Koçberên Serêkaniyê vegereke ewle hêvî dikin
Pêncşem 6 Mijdar 2025 - 03:10

Koçberên ji Serêkaniyê bi lêv kirin ku vegera ewle ya li warê xwe bêyî qedandina dagirkeriya Tirk ne pêkan e. Koçberan bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku ji bo mîsogerkirina vegera ewle bikevin nava tevgerê.
Şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ku ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê koçî Til Temirê kiriye, daxwaza vegera ewle ya li warê xwe kir û da zanîn ku heya dagirkerî hebe ew ê nekarin vegerin.
Koçberê bi navê Îbrahîm Îmamoglu li gundê Til Nesrî yê Til Temirê dimîne, anî ziman ku ew tiştek nepêkan naxwazin û got: "Em dixwazin bi silametî vegerin ser axa xwe. Lê Tirkên dagirker û çeteyên wê nahêlin û dest danîne ser mal û milkên me."
Îbrahîm Îmamoglu got ji bo vegera ewle pêk were divê destpêkê dagirker û çete ji herêmên wan werin derxistin û siyasetên koçberkirinê werin sekinandin û destnîşan kir ku divê garantiyên navneteweyî ku vegera wan a ewle û mafên wan ên qanûnî mîsoger bikin, werin mîsogerkirin.
Koçbera bi navê Sena Ebûdî li wargeha koçberan a li Til Temirê dimîne, xwest bi garantiyên navneteweyî vegere warê xwe û got: "Em dixwazin vegerin malên xwe, ne girtîgeh û ne jî di bin rehma çekdaran de. Vegera rasteqîn divê ewle û bi çavdêriya navneteweyî û garantiya tevahiya mafên me be."
Koçberê bi navê Îzedîn Hisên ji gundê Dawudiyê yê Serêkaniyê diyar kir ku ew ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û desteserkirina milkan û ferzkirina nasnameyeke nû li ser herêma dagirkirî nikarin vegerin warê xwe.
Îzedîn Hisên destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê çavê xwe li dagirkeriyê girtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi berdewama dagirkeriya Tirk û hebûna çeteyan vegera ewle ne pêkan e. Divê çavdêriyeke navneteweyî li ser vegerê hebe da ku yên vegerin neyên astengkirin û milkên wan neyên desteserkirin."
ANHA/HESEKÊ/EBDULXANÎ EL HAMAN















