Peyama 8’ê Adarê: Em ê azad bibin

Nûçeyên Jin

Yekşem 9 Adar 2025 - 18:00

  • Aktivîsta TJA’yê Ayşe Mînaz diyar kir ku jinan di 8’ê Adarê de dirûşmên xwe berz kirin û gotin:” Em siberojeke ji tundiyêdûr û azad dixwazin. Em ê ji bo vê jî têkoşîna xwe dîsa dewam bikin.”

ROZA METÎNA /AMED

Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Kurdistan û Tirkiyeyê jin daketin qadan û daxwaza siberojeke azad kirin. Jinan di heman demê de li dijî tundiyê, hişmendiya baviksalarî dengê xwe bilind kirin û piştgrî dan banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Mînaz têkildarî peyamên li qadên 8'ê Adarê derketin pêş axivî. Ayşe Mînaz diyar kir ku jinan di heman demê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî peyama xwe dan û wiha got:"Paradîgmaya Birêz Ocalan modeleke ku jin bi hêza xwe rabin ser piyan e. Li qadên 8'ê Adarê jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan kirin."

Roja parastina nasnameya me ye

Ayşe Mînaz di destpêkê de bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û wiha got:”8'ê Adarê berxwedana dîrokî ya jinan sembolîze dike û dibe dengê bindestan. Têkoşîna li dijî îstîsmarkirina keda jinê, tinehesibandina vîna jinê, înkarkirina nasnameya jinê îro li hemû cîhanê deng vedaye. Lê ji bo me 8'ê Adarê ne tenê roja bîranîn û pîrozbahiyê ye, di heman demê de roja têkoşînê ye. Em dikarin vê yekê pir zelal li qadan bibînin. Jin tax bi tax, gund bi gund xwe birêxistin dikin. Jin li dijî tundî, îstîsmara aborî û zextên siyasî yên ku tên jiyîn hewl didin çareseriyên xwe bibînin. Hin jin di kooperatîfan de tên cem hev û serxwebûna aborî bi dest dixin, hin jin li dijî tundiyê mekanîzmayên hevgirtinê ava dikin, hin jin jî ji bo temsîliyeta xurt di siyaset, şaredarî û meclîsan de têdikoşin.Ji bo jinên Kurd jî 8’ê Adarê roja parastina nasnameya me ya netewî û hebûna civakî ye. Ji ber ku azadiya jinê û azadiya gelan ji hev serbixwe nayên hesibandin.”

 

 

Em bûn dengê jinên girtî 

Ayşe Mînaz da zanîn li qadên 8’ê Adarê jinan piştgirî dane jinên di zindan de jî û wiha got:”Şîdeta li ser jinê ne tenê li kolanan an jî li malê pêk tê. Di roja îro de jin jî di nava pergala hiqûqî de tundiyê dibînin. Li girtîgehan bi taybetî li dijî jinên girtiyên siyasî zextek mezin heye. Jin bi pêkanînên dijmirovahî yên weke lêgerîna tazî, qedexeya derketina derve û astengiyên ragihandinê tên hewldan ku vîna wan têk biçe. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin.Em her roj li qadan bi malbatên jinên dîlgirtî re hevdîtinê dikin. Malbat dibêjin ku şert û mercên girtîgehan roj bi roj xerabtir dibin. Jinên girtî ne xwedî mafê tenduristiyê ne, dermanên wan nayên dayîn, sewqiyata wan a nexweşxaneyê jî bi derengî tê. Tevî ku gelek jin bi salan di girtîgehê de ne jî ji mafên herî bingehîn ên mirovî bê par in. Ji bo jinan girtîgeh ne tenê cihê girtinê, cihê berxwedanê ye jî. Jinên li girtîgehan serî li ber polîtîkayên teslîmiyetê natewînin. Ji ber vê yekê  em li qadên 8'ê Adarê bûn dengê jinan û me têkoşîna wan hembêz kir.”

Jin li dijî xizaniyê qêriyan

Ayşe Mînaz di heman demê de da zanîn jinan li qadên 8’ê Adarê li dijî xizaniya li ser jinan jî dengê xwe bilind kirine û wiha pê de çû:”Kapîtalîzm û pergala serdest a mêr pêkhateyên bi hev ve girêdayî ne. Yên ku di pergala kapîtalîst de di şert û mercên herî bê ewle û dijwar de bi mûçeyên herî kêm dixebitin jin in. Keda malê ya bê heqdest jî li ser milê jinan hatiye barkirin. Rewşa jinên Kurd hîn girantir e. Ji ber ku jinên Kurd hem ji ber zextên aborî hem jî ji ber zextên siyasî di nava şert û mercên gelekî dijwar de têkoşîna jiyanê didin. Jin li dijî xizaniyê modelên alternatîf pêş dixin. Ji bo ku keda jinê diyar bibe û jin karibin qadên xwe yên aborî ava bikin divê em zêdetir hewl bidin. Loma li qadên 8'ê Adara 2025'an de jinan li dijî xizaniyê û kapîtalîzmê jî dengê xwe bilind kirin û qêriyan.”

Peyama rêxistinbûyina li dij şer

Ayşe Mînaz da zanîn jinan li dijî şerê taybet jî peyama xwe dane û wiha dewam kir:”Polîtîkayên şerê taybet stratejiyên bi zanetî ne ku ji bo jinê ji sîstemê derxînin, ji têkoşînê qut bikin û civakê hilweşînin dikevin meriyetê. Fûhûş, tiryak û ajantî di çarçoveya polîtîkayên hikûmetan de bi awayekî organîze tên meşandin. Bi taybetî jinên ciwan dibin hedefa polîtîkayên bi vî rengî. Loma jî di 8'ê Adarê de dîsa peyama mezinkirina rêxistinbûyina jinan a li dijî polîtîkayên şerê taybet hat dayin.”

Jinan daxwaza azadiya Ocalan kirin

Ayşe Mînaz diyar kir ku jinan li qadên 8’ê Adarê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirine û wiha got:”Têkoşîna azadiya jinê û feraseta azadiya jinê ya ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin hevdu temam dikin. Paradîgmaya Birêz Ocalan modeleke ku jin bi hêza xwe rabin ser piyan e. Ji ber vê yekê jinên Kurd azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan weke parçeyekî têkoşîna xwe dibînin. Li qadên 8'ê Adarê jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan kirin.”

Li herêma erdhejê bibin dengê jinan

Ayşe Mînaz jinên li herêmên erdhejê 8’ê Adarê pêşwazî kirine jî bi bîr xist û wiha got:”Ji bo jinên ji erdhejê bandor bûne hêza herî girîng hevgirtin e. Pirsgirêkên xanî, ewlehî û tenduristiyê yên jinan berdewam dikin. Jinên li herêma erdhejê bi taybetî tundiyê dibînin û di binê bêewlehiyê de dijîn. Hevgirtina jinan li qadan mezin dibe. Jin piştgiriya hev dikin û torên alîkariyê ava dikin. Divê em jî vê hevgirtinê berfireh bikin û li herêma erdhejê bibin dengê jinan.”

Soza têkoşînê hat dubarekirin

Ayşe Mînaz da zanîn li qadên 8’ê Adarê jinan siberojeke azad xwestine û wiha bi dawî kir:”8'ê Adarê wê her sal bibe roja ku têkoşîna jinê mezin bibe û biryardariya avakirina civakeke nû. Jin wê têkoşîna li dijî tundî, xizanî, îstîsmar û polîtîkayên şer her tim berfirehtir bikin. Ev têkoşîn ne tenê jinê di heman demê de wê civakek azad jî biafirîne. Ev soz îsal dîsa li qadên 8'ê Adarê hat dubarekirin. Jinan di heman demê de dîsa soza azadkirina jinan dan. Gotin em siberojeke ji tundiyêdûr û azad dixwazin. Em ê ji bo vê jî têkoşîna xwe dîsa dewam bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.