Ciwan wê şehîdan ji xwe re bikin mînak
Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 03:50
- HPG-NRÇ'ê 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi hurmet bi bîr anî û got:"Em ê bîranîna wan a pîroz bikin hinceta têkoşîneke hîn xurt a li dijî komploya navneteweyî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."
HPG-NRÇ'ê 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi hurmet bi bîr anî. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:"Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Konseya Fermandariyê ya HPG'ê hevrêyê me Şivan Cîlo li gel hevrê Kerîm Avareş û Şervan Perwer di 16'ê Hezîrana 2023'an de; ji milîtanên pêşeng ên PKK'ê hevrêyê me Ronî Baz Gever jî 10'ê Tîrmeha 2023'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Em hevrêyên xwe Şivan, Ronî, Kerîm û Şervan bi hurmet, hezkirin, hesret û minet bi bîr tînin ku ewladên leheng ên gelê me yê welatparêz bûn.
Hevrê Şivan 30 salan bêrawestan ji Zagrosan heta bi Soran, ji Erzîromê heta bi Qendîlê, ji Kobanê heta bi Şengalê, ji Xakurkê heta bi Zapê li her devera Kurdistanê têkoşiya. Koordîneyê Berxwedana Kobanê ya Dîrokî, Fermandarê Qada Şengalê, Endamê Fermandariya Sewk û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Şivan ku pratîsyen û taktîsyenekî xurt bû, gihîşt wê şeref û rûmetê ku bibe Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Konseya Fermandariyê ya HPG'ê.
Hevrê Ronî jî weke şoreşgerekî profesyonel 17 salan ji bajarên Bakurê Kurdistanê heta bi metropolên Tirkiyeyê, ji zindanan heta bi çiyayên Kurdistanê û li gelek qadên din bênavber têkoşiya. Weke ciwanekî Kurd ê rewşenbîr, zane û rêxistinbûyî kolan bi kolan, tax bi tax bi fedakarî xebitî. Hevrê Ronî demeke dirêj li Koordînasyona Komalên Ciwan bi berpirsyariye rabû, bi sekn û pratîka xwe li nava hevrêyan hemûyan bû cihê bawerî, hezkirin û hurmetê û weke endamekî Komîteya Navendî ya PKK'ê pêşengî kir. Hevrêyên me Kerîm û Şervan jî yek jê ji Amedê, yek jî ji Kobanê tevlî nava refên têkoşîna me bûn. Herdu jî bi ruhê fedaî yê Apoyî beşdarî nava têkoşînê bûn. Hevrêyên dilpak, durust û wêrek bûn ku ji bo azadiya Rêberê me û gelê me şer kirin. Bi pratîk û jiyana xwe weke milîtanên ku Apogerî bi cih anîn, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Di salvegera Komploya 9'ê Cotmehê de ku li hemberî Rêber Apo hate kirin, em van hevrêyên xwe yên esîl bi bîr tînin. Em ê bîranîna wan a pîroz bikin hinceta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Nûnerên wêrekî û fedaîtiya APO’yî
Hevrêyê me Şivan li gundê Meleyan ê Şemzînanê jidayîk bû. Li gundê Alekan ê Geverê mezin bû. Destpêkê weke mîlîs tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û karên cuda meşand. Di sala 1993'an de biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û beşdarî nava refên gerîla bû. Heta sala 1997'an li gelek qadên Zagrosan bi fedakariyeke mezin û wêrekiyeke bilind têkoşiya. Piştî ku li Zagrosan tecrûbe û danheviyeke mezin ji pratîka dijwar wergirt derbasî herêma Soran bû û heta sala 2000'î li vê derê kar kir. Sala 2000'î derbasî Eyaleta Erzîromê bû. Heta sala 2005'an li Bakur di nava şert û mercên zehmet û giran de pênc salan bi fedakariyeke mezin kar kir û piştre vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li ser bingeha pêwîstiyan ji bo Rojhilatê Kurdistanê li Qendîlê salên dûr û dirêj kar kir.
Weke ku tê zanîn çeteyên DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an êrîşa qirkirinê bir ser gelê me yê Êzidî yê li Şengalê, di Îlona 2014'an de jî êrîşa qirkirinê bir ser gelê me yê Kobanê. Di vê dema dîrokî de hevrê Şivan Gever rahişt çeka xwe û di payîza 2014'an de berê xwe da Kobanê û li Kobanê bi wezîfeya koordîneya şer rabû. Fermandar û koordîneya vê serketina destanî hevrêyê me Şivan Gever bû ku ev hemû hêz di nava ahengiyê de da şerkirin û DAÎŞ li Kobanê têk bir.
Di sala 2017'an de derbasî Şengalê bû. Bi sekn, tevlîbûn û pratîka xwe ya li Şengalê fermandariya Apoyî bi rengekî hêja temsîl kir û di dilê gelê me yê Êzidî de cih girt. Hevrêyê me Şivan jî weke fermandarê hêzên gerîla yên vekişiyan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Beşdarî Fermandariya Sewk Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û weke endamekî vê fermandariya me bi berpirsyarî rabû. Berxwedana Zapê ya 2022'an ku di dema nêz de mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xist, li gel hevrê Alan Milazgîr-Ender Budancer koordîne kir. Hevrêyê me Şivan ku meşa xwe ya şoreşê ya ji Geverê da destpêkirin li Zagros, Soran, Erzîrom, Şaho, Qendîl, Kobanê, Şengal û herî dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihand asta herî bilind, weke derwêşekî hemdem di nava 30 salên têkoşîna xwe de mohra xwe danîn binê serketinên mezin.
Hevrêyê me Ronî li navçeya Gever a Colemêrgê li nava malbateke ji eşîra Ertûşî jidayîk bû. Li nava malbat û derdoreke bi hestên xurt ên welatparêziyê mezin bû. Di sala 2007'an de biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û beşdarî nava PKK'ê bû. Ji sala 2007'an heta 2012'an bi rengekî çalak di asta rêveberiyê de beşdarî karên ciwanên şoreşger welatparêz bû û pêşengî kir. Di vê demê de bi qasî sê salan li zindanên dewleta Tirk dîl hate girtin. Sala 2012'an piştî ku ji zindanê derket hat çiyayên Kurdistanê. Heta sala 2014'an li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê pêşengî ji karên civakî û ciwanan re kir û pratîk meşand. Hevrê Ronî li nava Komalên Ciwan di astên cuda de tevlî perwerdeyê bû, timî xwe bi pêş ve bir, nû kir û meşa xwe ya li ser xeta Apoyî xurt kir. Hevrê Ronî ku şoreşgerekî gelekî dilnizm bû, li kolan û taxan ji çalakiyên herî biçûk ên ciwanan destpê kir û heta bi rêxistiniya ciwanên rewşenbîr li zanîngehan, bilezkirina serhildanan, avakirina yekîneyên xweparastinê, tevlîkirina ciwanên Kurd li nava refên têkoşînê û Endamekî û Berdevkiya Koordînasyona Komalên Ciwan di her astê de kar kir. Endametiya xwe ya fermî nebe jî wezîfeyên di asta endametiya Komîteya Navendî ya PKK'ê de meşand û ev wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî. Demekê li Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê tevlî kar bû, li qadên îdeolojîk, teorîk û rêxistinî xwe kûr kir. Di nava jiyana xwe ya şoreşgerî ya profesyonel a 16 salan de mohra xwe danî binê serketinên mezin, cihê xwe di dilê bi hezaran ciwanan û gelê me de girt, di temenê ciwan de gihîşt wê asta rûmetê ku weke Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê pêşengiyê bike.
Hevrêyê me Kerîm Avareş li dilê Kurdistanê Amedê jidayîk bû ku bi welatparêziya xwe tê naskirin. Weke ferdê malbateke welatparêz û cewherî yê ji navçeya Dêrik a Mêrdînê mezin bû. Di 14'ê Tîrmeha 2014'an de ji Amedê tevlî nava PKK'ê bû. Hevrêyê me Kerîm jî ji bo tevlî vê berxwedana dîrokî bibe, gelê me yê Êzidî yê li Şengalê biparêze û azadiya Şengalê pêk bîne, derbasî Şengalê bû. Hevrêyê me Kerîm rola xwe ya li Şengalê bi rengekî hêja bi cih anî hat Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Kerîm bi hevalê Şivan re ji Xakurkê heta bi Qendîlê, ji Avaşînê heta bi Zapê li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kir. Hevrêyê me Şivan sala 2022'an dema ku Berxwedana Zapê ya dîrokî koordîne dikir, hevrêyê me Kerîm jî li gel wî di nava karên biryargehê de bû. Bi wêrekî û ruhê xwe yê têkoşînê yê bilind tempo tevlî kar kir.
Hevrêyê me Şervan li nava malbateke ji eşîra Kêtikî ya qedîm a li Kobanê jidayîk bû. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîş bir ser Kobanê hevrêyê me Şervan li Kobanê bû û li vê derê bû yek ji hevrêyên me ku bi rengekî fedaî li ber xwe da. Weke şervanê şehîd Gelhat gihîşt wê biryardariyê ku li çiyayên ew lê têkoşiya û wî ked da, têkoşînê dewam bike. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me şer û têkoşîna li hemberî hewldanên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser xaka pîroz a Kurdistanê ji xwe re weke payeya rûmetê dît, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û afirandina siberojên azad ji gelê me re ji xwe re kir armanca bingehîn. Hevrêyê me Şervan ji bo vê armancê bi gavekê jî ji têkoşînê venegeriya û bû milîtanek ku divê ciwanên Kurdistanê ji xwe re bikin mînak." Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Şivan Cîlo Gever (Yûnûs Demîr), li Şemzînanê jidayîk bûye, 16’ê Hezîrana 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Ronî Baz Gever (Cûmhûr Korkmaz), li Geverê jidayîk bûye, 10’ê Tîrmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Kerîm Avareş (Demhat Baytar), li Amedê jidayîk bûye, 16’ê Hezîrana 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Şervan Perwer (Fadil Abdî), li Kobanê jidayîk bûye, 16’ê Hezîrana 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN