Çeteyên Tirkiyeyê rê vegera me digirin

Sêşem 30 Kanûn 2025 - 09:12

Şêniyên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ku bi zorê koçber bûne û niha li kampa Waşûkanî dijîn, diyar kirin ku hebûna çeteyên Tirkiyeyê rê li ber vegera wan digire.

Koçberên ku ji bajarê Serêkanyê ku 6 sal in li kampa Waşûkaniyê dijîn diyar kirin ku ew ji ber hebûna çeteyan li bajarên wan niakarin vegera malên xwe.

Koçbera bi navê Zekiya El Ebdela, ku li kampa Waşûkanî dijî, got: "Em 6 sal in li vê kampê ne û heta îro kon nehatine guhertin. Dema baran dibare, av diherike nav konan, ji bilî vê yekê zarok û şêniyên kampê ji ber nexweşiyan êşê dikişînin.”

Zekiya El Ebdela wiha li gotina xwe zêde kir: "Em dixwazin vegerin bajarên xwe, lê îro ji ber hebûna çeteyan li bajarên me ewlehî tune ye.”

Koçberê bi navê Casim El Mihemed jî wiha got, "Serma dijwar e, kon xirab bûne û zarok û şênî nikarin bi şev û roj germ bibin. Em ji vir westiyane û em tenê dixwazin bi ewle vegerin malên xwe."

Jina koçber a bi navê Rifa El Ehmed rewşa xwe ya li kampê vegot û diyar kir ku şert û merc êdî nayên tehemûlkirin. Rifa El Ehmed got ku ew dixwazin vegerin malên xwe, û da zanîn kir ku konên ku ew lê dijîn tije av dibin, ji ber vê yekê dema ku baran dibare ew neçar dibin ku di nav konên avî de rûnin.

ANHA/HESEKÊ/DIYAR EHMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.