Ber bi Şoreşa Jinan a Rojhilat ve

Nûçeyên Jin

Sêşem 14 Nîsan 2026 - 17:30

  • Têkoşîna jinê ya li Rojhilat mîrateya Hurremîzmê ya wekheviyê esas digire, nêzîkatiya Jineolojiyê ya zanistî û banga ontolojîk ya “Jin Jiyan Azadî” dema dibe yek, paradîgmayeke jiyana nû derdikeve holê.

Li Rojhilatê Kurdistanê jinbûn ne tenê meseleya nasname an serpoşê ye; ew îfadeya dewamiya berxwedana dîrokî ye. Li vê herêmê, jin bi sedsalan di navbera mekanîzmayên navendî yên tepeserkirina dewletê û avahiyên baviksalar ên civakê de hatine tengkirin. Lê belê, ev tengkirin nebûye sedema tunekirinê; berevajî vê, ew veguheriye hişmendiyek û bîranînek kûrtir a berxwedanê. Her ku jin hatiye bêdengkirin, dengê wan ewqas xurttir dibe; her ku ew bêhtir ji nedîtinê tên, ewqas şêweyek hebûnê ya kûrtir bi pêş dixin.

"Jin, Jiyan, Azadî" qîrîneke watedar a hişyariyê ye ku ji Rojhilatê Kurdistanê di têkoşîna 40 salî ya jinên Kurd de ji cîhanê re deng veda. Ev qîrîn ne tenê ji aliyê jinan ve, lê ji aliyê mêran ve jî hate dengvedan. Hêza efsûnî ya vê dirûşmeyê di têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê de, mîna ku av bi erdê re dikeve, girîng bû. Di germahiya vê pêvajoya dîrokî de, "Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê sloganek e, lê belê şikestinek ontolojîk û felsefeyek jiyanê ye. Fikra ku jin bingeha damezrîner a jiyanê ye, eşkere kir ku azadî tenê bi jinan mimkun e. Ev têgihîştin bi taybetî di pêvajoya Jîna Emînî de şêmber bû; berxwedana ku jinan li dijî serdestiya li ser laşên wan bi pêş xistin veguherî bangek gerdûnî ya heqîqetê. Bi vî rengî, jin ne tenê bûn berxwedêr, lê di heman demê de bûn kirdeyeke ku ji nû ve hebûna xwe pênase dikin.

Têkiliya dîrokî ya Rojhilat bi Hurrem û Hurremîzmê re di dîroka jinan de, di dîroka azadiya jinê de xwedî cihekî girîng e. Îro armanca jinên Rojhilat ku di nava avahiya KJAR’ê de cih digirin Hurremîzma ku di dîrokê de jiyaneke bi hişmendiya wekhev û xwezayê navend digire dest pêşniyar dike û hiyeyarşiya di navbera jin û zilam de red dike. Hevdîtina dîrokî pêk aniye. Ji vî alî ve jî bi rêgezên têkoşîna jina Kurd a modern re jî hevdu digire. Hişmendiya “Kêfxweşî, azadî û jiyana hevpar” ya Hurremîzmê îro bi şîara “Jin Jiyan Azadî” jinûve jiyanî dike. Ev rewş ji şibandineke hêsan bêhtir, herikîna bîra dîrokî nîşan dide.

Şaxê zanistî yê têkoşîna jinê jî bi Jineolojiyê tê îfadekirin. Jineolojî, li hember pergala zanista zilamperest bi pêşxistina epîstemolojiyeke alternatîf, jinê ji nû ve dike kirdeya dîrokî. Di vê nêzîkatiyê de zanistî; tenê ne di metnê akademîk de, di nava jiyanê de, di ceribandinê û di bîra kolektîf de tê berhemkirin. Bi vî rengî jin, tenê ne ya ku têdikoşe, vediguhere kirdeyeke ku avakirina wateyê, ya ku zanistê ji nû ve diafirîne û cîhanê dinirxîne ye.

Di vê çarçoveyê de, berevajî têgihiştinên klasîk ên şoreşê, têkoşîna jinên Rojhilat ne bi destxistina desthilatdariyê, derbaskirina têkiliyên desthilatdariyê dike hedef. Di vî warî de înşaya civakek exlaqî-polîtîk esas digire. Pêşxistina parastina cewherî ya jinan, avakirina rêxistinên xwe û di hemû qadên jiyanê de kirdebûna wan, dînamîkên bingehîn ên vê şoreşê ne.

Şoreşa jinê, di heman demê de li hember modernîteya kapîtalîst, alternatîfekê pêşkêş dike. Pergala kapîtalîst, dema jinê di warê ked û di warê bedenî ve mêtingeriyê dike; şoreşa jinê ya Rojhilat, jiyana kolektîf, hevgirtinê û hebûna bi xwezayê re hemaheng diparêze. Di vî alî de jî perspektîfeke ekolojîk di nava xwe de dihewîne. Avabûna girêdaniya jin û xwezayê, wek bingeha jiyana azad tê dîtin.

Wek encam jî, têkoşîna jinê ya li Rojhilat tenê ne tevgereke polîtîk e; tevgereke bi hişmediya ku xwe ji koka dîrokê têr dike û siberojê bi awayekî hevgirtî dike hedef û sazûman dike. Mîrasa Hurremîzmê ya wekheviyê esas digire, nêzîkatiya Jineolojiyê ya zanistî û banga ontolojîk a “Jin Jiyan Azadî” dema dibe yek, paradîgmayeke jiyana nû derdikeve holê. Ev paradîgma, lêgerîna azadiyê ya ku dirêjî paşerojê heya ber bi pêşerojê ve wek daîmî mezin dibe ye.

Êdî jin ne figureke ku tenê ya ku li ber xwe dide û êş dikişîne ye. Hêza esil a ku ava dike, vediguhere û azadiyê misoger dike ye. Ev hêz, heqîqetê di her demê de ji nû ve tîne ziman; “Jin Jiyan Azadî.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN / LOTUS JIYANDA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.