Bi biryardarî berxwedan didome

În 31 Çile 2025 - 03:20

Tevî êriş û tevgera balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di roja xwe ya 24’an de dewam dike. Li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di roja 24’an de dewam dike.

28’ê Çileyê bi sedan şêniyên kantona Cizîrê çalakiya nobetê dewr girt. Tevî êrişan jî şênî nobetê didomînin, li bendavê nîqaşan li dar dixin û bendavê paqij dikin.

Em ê bi hêza ciwanan biserkevin

Sûriya Mihemed, koçbera ji Serêkaniyê ya dagirkirî ye. Ji Kampa Waşûkanî di 28’ê Çileyê de tevî karwanê ku ji Kantona Cizîrê berê xwe daye Bendava Tişrînê. Sûriya di berxwedana Bendava Tişrînê de cîh digre. Li kêleka birîndareke ciwan, berxwedan û armanca hatin û beşdarbûna li berxwedana Bendava Tişrînê anî ziman. Sûriya Mihemed di destpêkê de balkişand ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a di avakirina jiyan û giyanekî hevbeş ê netewan de û got:"Ji ber ku gelek netew gihandin hev û bi hezaran îro di cîhekî de dimînin, serê xwe datînin ser heman balîfê û heman berxwedaniyê dimeşînin. Her wiha hevdû qebûl dikin, bêyî hev jî gepek nan nakin devê xwe. Ji lewra hebûna me ya li ser Bendava Tişrînê hebûneke wiha ye ku em hatine dîroka xwe biparêzin û xwedî lê derkevin." Sûriya Mihemed diyar kir ew ê bihêza ciwanan hemû êrîşan têk bibin û got:"Şîfaya lezgîn ji bo birîndarên me yên ji Kobanê re dixwazim. Lê ez dixwazim tiştekî li vir bêjim ku em ê bi hêza van ciwanan û birîndaran Kobanê biparêzin û bajarên dagirkirî ji Serêkaniyê heta Efrînê, emê rizgar bikin. Em li hember her êrîşek dirûşmeya Berxwedan Jiyan e bilind dikin. Li hember her pêşengên me êrîş dijwar dibin, lê têkoşîna me lawaz nabe."

Ew durû û derewker in

Sûriya Mihemed erka hêz û dadgehên navdewletî bibîr xist û got:"Qey hêz û dadgehên navdewletî nabêjin Erdogan tu çima sivîlan dikujî? Ma ne qaşo qetilkirina sivîlan qedexe ye! Kî ji me leşker e li vir, em hemû sivîl in û hatine ku bendava xwe biparêzin. Erdogan hatiye êrîşî me dike, me kevirek jî neavêtiye sînorên wan. Ew hatiye sînorên xwe derbas dike û me dikuje û NY heta Cenevre û Astana jî bêdeng in. Çend dewlet tên cem hev, dibêjin ku em destekê didin QSD’ê û sivîlên me li ber çavên wan bi bombeyên Erdogan tên qetilkirin, dengê xwe nakin û helwestek cidî nîşan nadin." Sûriya Mihemed da zanîn ku Erodgan nikare bi milyonan Kurd qir bike û got:"Tirk ji xwe ditirse, ji lewra dixwaze ku bi milyonan Kurd qir bike. Îro ewqas dewlet piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan didin û dibêjin ku ew deyndarê QSD’ê ne. Lê belê ew eşkere derewan û durûtiyê dikin. Ger xwe ji dil deyndar bidîtina, bê guman wê hewldanê rawestandina êrîşên dagirkeriya Tirk bikirana."

ANHA/NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.