Koçber: Ji bo vegerê ewlehî divê

Şemî 14 Hezîran 2025 - 03:30

Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku lihevkirina 1'ê Hezîranê, xala vegera koçberan divê di demek nêz de li ser rûye erdê pêk were û koçber vegerin cih û warê xwe.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya desthilata Şamê di 1’ê Hizêranê de li hev civiyan û li ser 4 xalên sereke li hev kir. Yek ji wan jî gotûbêjkirina mekanîzmayên ji bo hêsankirina vegera koçberan li herêmên xwe û xebitîna li ser rakirina astengiyên ku rê li ber vê vegerê digirin. Têkildarî vê yekê koçberên ji Serêkaniyê axivîn.

Gulistan Haco diyar kir ku daxwaze tevahî koçberên Serêkaniyê ye ku vegerin cih û warê xwe.

Xezal Silêmen got: "6 sal ji koçberiyê û zehmetiyên di konan de me têkoşîn kir û li ber xwe da, da ku em bi serbilindî vegerin cih û warê. Daxwaze me tenê em vegerin Serêkaniyê."

Enter Ezîz diyar kir ku ew dixwaze di bin sîwana Hêza Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê de ve vegere cih û warê xwe û wiha got: "Rêveberiya Xweser û Şamê li ser 4 xalên esasî li hevkirin yek ji wan jî vegerandina koçberan bû. Divê xala vegerandina koçberan di demek nêz de têkeve meriyetê.  Eger vegerek me çêbû, divê em serbilindî vegerin û di bin sîwana garantiya navneteweyî be."

Meryem Ferhan destnîşan kir ku hêviya koçberan Sêrêkaniyê vegerin cih û warê xwe û wiha got: "Xwesteka me tenê dema em vegerin divê ewlehî hebe, da ku em carek din neyên koçberkirin û rastî kiryaran neyê. Divê dewletên navnetewî bi erka xwe rabin û me vegerin cih û warê me."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.