Koçber: Ji bo vegerê şertê ewle divê
Çarşem 16 Nîsan 2025 - 03:00
Koçberên bajarê Serêkaniyê bi lêv kirin ku ji bo vegerê şertê ewle divê û gotin gerek artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê werin derxistin.
Digel veguherînên siyasî yên mezin li Sûriyeyê, koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî di rewşeke metirsî de dijîn û li bendê ne ku vegerin malên xwe yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Koçberan diyar kir ku rêya tekane ya misogerkirina vegera ewle û îstîqrar derxistina koçberan e.
Koçberê bi navê Îbrahîm Îmam Elo ku li bajarê Til Temirê dimîne got: “Piştî ketina rejîma berê em li benda mizgîniyên li ser herêmên me bûn. Lê mixabin heta niha desthilata Şamê tu gavên pratîkî ji bo ku em vegerin Serêkaniyê, neavêtine. Dagirkeriya Tirk ne tenê em koçber kirin, ji wê zêdetir zextên xwe bi rêbazên dîtir dewam kirin; weke qutkirina bîrên Elok û hedefgirtina stasyonên kehrebê."
Li aliyekî din jî koçbera bi navê Esrar Neimî girêdana xwe bi mafê xwe ve anî ziman û lê ev şert danî û got: "Ger zemîneke ewle di bin parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de nebe, em venagerin. Bêyî ku tu heêzeke dagirker hebe, divê bajar li xelkê wê vegere."
Koçber Ebdulkerîm El Ebdulkerîm hêviya vegereke lez kir û got: "Vegera digel mayîna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ne mumkin e."
El Ebdulkerîm bang li desthilata Şamê kir ku berpirsiyariya xwe rake û li ser vegerandina koçberan û tawîzdana wan bixebite û her kesê destê xwe di wêrankirina bajêr de heye hesab bixwaze.
ANHA/ HESEKÊ / EBDULXENÎ EL HAMAN