Ji bo Helebê Kurd li ser piyan bûn

Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 03:45

Li gelek bajarên Ewropayê ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin kolanan. Di çalakiyan de êrîşên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatin şermezarkirin û peyamên hevgirtina bi berxwedana gelê Rojava re hatin dayîn.

ELMANYA

Êrîşên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li bajarê Hamburg ê Elmanyayê hatin protestokirin. Gelek çalakvanên Kurd û Elman beşdarî mitînga ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Hamburgê li ber îstasyona trênê hat lidarxistin bûn.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê li dijî koma îslamî HTŞ (Heyet Tehrîr el-Şam) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê çalakî hat lidarxistin. Meclisa Jinan Viyan a Kolnê, Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê, endamên AGÎF’ê û xwendekarên zanîngehê beşdarî çalakiyê bûn.

Êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê hat protestokirin. Di çalakiya ku ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ û komên pê ve girêdayî yên li ser taxên Kurdan hate lidarxistin de dorpêç û bombebaranên ku ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ve hatine kirin, eşkere bûn.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) û Meclîsa Jınan mitînga piştevaniyê hate lidarxistin. Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Di axaftinên mitîngê de ev peyam hate dayîn: “Em êrîşên li ser gelê sivîl şermezar dikin. Em ji Ewropayê bang li hikûmeta Sûriyeyê dikin; Kurd bi sed sal in gelê qedîm ê wan xakan in. Kî were bila were, Kurdistan her hebûna xwe parastiye û biparêze.”

Bi banga Meclisa Jinan a Dest Dan Hevî û Nav-Berlinê, li ber avahiya dîrokî ya Kaiser Wilhelm Gedächtniskirche, ku yek ji sembolên Berlînê ye, Kurdistanî û dostên wan kom bûn û bertek nîşanî windahiyên sivîlan û zextên sîstematîk dan.

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û komên girêdayî wê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê KOM-MED’ê ve bi zimanê Almanî hate kirin de, hate gotin ku êrişên li ser sivîlan sûcên mirovahiyê ne û divê saziyên navneteweyî bikevin nava tevgerê.

FRANSA

Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîs a Fransayê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku bi pêşengiya Tevgera Jinan a Şehîd Evîn Goyî û Navenda Civaka Kurd ve hat dayîn de , êrîş hatin protestokirin û banga tavilê rawestandina şer hate kirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên wê yên çekdar ên li dijî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê,  bi daxuyaniya çapemeniyê hat şermezarkirin. Kurdên welatparêz û dostên wan ên Fransî li Qada Canebière ya Marsîlyayê kom bûn û êrîşên ku di rojên dawî de zêde bûne protesto kirin.

Li bajarê Nantes ê Fransayê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniya çapemeniyê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ku li ser banga KCDK-E’yê li Qada Place de la Commerce li hev civiyan, bang li Fransayê kirin ku bêdeng nemîne û tavile bikeve tevgerê.

Li bajarê Mulhouse yê Fransayê, ji bo protestokirina êrişên HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi  daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin. Di daxuyaniya çapemeniyê de  bang li raya giştî ya Ewropayê hate kirin ku bi gelê Rojava re hevgirtî be. Çalakî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ji bo protestokirina êrişên HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li qada Place de la Gare daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin.

Çalakvanan gotin ku êriş bi taybetî li taxên ku hejmara Kurd lê zêde ye tên kirin û armanca wan paqijiya nijadî ye, û bang li raya giştî ya Ewropayê kirin ku bi gelê Rojava re hevgirtî be, û diyar kirin ku êriş binpêkirina zagonên navneteweyî ne.

HOLLANDA

Piştî êrîşa çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku duh (6’ê Cotmehê) li dora taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê bi cih bûne, mîna gelek bajarên Ewropayê li Amsterdamê jî çalakî hat lidarxistin. Girseya ku li ber îstasyona trênê ya li navenda bajêr kom bû, bi beşdarên ji herêmên cuda yên Kurdistanê, êrîş şermezar kirin. Di axaftinan de bang li dewletên Ewropayê hat kirin û ji wan hat xwestin ku li hember êrîşên terorîstî yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bêdeng nemînin.

Navenda Civaka Demokratîk ji bo şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Arnhem ê Hollandayê çalakiyeke girseyî û daxuyaniya çapemeniyê li dar xist.

Di çalakiyê de êrîşên li ser sivîlan bi tundî hatin şermezarkirin û ji saziyên Ewropayê hat xwestin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

STOCKHOLM

Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên wê yên çekdar li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê protesto kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyanî hat dayîn û hat destnîşankirin ku gelê Kurd bi berxwedaneke mezin li Rojava û Sûriyeyê mafê xwe yê azadî û jiyanê bi dest xistiye.

BRÛKSEL

Kurdistanî bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li paytexta Belçîka Brûkselê hatin gel hev û mitînga piştevaniyê lidar xistin.

Li paytexta Belçîka Brûkselê ji bo şermezarkirina êrîşên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser Kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, çalakî hat lidarxistin.

SWÎSRE

Li paytexta Swîsre Bernê jî çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Berdevka PYD’ê ya Swîsreyê Gulistan Sadon, Siyasetmedar Nejdet Atalay, Berdevka FEDA ya Swîsreyê Songul Çelîk axivîn.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya Elmanî hat xwendin, çalakî bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.

Kurdistaniyên ku li Meydana Mont-Blanc a Cenevreyê hatn gel hev û êrîş şermezar kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, daxuyaniyek hevpar a CDK-S û YJK-S bi zimanên Kurdî û Fransî hate xwendin. Di daxuyaniyê de daxwaza rawestandina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, rakirina dorpêçê û gihandina alîkariya mirovî ji bo herêmê hate kirin.

Gelek kes beşdarî çalakiya li bajarê Bellinzona yê kantona Ticino bûn. Di çalakiyê de alên YPG û posterên Rêber Apo hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Kurdistan, Bijî Ocalan", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Rojava, Bijî QSD” hatin berzkirin.

Daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bellinzona  ji aliyê Suat Ronî û Fahrettin Sumer ve bi zimanên Îtalî û Kurdî hat xwendin. DI daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên komên HTŞ û SMO destketiyên gelê Kurd hedef digirin û hat destnîşankirin ku pêwîst e hemû gel bi hev re li dijî van êrîşan têbikoşin.

Kurdistanî li Meydana St. Laurent a Lozanê li hev civiyan û êrîş protesto kirin. DAaxuyaniya hevbeş a CDK-S û YJK-S li li ser navê Navenda Civka Kurd hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên Helebê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye  û hat xwestin ku divê demildest alîkariya mirovî were şandin û êrîş bên rawestandin.

Kurdistaniyên li ber Parlamentoya kantona Lucerne kom bûn, êrîşên li ser taxên Kurdan protesto kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre ji Navenda Civaka Kurd daxuyaniyek hat dayîn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kureyş Doymaz, li ser navê PYD'ê Xelîl Derîk û siyasetmedar Ayşe Acar Başaran tevlî çalakiya ji bo Rojava ya li ber Chur Bahnhofê hate lidarxistin, bûn. Kureyş Doymaz di çalakiyê de axivî û got:"Em êdî gelekî bi rêxistinkirî ne. Wekî ku Serok Apo got, Rojava xeta me ya sor e; em ê heta dawiyê Rojava biparêzin."

Xelîl Dêrik jî ev bang kir::"Gelê me di nav şer de ye, em jî xwe di şer de bibînin. Ewropa jî qada şer e; piştgirên gelê me yên li hundir li vir in. Divê em timî amade bin û piştgiriyê bidin wan."

Ayşe Acar Başaran jî got:“Gelên cuda yên li Rojava ji bo jiyaneke wekhev û azad li ber xwe didin. Bêdengiya saziyên navneteweyî nayê qebûlkirin." 

Li Winterthurê jî çalakî hate lidarxistin. Zafer Goyî li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniya çapemeniyê xwend. Piştî daxuyaniyê, biqasî nîv saetê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trênê ya navendî ya Baselê çalakî li dar xistin. Li ser navê Komîteya Rojava daxuyaniya çapemeniyê ya Elmanî hate xwendin. Kudbettîn Gezgîn li ser navê Navenda Civaka Kurd axivî. Gezgîn got, "Gelê Rojava tevî hemû zehmetiyan têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê didomîne. Ev berxwedan rûmeta me ya hevpar e." 

Li Zurîhê li dijî êrîşên HTŞ, OSO û DAÎŞ’ê yên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên bajarê Helebê yê Rojava çalakî hate lidarxistin. Kurd û enternasyonalîst li stasyona trênê ya navendî ya Zurîhê kom bûn û bi berzkirina dirûşmeyan êrîş protesto kirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan, endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê Halîl Kuçuk daxuyaniya li ser navê CDK-S û YJK-S’ê hatibû amadekirin xwend.

TORONTO

Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê, êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û berxwedana gelê herdu taxan silav kirin.

Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku bi deh hezaran sivîl ji aliyê milîsên çekdar ên xwedî rabirdûyeke tundiyê ya mezhebî ne, têne tehdîtkirin.

Çalakî bi banga piştevaniya navneteweyî ya ji bo berxwedana gelê Kurd bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.