Serêkaniyê û Girê Sipî hîn dagirkirîne
Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 16:30
- Di 6 salên dagirkerinê yên Serê Kaniyê û Girê Spî de li her du bajaran demografiya hat guhertin, ji sedî 70 şêniyan hatin koçberkirin.
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemberî Serêkaniyê û Girê Spî êriş dan destpêkirin. Di ser êrîşan û dagirkirina bajaran re 6 sal derbas bûn. Di van salan de bi hezaran kesên neçarî koçberiyên bûn, di şertên zehmet de jiyan, li nava herdu bajaran jî wêranî, guhertinên bizorê çêbûn.
Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê, di 23`yê Adara 2019`an de, bajarê Baxozê, baregeha dawî ya çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, Tirkiyeyê êdî nikarîbû bi rêya çeteyên DAIŞ`ê hewldanan bike. Lê vê carê di bin navê, "parastina ewlehiya xwe ya neteweyî" de, êriş pêk anîn.
Ji bo jinavbirina hincetên dewleta Tirk a dagirker, QSD’ê 7’ê Tebaxa 2019`an qebûl kir ku dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyeyê li herêmên sînor bi kûraiya 5 heta 9 kîlometreyan bigerin. QSD’ê her wiha diyar kir ku dê hêz û çekên xwe yên leşkerî vekişîne, xendekan û bendên axê hilweşîne, xalên kontrolê yên leşkerî rake.
Li aliyê din di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan de hevdîtin hatin çêkirin. Piştî van hevdîtinan Amerîkayê hêzên xwe ji deverên sînor û nava Serêkaniyê vekişandin.
Êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî 9’ê Cotmeha 2019’an saet di 16:00 de dest pê kir.
Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de balafirên şer, topên giran û çekên qedexekirî yên mîna fosfora spî, bi kar anî. Şeş kes bi çekên kîmyewî birîndar bûn, di nav wan de zarokê bi navê Mihemed jî hebû.
Li dijî êrişan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di bin navê "Berxwedana Rûmetê" de berxwedanek bêhempa kirin û şer deh rojan berdewam kir.
Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Serê Kaniyê û Girê Spî de, nêzîkî 300 hezar sivîl, ji Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Çeçen û Êzidî, ji herêmê koçber bûn û malbatên çeteyên Iraqî, Afganî û Tirkmenan li devrên wan bi cih bûn.
Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, nêzîkî 100 hezar sivîl ji Girê Spî û gundewarê wê koçber bûne. 6 hezar û 31 koçber li kampa koçberiyê ya Girê Spî dijîn, ku di 22`ê Mijdara 2019`an de li bajarokê Til Semin, bakurê Reqayê, hatiye avakirin. Kesên koçber ên mayî li seranserê Reqa, Tebqa û Kobanî belav bûne. Nêzîkî 200 hezar sivîl ji bajarê Serê Kaniyê û gundewarê wê koçber bûne, 14 hezar û 714 kes li kampa Waşo Kaniyê, ku di sala 2019`an de hatiye avakirin, dijîn. Piştî zêdebûna hejmara koçberan, Rêveberiya Xweser kampa Serê Kaniyê vekir, ku tê de nêzîkî 14 hezar û 73 koçber hene, yên mayî jî li bajarên kantona Cizîrê hatine belavkirin.
Her wiha, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 15 gundên Êzîdî yên li Serê Kaniyê û derdora wê vala kirin û şêniyên wan koçber kirin, 65 mal û hemû milkên Êzîdî desteser kirin, 80 xanî li gundên El Dawudiya û Xirbet Cemo wêran kirin û li şûna wan baregehên leşkerî ava kirin. Her wiha gorên Êzîdiyan kolan û cenaze ji wan derxistin.
Kesên koçber li kampên koçberiyê di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn, bêyî piştgiriya rêxistinên navneteweyî yên wekî UNHCR, ku hîn kampên koçberan li Serê Kaniyê û Gire Spî nas nekiriye, û piraniya xizmetên mirovî yên rojane lê tune ne.
Bi dagirkirina bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî re, dewleta Tirk a dagirker dest bi guhertina nasnameyên wan ên çandî kir. Li dibistanan zimanê Tirkî û pirtûkên dibistanê yên Tirkî hatin ferzkirin. Her wiha bi bicihkirina nêzîkî 3 hezar û 200 malbatan demografiya herêmê guhert.
ANHA/HESEKÊ/BOTAN HOSÊN - BILIND HACÎ