye, bi teknîka anîmasyonê hate amadekirin û bi dîmen qala çîroka kûr û trajîk a Dewrêşê Evdî û Edûlê dike. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.