
- Lîstikvana Sûrî Slaf Fewaxercî di 10’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Aswanê de, ku dê di navbera 20-26’ê Nîsanê de li Misrê were lidarxistin, xelata rûmetê wergirt. Îsal ev festîval ji bo rêzgirtina hunermenda Misrî Ezîza Emîr di salvegera 125’fdemîn a jidayikbûna wê de tê lidarxistin.
Rêveberiya festîvalê diyar kir ku xelat ji bo "kariyera wê ya serketî û orîjînal a lîstikvaniyê" ji Slaf Fawakherji re hat dayîn. Daxuyaniyê tekez kir ku lîstikvan bi derhênerên girîng re xebitiye û di fîlmên ku tê de rol girtiye de "karakterên ku rastiya jinên Ereb nîşan didin" zindî kiriye.
Slaf Fewakherjî wekî yek ji kesayetiyên ku girîngiya rolên jinan di sînemayê de dizanin tê binavkirin û tê destnîşankirin ku ji bilî beşdariyên wê di sînemaya Sûrî û Misrê de, wê di demên dawî de di sînemaya Îranî de jî ezmûnek girîng bi dest xistiye.
Slaf Fewakhercî li Laziqiyê ji dayik bûye, ji Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Şamê mezûn bûye. Her wiha di wênesazî û peykersaziyê de jî perwerde dîtiye, kariyera xwe ya fîlmçêkirinê di sala 1997an de bi fîlma "El-Terhal" dest pê kiriye. Piştre ew di gelek projeyên fîlman de li Sûriye û Misrê cihê xwe girtiye.
Slaf Fawakherji di rêzefîlmên televîzyonê de jî xwedî kariyerek berfireh e. Ew di berhemên wekî "Asmahan", "Cleopatra", "Letters of Love and War", "Muluk el-Tavaif", "Memories of the Future", "The Staff of Tears", "Chicago Street", "Big Dreams", "The Last Days of Love", "Scheherazade: The Last Story", "Ask Your Soul" û "An Incident in Damascus" de rol girtiye.
JÎNHA







