Li taxên Kurdan amadekariya şer

Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 03:25

Hevseroka Meclîsa Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Hevîn Suleyman der barê êrîşên hikûmeta Şamê ya Demkî yên li hember Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê axivî û got: “Gelo amadekariya şerê fîzîkî tê kirin?”

Hikûmeta Şamê ya Demkî di demên dawî de li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê êrîşan pêk tîne û berxwedana gel a li dijî vê didome. Herî dawî roja borî bi şev ketina her du taxan hat giritn. Piştre hewl dan  bi tanq û wesayîtên zirxî bikevin taxê. Di Encama vê de du kesî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di encama protestoyên gel de hikûmeta Şamê şûnde gav avêt û ji taxê derket. Welatiyên taxan diyar kirin ku xetere hîna didome. Hevseroka Meclîsa Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Hevîn Suleyman der barê êrîşan de axivî.

Hevîn Suleyman pêvajoya ku piştî hilweşîna rejîma Baas'ê dest pê kiriye nirxand û got bi hatina HTŞ’ê re li Sûriyeyê guherînek cuda nehatiye kirin. Hevîn Suleyman ev tişt anî ziman: “Di alî zîhniyet, pergal û rêvebreiya welat de guherînek nehat kirin. Ligel vê daxwazên gel nehatin cih. Di alî ol de hewldanên radîkal û olî neqedandin. Krîz her diçe giran dibe. Krîz û kaos herî zêde di qada jinan de tê jiyîn. Beriya dorpêçê  pirtûkên ku îslama radîkal vedigot hatin belavkirin.

Hevîn Suleyman bi lêv kir ku perspektîfa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye dikare bibe çareseriya pirsgirêkan û wiha bi lêv kir: “Tiştên tên jiyîn nîşaneya şerekî mezin e. Ger li gorî Peymana 10’ê Adarê tevbigeriyane wê rewşek wisa nehatiba jiyîn. Di 1’ê Nîsanê de ji bo her du taxan hevdîtin hatin kirin. Di çarçoveya vê hevdîtinê de lihev kirin. Lê em dibînin ku li gorî peymanê tevnagerin. Dewleta Tirk jî ji vê rewşê berpirs e. Di bicihkirina çeteyan de, perwerdekirina çeteyan a li her du taxan de destê dewleta Tirk jî heye. Piştî Peymana 10’ê Adarê me komîteya xwe ava kir. Lê ji ber jin di komîteyê de cih digirin qebûl nakin.”

Hevîn Suleyman destnîşan kir ku ji bilî van her du taxan li Helebê ji aliyê HTŞ’ê ve li hember welatiyan êrîş pêk tê û wiha bi dawî kir: “Li Helebê hema hema her roj çend kes tên qetilkirin. Ji ber vê gel ji hikûmeta demkî ne razi ye. Berê xwe didin Herêmên Rêveberiya Xweser. Li her du taxan jî polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û li gel vê amadekariya şerê fîzîkî tê kirin. Em li dijî vê li her du taxan jî xebatan dimeşînin. Em ji bo avakirina xeta parastinê ya li dijî êrîşan hewl didin.”

JINNEWS/DERYA REN / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.